Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dr. Omer Şêxê û Xwendina bi Zimanê Kurdî

A+A-

 

(Dikim diyarî ji zimanheza hêja Incil Delecuk re)

Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve, ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê me kirine û dikin.. Roja îro çendî em bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin û lê xwedî derkevin, wiha em hebûna xwe a Kurdî diparêzin..

Mebesta min ji vê nivîsandina li dor Dr. Omer Şêxê û hezkirina wî ji zimanê Kurdî re ku, ez wek nameyekê ji doktor, endizyar, parêzer û rewşenbîrên kurd re pêşkêş bikim. Ewên ku di malên xwe de bi zimanê kurdî xeber didin û xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî nakin..

Dr. Omer Şêxê, ji sala 1990î ve zimanê kurdî dixwîne û propagenda ji xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî re dike.. Ez wî ji bijîjkên Kurd yên cuda dibînim û wî wek nimûne şanî wan didim.

Ew, di nav kurdên Rojava, di warê bijîjkiyê de yek ji pêşengên bijîjkên kurdan yên pêşî ye.. Ew nemroya çara ye piştî Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza, Dr. Qasim Miqdad Cemîl Paşa û Dr. Dara Arif Beg Abbas. Wî jî, digel van hogirên xwe, derman û çareserî ji êş û nexweşiyên xelkên Cizîrê re, bi tev netewên ku têde dijîn daye nasîn û ew rehet kirine.

Dr. Omer Şêxê; bi koka xwe ji Êzidiyên eşîra Bilika ye, bapîrê wî misilman bûye û ew di sala 1939an de li Cizîrê gundê (Bitenê), başûrî Amûdê çêbûye. Xwendina xwe di bijîjkiyê de di zankoyên Misrê û Sûriyê bi dawî aniye. Di sala 1967an de yekemîn kilînîk li Dêrikê vekiriye, paşê li Derbasiyê û Til Temir û ji sala 1976an kilînîka wî li bajarê Hesekê bû ta ku di sala 2005an malnişîn bûye. Û niha mala wî li bajarê Amûdê ye û xelkê belaş derman dike.

Her û her daxwaza wî, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ye.

Ez jî, ji dil û can spasiyên xwe ji Dr. Omer Şêxê re pêşkêş dikim û dibêjim; xwezî doktor, pispor û zanayên me bidin ser şopa wî..

Geşbînim ku îro li Qamişlo du bijîjk û endazyarekî me dane ser vî rêka pîroz û bi kurdî dinivîsînin, ew jî evin: Dr. Diyaa Receb, Dr. Mihemed Elî Ebdê/ (Dr. Memo Ebdê) û Endazyar Newaf Abdullah.. Debe hin din jî hebin.. Spas ji tevan re.

Dawî, bi min xweş e bêjim; Eger em bi zimanê dagirkeran siyaseta xwe, rewşenbîriya xwe û danûstandina xwe yên rojane pêk bînin, dêmek ew keşayetiya me wek gelê kurd nîne û tev serhildan, raperîn û bizavên gelê Kurd di ber azadî û serxwebûnê de şaşî û nezanî bûn..!! Û di encam de pêdiviya me bi Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî, Bedirxaniyan, Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û Goran nîne û dawî taybetiya me wek gelê Kurd namîne. Ma em bi destê xwe Mem û Zîn, Ferhad û Şêrîn, Siyamend û Xecê bingor bikin, zargotina xwe a ku temenê wê bi hezarê sala ye bişewitînin..?!!

Silav ji Dr. Omer Şêxê re û ji tev kesên wek wî zimanhez re..

1502317-717055675046996-426634348235966436-o.jpg

Konê Reş, Qamişlo, 09.11.2020

Önceki ve Sonraki Yazılar