Dûman … Ji Pirdê û Kerkûkê heta Şêranê û Kobanî - Imer Kalo

Dûman … Ji Pirdê û Kerkûkê heta Şêranê û Kobanî - Imer Kalo

.

A+A-

Imer Kalo /Rûdaw

Dengbêj û kemanîstê yekem li Herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Xelîl Xazî, ku bi navê Hemedê Dûman dihate naskirin û navdar bû, di sala 1929an de li gundê Şêranê yê Kobanî ji dayik bûye, û piraniya jiyana xwe, li bajarê Kobanî derbas kiriye, lê bi kok û rehên xwe, ji êl û eşîra Saleyî ya li navçeya Pirdê li parêzgeha Kerkûka Başûrê Kurdistanê ye, û derdora 60 salan xizmeta filiklor û hunera kurdî kiriye.

Hunermend û lêkolerê mêzîkê Memo Seyda dibêje, ku Hemedê Dûman di çêkirina awazan de, ji danîna gotinan bi hêztir bû, û di çêkirina stranan de xurt bû, û yek ji damezrînerên strana bi ritim li herêma Kobanî bû.

 

Hemedê Dûman

Malbata Hemedê Dûman berî 7 bavan, û derdora 200 salan berê, li navçeya Pirdê li parêzgeha Kerkûkê xwînî bibû, û koçberî Herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê bibû, û malbata wan li Kobanî bi hunerê û navê Dûmanan tê naskirin, û ji bilî kemanîst Hemedê Dûman, Qdriyê Dûman hebû ku Qanûn dijenî, Mistefayê Dûman li Dirbekê - Dimbelekê dixist, û Emînê Dûman boke û şanoger bû, ew ap û xezûrê Hemedê Dûman bû, û wî li Serê Kaniyê koça dawiyê kiriye, û li wir hatiye binax kirin.

Şêx Mûs Mihemed Xelîl Xazî, kurê Hemedê Dûman dibêje, ku ji dema derdora 200 salan ve, bapîrên wî ji ber pirsgirêkeke civakî ji Pirdê - Altûn Kopirî ji parêzgeha Kerkûkê li Başûrê Kurdistanê koçber bûne, û destpêkê li Siwêreka Ruhaya Bakurê Kurdistanê mane, lê dîsa ji ber hin pirsgirêkên jiyanê, koçberî gundê Şêranê li Herêma Kobanî bûne.

Hemedê Dûman, ji serbazekî xwe yê Ermenî di dema leşgeriya xwe ya ne çar de, ew fêrî jenîna Kemanê bûye, û herdu regeznameyên Sûriyê û Turkiyê pê re hebûn, û li herdu welatan xizmeta leşgeriya neçar kiriye, û li gel hedu zaravayên zimanê kurdî, Kurmancî, Soranî, wî bi zimanên Erebî û Turkî jî dizanîbû, û ji ber ku carne di nava malbata xwe de bi Soranî diaxivîn, û kes ji wan tê ne dighişt, li Kobanî ji zaravaya Soranî re digotin, Zimanê Dûmanan.

Hemedê Dûman kemanjenî ji dengbêjê herêma Kobanî û Deyşta Sirûcê Baqî Xido re, di gellek stranên wî de jê re jeniye, herweha ji herdu hunermendên ji Herêma Efrînê Cemîl Horo û Elî Tico, û ji herdu hunermendên kurd Şêrînê û Gulbuharê re li Libnanê keman jeniye, û herweha gelek stranên wî yên teybet jî hene, ku ana bûne filiklor û kelepûra Herêma Kobanî, wekî: Gula Zer, Heso, Lore Lore…hwd.

 

Emînê Dûman

Hunermendê ji Amûda Rojavayê Kurdistanê Sefqan Orkêş dibêje, ku Hemedê Dûman yekemîn kemanjenê Rojavayê Kurdistanê ye, ku berî wî kesî kemana nûjen bikar ne anîbû, û wî bi şêwazekî kurdî keman dijenî, û Hemedê Dûman lêveger û dibistaneke başe, ji bo ku yek xwe li ser ava bike.

Hunermend û lêkolerê mêzîkê Memo Seyda, belgefilimeke sînemaî li ser 90 salên jiyana Hemedê Dûman bi navê Dûman Refek Kevo, Dîrok û Bîrok, wekî nameya derçûna xwe ya masterê ji beşê mûzîk-kolociyê ji zanîngeha teknîkê ya Istenbolê bi dirêjahiya 48 deqeyan berhem aniye, û ew belgefilim di Festîvala Duhokê ya Filiman ya Navdewletî de hatiye nîşan dan.

Piştî êrîşa DAIŞê li ser Herêma Kobanî, Hemedê Dûman jî li gel xelkê Kobanî û malbata xwe koçberî Bakurê Kurdistanê û Turkiyê bibû, û herî dawiyê jî, li navçeya Koniya ya li parêzgeha Enqerê jiyana xwe derbas dikir, û li wir koça dawiyê kir, lê tembiya wî ew bû, ku li bajarê Kobanî were binax kirin.

 

Malbata Dûmanan

Piştî koçkirina Hemedê Dûman, û guhdana Tora Medyayî ya Rûdaw bi koçkirin û koça wî ya dawiyê, êla Saleyî û xwediyên malbata Dûmannên Kobanî, bi riya Rûdaw hev dîtin û hev naskirin.

Di roja 5ê Tebaxa 2020an de, dengbêj û kemanîstê ji Kobanî, Mihemed Xelîl Xazî, Hemedê Dûman di 91 saliya xwe de, li nexweşxaneyeke Enqerê li Turkiyê jiyana xwe ji dest da, û ji ber rêkarên li hember veyrûsa Corona, ew li gundê Ziyaretê li Herêma Sirûcê ya Bakurê Kurdistanê, û li ber sînorê herêma Kobanî hate binax kirin, lê li gorî tembiya wî, biryare rojekê bo bajarê Kobanî were veguhistin.

Hewlêr: 24-01-2022

Rêzenivîsên Imer Kalo “Ji Rûpelên Kobanî”:

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin