'Doznameya girtinê' pêşkêşî HDPê hat kirin

'Doznameya girtinê' pêşkêşî HDPê hat kirin

.

A+A-

Dadgeha Bilind doznameya girtinê ku ji aliyê Dozgeriya Giştî ve hatiye amadkeirin, pêşkêşî HDPê kir. HDP jî amadekariyên parastineke berfireh dike li dijî wê dozê.

Dadgeha Bilind a Tirkiyê doznaneya ku bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) amade kiriye, pêşkêşî partiyê kir.

Di wê doznamê de ku ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Dadgeha Bilind ve hatiye amadekirin û ji nêzikî 900 rûpelan pêk tê, daxwaza girtina HDPê û danîna qedexeya siyasî bo 451 berpirs û endamên wê partiyê tê kirin.

Li gor zanyariyan li hember vê doznameyê, Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirov a HDPê ketiye nav tevegrê û amadekariyên parastineke berfireh destpêkirine.

HDPê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ev dozname wek `êrişeke siyasî` binav kir.

HDPê tekez jî kir ku ew dê li dijî vê dozê ne tenê HDPê, lê demokrasî û hiqûqê jî biparêzin.

Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî, roja 21ê Hezîrana 2021ê bi armanca lêkolîna derbarê doznameyê de civiyabû û bi tevahiya dengên endamên dadgehê biryara qebûlkirina dosyeyê dabû.

Li gor Maddeya 69 a Destûra Tirkiyê, bo girtina her partiyeke siyasî, birrîna beşek an hemû hevkariyên xezîneya dewletê ji ser wê partiyê, ji 15 endamên Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê, divê 10 endam dengê erê bo biryarê bidin.

Heyeta Dadgeha Destûrî daxwaza dozger Bekîr Şahîn a ji bo blokekirina hesaba bankî ya HDPê jî gotûbêj kiribû û ew daxwaz red kiribû.

HDP bo amadekirina parastina xwe dikare daxwaza demeke zêdetir bike. Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî biryarê li ser daxwaza HDPê ya dirêjkirina demê dide. Piştî HDP parastina xwe pêşkêş dike, Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahin derbarê îdîanameyê de nerîna xwe tîne ziman. Ew nerîn ji HDPê re tên şandin û piştre di wan rojan de ku Dadgeha Destûrî destnîşan dike, bi awayekî rasterast li Dadgeha Bilind Bekir Şahin daxuyaniyê dide û karbidestên HDPê jî parastina xwe dikin.

(Rûdaw)  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin