Duyem karwanê koçberan gihîşte Hewlêrê

Duyem karwanê koçberan gihîşte Hewlêrê

.

A+A-

Îro 26ê Mijdarê di demjimêr 02:00ê de, 176 koçber ji Mînska paytexta Belarusê vegeriyan Hewlêrê û vê sibê jî 430 koçberên din gihîştin Herêma Kurdistanê.

Li gor nûçeya K24ê li Hewlêrê; şeva borî 176 koçber ji Belarusê gihîştibûn Herêma Kurdistanê û herwiha eşkere kir ku zêdetirî 700 koçberên din navên xwe ji bo vegerê nivîsandine.

Herwiha hat ragehandin ku bi sedan koçberên neyasayî bi daxwaza xwe vedigerin Herêma Kurdistanê û vê sibê 430 koçber vegeriyan Hewlêrê.

Koçberek ku xelkê Ranya ye, tevî spasiya bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand; tiştê ku li ser wekhevî û mafên mirovan têne gotin hemû derew in û gelek êşkence li koçberan dikin.

Herwiha ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku alîkariya vegera wan koçberan bike û got: “Nahêlin koçber ji sînorê navbera Belarus û Polandayê vegerin Mînska paytexta Belarusê.”

Koçberê ku vegeriya eşkere kir; hewaya wê derê gelek sar e û polîsê Belarusê êşkence li koçberan dikin.

Koçberekî din jî ragihand: “Ez hêvî dikim kes nekeve destê derewên qaçaxçiyan û bawer nekin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin