Du kesên din li ser kuştina polîsekê kurd hatin girtin

Du kesên din li ser kuştina polîsekê kurd hatin girtin

Ji ber kujmek dirav serê wî jêkiribûn!

A+A-

Navenda Nûçeyan - Du kesên din jî li ser kuştina wî polîsê kurd li Kerkûkê hatin girtin.

Roja 24 vê mehê polîsekî kurd bi navê Behcet Mihemed, serjêkirî hatibû dîtin.

Polîsê Kerkûkê ragihand, wan piştî girtina jinekê li ser kuştina wî polîsê kurd, du kesên din jî girtine û tevahîya tohmetbaran li sûcê xwe mukir hatine.

Li gorî agahîyên polîs, wan tohmetbaran tenê ji ber xatirê milyonek û 500 hezar dînar ew polîsê kurd bi awayekî hovane kuştibûn!

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin