Duhok: Navenda Îsmaîl Beşîkçî hat vekirin

Duhok: Navenda Îsmaîl Beşîkçî hat vekirin

Li Başûrê Kurdistanê li Zanîngeha Duhokê Navenda Îsmaîl Beşîkçî ya ji bo vekolînên mirovî hate vekirin.

A+A-

Civaknasê binav û deng ê Tirkiyê û dostê kurdan Îsmaîl Beşîkçî, di dema vekirina Navenda Vekolînên Mirovî ya Îsmaîl Bêşîkçî de da xuyakirin, ku pêwîste di nava guhertinên herêmê de gelê kurd cihekî baş bigre û dewleta xwe ava bike.

Li Zanîngeha Duhokê Navenda Îsmaîl Beşîkçî ya ji bo vekolînên mirovî hate vekirin û di vê navendê de yekemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya liser mijara “Kurdistana piştî şerê DAIŞê, pirsa nasname û sînoran”, birêve çû. Ji Kurdistan û cîhanê 40 vekoler û akademîsyen beşdarê konferansê bûn.

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî 17 sal û 2 heyvên jiyana xwe, ji ber nivîsên xwe yên liser doza kurdî, di zîndanan de derbas kiriye. Beşîkçî yek ji nivîskarê berniyas ê biyanî ye, ku bi awayeke eşkre behsa çrenivîsa Kurdistanê dike.

Bêşîkçî di dema vekirina navendê de ji Rûdawê re got; “Divê kurd jî di nav malbata neteweyên cîhanê de cihê xwe bigre. Weke mînak hinek dewlet hene, ku hejmara şêniya wan tenê milyonek e. ji ber çi mafê kurdan nebe ku bibin dewlet? Ewên behsa biratiya kurdan dikin, divê mafên wan jî nas bikin. Kurd jî dixwazin di nav guhertinên nû yên herêmê û cîhanê de cihê xwe bigrin û bibin dewlet.”

Konferansa ku li Navenda Vekolînên Mirovî ya Îsmaîl Beşîkçî tê sazkirin, dê 2 rojan bajo. Rojeva konferansê paşeroja Kurdistanê ye.

Rêveberê Navenda Vekolînên Mirovî ya Îsmaîl Beşîkçî Neşwan Şukrî jî got; “Konferans piralî ye û ji Almanya û Brîtanyayê mêvan hene. herwiha ji Tirkiyê mamosta Îsmaîl Beşîkçî hatiye.”

Beşek ji mêvanan konferansê ew kes in, ku ezmûna wan di mijara pozberî û nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye. Bi nêrîna wan pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê siyasî ne yan jî bi siyasetê hatine tamdan.

rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin