Dr. Mehmûd Ebbas: Pilana di navbera Rûsya û Tirkîyê de 

Dr. Mehmûd Ebbas: Pilana di navbera Rûsya û Tirkîyê de 

.

A+A-

Dr. Mehmûd Ebbas

Di ser ku piraniya cavnehêrê siyasî gotin ku ti lihevkirin çênebûna, di navbere Rûsiya û Tirkê de, û wilo jî di navbere Amerîka û Rûsya de, li ser herêma Kurdî û pêşeroja Rêveberiya xweser. Lê di van rojên dawî de, tê xwiyanîkirin, ku yan lihevkirin çêbûna, yan jî çêdibin.

Vekişandina laşkerê Tirk, û paşxistina êrîşa wê, li gor ku medya li ser diaxivê, ne dûra, li ser projena li hev hatibin.

Roj bi roj hêza Rejîmê dikevê cografiya Rêveberiya xweser de, û daxwaziyên Rûsya ji rêveberiyê girantir û hişktir dibin. Yek ji daxwazên wê, HSD gereka xwe ji hin deveran vekşênê, de ku leşkerê Rejimê bikevê dewsa wan de.

Gihaya wê astê, Rûsiya berî du roja ji Rêveberê xwest rê bide hêza Rêjîmê da bikevê herêma Menbecê de, yan ji wê çarçovê bombebarankê!

Heya çi warî ev zirtên han rastin! wê bêna xwiyanî kirin di rojê nêzîk de.

Hemberî vê daxwazê pisporê Amerîkî bê deng dimînin, ji ber wilo pirs derdikevin.

  • Gelo Amerika sozan dana Erdogan di civîna dawî de?
  • Yan jî lihevhatineka leşkerî di navbere Amerîka û Rûsiya de çêdibê?
  • Gelo Amerika dixwazê ji Rojavayê Kurdistanê derkevê?
  • Gelo dixwazê sucekî ji xwere peydekê? da hindirwê Amerika, û bi teybet partiya Komar dijî Koçka Sipî (rêvebiriya J. Biden) nerabin, û wek problêma Avganistanê dûbara nebê, ya ku hişt polê Dimoqrata di nav milet de dakevê.
  • Gelo ji ber wilo pasporê Amerikî Rêveberiya xweser tehfdidin ku daxwaziya gift û goyê ji Rejima Esed bikê?

Yan leyistikeka Siyasî li dûv heya? Di nav de, belkî, destpêka lihevhatineke leşkerî bê; di navbere Amerika û Rûsiya de, li ser pirsgrêka Sûrî, û wê bibê destpêkirina gift û goyên siyasî. Wek hatiya xwiyakirin ku Berpirsê Rojhilata Navîn li Encûmena Asayişa Neteweyî ya Amerîka Brett McGurk û Nûnerê Serokê Rûsyayê Sergey Vershinin li Cinêvê bi civin, di civînê de dê çend mijarên girêdayî rewşa Sûriyê gotûbêj bikin.

Problêma Rêveberiya xweser ya herî hesaniya bê ser rastkirin di warê siyasî de, ji ber ku problêmên Rikberê (Sazîyên Musilman ên kevneperest) wê neyên ser rastkirin bi riyên siyasî, şer riya yekemîne di pêşeroja wan da. Û ev çaraserî tê rawistandin ji ber metrsiya koçbera, yên ku wê ji heremên wan (Idlib) berê xwe bidin Tirkiyê, û ev yek ji problêmên herî giranin li ser pişta partiya Erdogan, û wilo jî ji Ewrope re.

Amerika (Riverberya Biden) Xweş dizanê ku Rêveberiya xweser bighê pêwendîna bi Rejîmê re yan jî bi Rûsiya re, wê bibê destpêka derketina wana ji Sûrî.

Û wilo jî destpêka lawazkirina Rêveberiya xwesre, yan ji serdariya wê bimênê di çarcoveya teng de.

Di hemberê vê zelalê de, em dûr nabînin, ku Amerika û Rûsiya wê li hev bikin ji bo mana wê di Rojhilatê çemê Firatê de, ji bonî milîsê Iranî xûrtir nebin di hermê de û metrsiyê zêdetir nekin li ser parastine Israyêl.

Li ser dexwiyanên medya dawî, mirov dizanê ku di sikakên diplomasî tarî de, hin lihevkirin bûne, di navbere Rûsya û Tirkiyê de:

  • Lê Amerîka wê bihêlê wek wan guhertinên ku (belkî)li Menbêjê yan Til Rifaatê bêne kirin, li Rojhilatê Firatê çêbibin?
  • Wê Amerika bihêlê li Rojhilatê Firatê hêzên Rejîmê û pêra Milîsê Iranî bibne ên sereka, û hêzên HSD ên têne naskirin wek beşek ji leşkerê hevpeymanya navdewletî, derkevin û bêna windakirin yan bê sermiyan bimênin?

Heya vê demê, hemî axavtin û daxwiyanîyên ku derketina ji berpirsiyarên Amerikî, dijî projeya Rûsî û Rejimê na, û nayê xweyakirin ku payimanin wilo di navbere Amerika û Tirkîyê de çêbûna yan wê çêbibin, yan li ser hatibin giftûgo kirin.

Pirsên herî giran, di vê çarçovê de, ên ku Rêveberya xweser gereka li ser bisekinin:

  • Wê Rêveberiya xweser karibê, bi tena xwe, Rûsya qayêl bike, de Rêjim bikevê gift û goyan de bi wan re, û wek ku herkes dizanê iro yek ji sisiya ji cografiya Sûrî di destê HSD ê de ya, lê beşekî pir mezin ji tevgera Kurdî li derve ye?
  • Rêvebariya xweser wê pirsgrêka miletê Kurd bike yek ji mijarên herî giring, Di navbera xwe û Rejimê de? Û ev (problêma Kurd ya netewî) ji Amerikara pêşkêş tire ji avakirna herêmeke Sosiyalist navdewletî.
  • Amerika û Rûsiya, û berpirsyarkî ji Netewên Yekbûyî wê bibin wek çavnehêran li ser civînên wan? Ji ber ku wek em dizanin Partiya Baas û herdû Rejimên Esed her tim dijî miletê Kurd û pirsgrêka wan natewî bûn.
  • Amerika wê heel bide ku hêza kurdî dê amadebibe di gift û goyan de?
  • Tirkiya wê bihêlê gift û go çêbibin di navbera Rêveberiya xwesr û Rejîmê de?
  • Tevgere Kurdî wê bikaribê şandekê bi navê miletê Kurd damezirênê, hemberî pilanên Tirkiyê û Rûsya û berdestikên wan? Di dema ku dawiya pirsgrêka miletê Kurd li Surî tê plan kirin di navbere dewlatên kiring de, bêhtir li gor daxwziya dagirkerên Kurd, bi teybet dema ku tevgera Kurdî di nakokên navxweyî de winda dibê.

Dr. Mehmûd Ebbas

Amerîka

[email protected]

10/11/2021

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin