Dr. Nûredîn Zaza li Lozanê bi merasîmekê hate bibîranîn

Dr. Nûredîn Zaza li Lozanê bi merasîmekê hate bibîranîn

Siyasetmedarê Kurd Dr. Nûredîn Zaza di salvegera 32yan a wefata wî de, li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi merasîmekê hat bibîranîn.

A+A-

Dr. Nûredîn Zaza ku yek ji damezrînerê yekem partiya siyasî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê PDK-S ye, li Lozanê ji aliyê rêveber û endamên PDK-Sê û nûnerên partiyên Bakurê Kurdistanê ve hat bibîranîn.

Li gor nûçeya K24ê Endamê Polîtburoya PDK-Sê Nafê Beyro di merasîma bîranîna Dr. Nûredîn Zaza de got: “Wek Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye, me dît ku erkekî netewî ye li ser milê me ku roja koçbarkrina Dr. Nûredîn Zaza vejînin. Me partiyên siyasî, rêxistinên cemawerî vexwandin vê merasîmê. Ev erkek li ser milê me ye, ji berk u Dr. Nûredîn Zaza jiyana xwe hemû ji bo doza kurdî terxan kiribû.

Xanima Dr. Nûredîn Zaza, Gêlbert Zaza di merasîmê de dibêje; “Gelekî xweşhal im ku îro dibîjim hejmarek ji xelkê li vir amade bûne û girêdayî doza xwe ne. Herwiha dibînim ku çawa gel û olên din jî diparêzin, ev karekî erênî ye û Kurdistan bi vî awayî bi hêz e. Spas ji gelê kurd ê dilsoz re.”

Ji gelek partî û rêxistinên Kurdistanî, peyamên bîranîna nemir Nûredîn Zaza hat pêşkêşkirin: bi taybet ji Bakurê Kurdistanê ji Cano Amedî, Îbrahîm Guçlu, Sînan Çîftyürek, Latîf Epozdemîr, Mustafa Ozçelîk û Mesût Tek mesajên bîranîna Nûredîn Zaza hatin bi lêvkirin!"

Di vê derê de behsa peyaman dikir.

Dr. Nûredîn Zaza kî ye?

Dr. Nûredîn Zaza sala 1919an li gundekî navçeya Madenê ya bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd, di sala 1930î de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Di sala 1957an jî yek damezrênerê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê bû.  

Dr. Nûredîn Zaza li ser destê rêjîma Sûriyê ya wê demê rastî zîndanîkirin û eşkencedan hat. Piştre jî di sala 1971an de koçberî Swîsrayê bû û li bajarê Lozanê cihê ku xwendina xwe lê kiribû, xebata xwe berdewam kir.

Di sala 1988an de dilê Dr. Nûredîn Zaza rawestiya û xatir ji kurê xwe Şengo û xanima xwe ya Swîsreyî, dilsoza Kurd û Kurdistanê Gelbêrt Favêr Zaza û gelê Kurdistnê xwest û li goristana bajarê Lozanê bi xakê hat spartin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin