Doza gorên komî birin AYM'ê

Doza gorên komî birin AYM'ê

Gora komî ya 41 endamên PKK'î lê hatibûn definkirin 22 salin nayê vekirin. Malbatan ji bo gor bê vekirin û cenazeyê xwe bigirin dê serî li AYMê bidin. Malbat û Parêzerê malbata Hozan Hogir ji bo cenazeyê Hagir birin serî li AYM'ê da.

A+A-

Gora komî ya 41 endamên PKK'î lê hatibûn definkirin 22 salin nayê vekirin. Malbatan ji bo gor bê vekirin û cenazeyê xwe bigirin dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Malbat û Parêzerê malbata Hozan Hogir ji bo cenazeyê Hagir birin serî li AYM'ê da. 

 

Li gundê Kelehê ya girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê di 23’ê cotmeha 1998’an de êrişa hewayî pêk hatibû. Di operasyonê de lêkolînera Alman Andrea Wolf û hunermendê kurd Hozan Hogir (Cazim Tatar) jî di nav de 3 jin 41 endamên PKK’ê jîyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê 41 PKK’îyan 22 sal in di gora komî de ye. Hêj cenazeyan radestî malbatên wan nakin. Li gorî agahîyên gundîyên derdorê dane malbatên hin cenazeyan serî li meqamên fermî dan. Lê tevî ewqas dem bi ser re derbas bû jî hemû serlêdan bêencam man. 

 

Malbata hunermend Hozan Hogir û parêzerê wan ji bo vekirina gora komî û testa DNA’yê bê kirin 3 caran serî li dozgerîyê dan. Lê ji ber encam negirtin vê carê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Di her serlêdana malbatê de jî dozgerîyê ango dadgerîyê biryara “dozvenekirinê” da. Dozgerîya Komarê ya Şaxê dem bi dem got “ewlehîya herêmê nîne” û dem bi deman jî got “delîl têrê nakin” biryarên ku pey mijarê neyê ketin da. Malbata Hozan Hogir herî dawî di 2020’an de serî li dozgerîyê da û carek din dozgerîyê bi hêceta “delîl têrê nakin” û xwesteka malbatê red kir.  Li ser vê yekê parêzerê malbata Hozan Hogir, Tûran Ece serî li Serdozgerîya Komarê ya Wanê da û îtîrazî biryara dozgerîya Şaxê kir. Parêzer Ece bi daxwaznameyekê xwest ku gora komî vebibe û malbat bigihîjin cenazeyên zarokên xwe. Ece di serlêdana xwe de dîyar kir ku biryarên ji bo gorê tên girtin li dijî pernsîbên qanûnî yên netewî û navnetewî ne. Ece got lêpirsînek bi aktîf nehatîye birêvebirin û xwest biryara “pey neketinê” were rakirin.

 

DADGEHÊ JÎ RED KIR 

 

Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Wanê biryara dozgerîyê di cih de dît û serlêdana îtîrazê ya parêzer red kir. Li ser vê yekê malbata Hogir û parêzerê malbata Hagir serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. 

 

ÎFADEYA ESKERAN BANDOR NEKIR

 

Parêzerên malbatê di serlêdanê de gotin: "Di hemû serlêdanan de dadgehê biryara bê şopandinê da. Ji ber ku darizandinek çalak û adîl nehatîye kirin em bawer dikin ku maf hatîye binpêkirin. Dozgerîyê di lêpirsîna 9 salan de tenê serî li îfadeya eskerên tev li operasyonê bû girt. Eskerên ku îfade dan gelekan dîyar kirin ku tev li şer nebûne. Li gorî agahîyên fermandar daye, divê lêpirsîn bê kurkirin. Lê li gel vê yekê dozger lêpirsînek kûr nekirîye. Di belgeyên ku şandin AYM''ê û di navde îfadeyên eskeran hene gelek tiştan ronî dike. Dema Serdozgerê Şaxê îfadeya Fermandarê Tabûra Cendirmeyan a Wanê R. A., girt wiha gotibû. "... Ez wekî Fermandarê Tabûra Cendirmeyan a Wanê tev li operasyonê bûn. Şer heta serê sibê ewam kir. Serê sibê piştî hewa ronî bû, eskeran li zevîyê lêgerîn kirin. Li gorî bi bêtelên agahî dan, ez fêr bûm ku nêzî 40 teroristin hatibun kuştinç Li alîyê din min bihîst ku Hêzên Ewlehîyê ya Şirnexê ya li Başûrê me ye jî gotin 5 an jî 6 teroristin teslîm bûne. Min kesên teslîm bûn û hatin kuştin nedît...." 

 

Dîsa di îfadeya Fermandarê Cendirmeyan Astegmen H.G. jî wiha hatîye gotin: "Gelek dem di ser bûyerê re derbas bûye. Di serdema eskerîyê de, ez tev li gelek operasyonan bûm. Em wekî tîm çûn cihê bûyerê. Eskerên pêşeng ên li gel min di şer de bûn. Li jêra me şifektek hebû. Ji bo em teroristan bê tesîr bikin me bi çekên giran gule berda şikeftê. Me her tim banga teslîm bibin dikir. Lê disa teslîm nebûn. Dîsa gule berdan me. Piştî em gihiştin ber derîyê wê nêzî 3 4 terorîstên ku bê çek destê wan li ser serê wan dersetin derve. Tê bîra min ku yek jê jin bû. Lê nizanim ew jin bîyanî bû ya na. Piştî 3-4 terorîst teslîm bûn, eskeran got êdî pêdivî bi we tune û hûn dikarin biçin. 

 

4-5 KES BI SAXÎ HATIN GIRTIN

 

Parêzerê dozê yê malbata Hozan Hogir Turan Ece ku serî li AYM'ê da; têkildarî serlêdanê wiha got: "Di îfadeyê 2 kesên bi rutbe yên der barê bûyerê de, aşkere dîyar dikin ku di opeasyonê de 4-5 kes bi saxî teslîm bûne. Di girteka cihê bûyerê de jî tê gotin ku li qada ku tê gotin cenaze lê hene, 26 cerdevan şandine herêmê. Lê serî li îfadeya van cerdevanan nedane. Ev nîşan dide ku dozger der barê bûyerê de lêpirsînek çalak nemeşandîye. Disa dozger bi awayekî rêk û pêk nivîs ji Fermandarîya Cendirmeyan a Şaxê re şandîye û xwestîye ku herêm ewle ye ya na. Lê eskeran her tim gotîye herêm ne ewle ye û lêpirsîn şolî hiştîye. Lê di îfadeyê eskeran de jî tê gotin ku bûyer 10 kîlometre li dûrî Şaxê pêk hatîye. 9 salan pet keşif nehatîye kirin. Ev ne li gorî aqil û hiş e. Dîsa îfadeya rêxistinên navneteweyî û Eren Keskîn û gundîyên ku gotin amade ne şahidîyê bikin nehatîye girtin. Divê dadgeh biryarek li gorî edaletê bide." 

 

DER BARÊ BÛYERÊ DE 

 

Li gundê Kelehê ya girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê di 23’ê cotmeha 1998’an de êrişa hewayî pêk hatibû. Di operasyonê de lêkolînera Alman Andrea Wolf û hunermendê kurd Hozan Hogir (Cazim Tatar) jî di nav de 3 jin 41 endamên PKK’ê jîyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê 41 PKK’îyan 22 sal in di gora komî de ye. Hêj cenazeyan radestî malbatên wan nakin. Li gorî agahîyên gundîyên derdorê dane malbatên hin cenazeyan serî li meqamên fermî dan. Lê tevî ewqas dem bi ser re derbas bû jî hemû serlêdan bêencam man. 

 

MA / Adnan Bilen

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin