Salih Ince

Salih Ince

Nivîskar
Yazarın Tüm Yazıları >

Doza ”Ermenistana Mezin” dibe sebeba tifaqa sîyasî ya kurd û tirk

A+A-

Di sedsala 19an da doza sazkirina dewletên netewî gavbigav geş bûbû. Li ser axa Dewleta Osmanî, serhildana doza netewetîya serbixwebûnê ya ewil sala 1804, li Sirbistanê dest pê kir. Ermenî û kurd jjî doza netewetîyê kirin. Ermenî, zûtir xwe bi rêxistinî kirin. Fikrên netewetîyê di nav civata kurd da lawaz bû. Wê demê kurd serdestê civatê bûn. Desthilardarê duvê ya li ser civata Kurdistanê kurd bûn. Bi gotineke dî, kurd serdestê bindestîyê bûn Doza sazkirina dewleta Ermenistana Mezin kêşeyek nû di navbera kurd û ermenîyan da peyda kir ku ew îro jî berdewam e. Doza ermenî neçû serî û di sala 1915an da, bi komkujîyek trajîk şikîya.  Îttîhadî, sîyaseta xwe bi ser xistibûn. Ermenî, ji wê demê virda her sal 24ê nîsanê wek komkujîya ermenîyan bi bîr tîne û ew di qadek navnetewî da zindî digre. Swêd jî têda parlementoyên hin dewletan  komkujîya ermenîyan  pejirandin.

Partîya sosyal emokrat a Swêdê, sala 2009 di kongreya xwe da komkujîya ermenî, asûrî/ suryanî, romî û pontûsîyên yunanî û hwd pejirand û biryar da ku, bixebite da ku di parlamentoya Swêdê û welatên Yekîtîya Neteweyan da jî biryarek bi vî rengî derbikeve. Sala 2010 heman biryar di parlamentoya Swêdê da jî hat girtin.  Daxwazname, ji alîyê 6 parlamenterên çar partîyên parlamentoyê hatibû pêşkêş kirin.  Yek ji wan 6 kesan Yılmaz Kerimo bû(bi eslê xwe suryanî ye),  ku di partîya  sosyal demoqratan da sîyaset dikir.

Daxwazî, wuha hatibû motîve kirin:  Di sala dawîyê ya împaratorîya Osmanî da gelkujîya(folkmord) ermenî û asûrî/suryanî/keldanî,romî, pontûsîyên yunanî û yên din  pêk hatin. Gelkujî, li Rojhilata Anadolê, li Tirkîye ya îro pêk hatibû. Êrîş û qetlîamên li ser mesîhîyan yên bi salan gîhabû asta xwe ya herî bilind û hema hema dawî li medenîyeta mesîhîyan hat anîn.

Xwedîpêşnîyaz, dîyar dikirin ku,  biryarek erênî,  dê rê li ber qetlîamên nû li ser suryanîyan bigre û alîkarîya dîyalogê bike.

Ev daxwazî jî dîyar dike ku suryanî di vê xebatê da gelek çalak bûne.

Komkujî-gelkujî li parlamentoya Swêdê bi dengek, bi erêkirina dengê parlamenterek bi ser ket. Ew jî dengê keça kurd Gulan Avcı bû ku parlamentera partîya liberal( liberalerna) bû. Di dengdanê da, di nava lîberalanan da yekdengî tune bû. Gulan, bi biryara xwe dengê erêkirinê dabû.  Ew dengê wijdana wê bû. Bapîrê Gulan axa bûye. Gulan, lêborîna kirê bapîrê xwe jî kir û ew di rojnameyan da jî derket. Ew lêborîn ne ji bo bapîrê xwe tenê, ji bo hemû kirên nexweş bû. Sembolîk bû. Tirk, gelek dijminahîya wê kirin. Gulan, hewildanek mirovane nîşandabû. Miheqqek ew, gelek tişt ji bavê xwê Zîya bihîstbû. Kurd ji vê hewildanê sebilind bûn. Rexneyek ku, tu çima usa tevdigerî, nehatibû kirin. Ji ber ku civata kurd li Swêdê li dijî komkujîyê xwedî helwest bûn.

Nifşê me ji bermayîyên cîranên xwe ermenî baş hayîdar bû.  Şopa ermenîyan li her derê welatê me xuya dikir. Bi hezaran bajar û gund ava kiribûn, bax û bexçe çinandibûn. Dostanîyek wan û kurdan gelek baş jî hebû, kesên zinetkar, avakirê jîr bûn û di demek kurt da tune bûbûn. Gelek kurd,  ji kirên xwe poşman bûn, wan bi xemgîî dianîn ziman, bi ber xwe diketin. Miheqqek hin ermenî jî ji kirên xwe yên nexweş poşman bûn. Wan jî, bi doza tolgirtinê gelek kurdên bê sûc û guneh kuştibûn.

Suryanî, komkujîya xwe jî xistibûn nava biryarê.  Lê mixabin komkujîya kurdên êzîdî nedihat xuya kirin. Doz, li ser mesîhîyan digerîya.

Komkujîya ermenî ket nava kitêbên perwerdehîyê û suryanî vê yekê ji bo xwe jî dixwestin. Biryara ku li Swêdê hatibû girtin, li Hollada û dewerek federalî ya Avûstûralyayê jî hatibû girtin.

Suryanî, komkujîya xwe bi vêjeya Seyfo(şûr) bi nav dikin.

Li Dêrsimê jî gel ji ber etnîsîte û bawerîya xwe hatibû kuştin. Sala 1938, li derdora 40 hezar kes bi hovane hatibûn kuştin. Dêrsim, hatibû dorpêç kirin û hêzên ezmanî û bejayî gelkujî kiribûn. Xelqên sîvîl, di şikeftan da bi gazê hatibûn jehrî kirin. Navê êrîşa sala 1937an tedil û tenkil bû. Sala 1938 navê wê kırin temizlik hareketi(tevgera paqijkirinê). Serokvezîr İsmet İnönü, di parlamentoyê da digot, me doza xwe bi ser xist, rêber û asîyên serhildêr ji nav bir. Lê kemalî, bi vê yekê qaîl nebûn, İnönü birin û Celal Bayar anîn şûna wî û sala 1938 biryara temizlikê dan. Sala 1938, li gor reqama resmî ya Genel Kurmayê 13806 kes hatibû kuştin. Lê, lokolînên bi salan hejmara kuştiyan 40 hezar kes nîşan dide. Sala 1938, sala gelkujîya Dêrsimê ye. Bi deh hezaran mirov sirgûn kirin. Zarok, dê, bav ji hev veqetandin, di nav malên tirkîaxêv da belav kirin ku bên pişaftin. Mixabin salvegera jenosîdê ya73 an bi têra xwe nehat rûreşkirin.

Suryanî, tawanbarîya herî giran dibin ser axa, şêx û begên kurdan. Hin kesên wan qala camêrîya hin kurdan jî dikin û dibêjin, hin kurd, jîyana xwe xistin xeterîyê û suryanîyan nedan destê dewletê. Şêx Fetullah dever bi dever digerîya û ji cendirme û xelqe dixwest ku jîyana mesîhîyan biparêzin. Her usa nimûneya Berzan Botî didin ku ew, axa suryanîyan ku dest dabû ser, li wan vegerandibû. Ahmet Türk jî li Mêrdînê, di wextê hilbijartinê da, di komeleya suryanîyan da lêborîna xwe xestibû.

Bervajî dîyalogxwazên suryanî, hêzek rijîd û dijminane jî heye ku daîm berê xwe dide kurdan û yekalî wan mehkûm dike. Bi taybetî jî ewên ku bi xeyala Dewleta Asûrî ya mezin dijîn û tevdigerin û li benda wê keysê ne, vê yekê dikin.

Suryanîyên Kurdistanê di salên 1975-1976an da bi girseyî hatin Swêdê. Hinekên wan ji Sûrîyeyê hatin û bi agahîyên ku tehda li wan heye îcazeya rûniştinê girtin. Konsolosê Swêdê li Şamê İngmar Karsson, her çiqas di rapora xwe da dida zanîn ku tehdayek usa li ser wan tune ye, dîsa jî suryanîyên Sûrîyeyê îcazeya rûniştinê girtin. Karlsson, wextê zarokên Cegerxwîn hatin Swêdê, daxwaza îcazeya rûniştinê kirin, bi neheqî heman tiştî rapor kiribû. Lê em li dij derketin. Bi rastî jî rewşa suryanîyan li Sûrîyê, ji ya kurdan baştir bû. Ji ber vê yekê suryanî ”tehdeya kurdan” li ser xwe lê zêde dikirin ku ew jî ne rast bû.  Suryanî di bin parastina fransîyan û paşê di dema BAASê da xwedî mafên xwe bûn. 

Suryanî, li Swêdê bi granî li şaredarîya Söderteljeyê bi cîh bûn. Giranîyek wan li wir çêbû. Herçi suryanî mesîhî ne û swêdî  teleransê şanî wan dida, raggare (serserîyên hippy) yên swêdî bi hatina suryanîyan a girseyî aciz bûn û çend caran avêtin ser taxa wan. Suryanî, xwe dan hev, şerek mezin qewimî. Suryanî liber xwe dan. Ew, bi  hatina xwe ya Ewrûpayê, doza Seyfo(şûr) komkujîya ser xwe geştir kirin. Ji ber vê yekê doza xwe jî xistin nava qirkirina ermenîyan. Mixabin,, qirkirina kurdên êzîdî û elewî bê nav wek, her wekî din hatibû nivisandin.

Hêzek bi navê ADO( Assrian Democtatic Organization) ya suryanîyan heye. Rêxistin, li Qamişlo, sala 1957 hatiye damezrandin û doza sazkirina dewleta Asûrîya Mezin dike û rêyek neaştîyane jî dabû ber xwe. Yên ku digotin em suryanî ne, zorê li wan dikirin. Digotin, na em asûrî ne. Suryanyek bi navê Aslan Noyan ku li Swêdê, di qada şaredarîyê da sîyaset dikir û digot em suryanî ne, bi kutanê  hatibû kuştin. Sal baş nayê bîra min, lê berbi salên dawîyê ya 1970 bû. Masmedîya gelek bi ser vê bûyerê da çûn. Şikek mezin li ser ADO hebû û ji ber vê yekê ADO li Swêdê,  di nav suryanîyan da hat tecrît kirin. Nuha ADO li qamişlo çalak e û carna digel YPGyê di nav kêşeyê da ne. Doza wan a dewleta Asûrî ya Mezin kêşeyek nexweş peyda dike, rê li ber dîyalogê digre.

Nasyonalistên asûrî ji dêra ortodoksa suryanî ne razî ne û rexneyên giran li keşeyên xwe dikin. Li Swêdê jî digotin, dêrên me nayêlin asûrî doza dewletek asûrî  bikin. Ew dibêjin, em suryanî ne û suryanîyên her welatê  divê bê şer, hevgirtî, li gor adetên xwe aştîyane bijîn.

Kurd û ermenî  hezar sal wek cîran bi xweşî û nexweşî digel hev jîyanek derbas kiribûn. Divê em qebûl bikin ku mesîhî ji hakimîyeta îslamî zerar dîtin. Wê demê li Kurdistanê feodalî hakim bû, dîn rolek gelek mezin dilîst. Sîstemek axa, beg, serf hebû. Lê ew li her derê cîhanê usa bû. Li welatê me jî mesîhî, ji ber dînê xwe bindest ketibûn, rewşek giran peyda bûbû.  Min di nivisa xwe ya Li Kurdistanê Feodalîzm da( binêre Rûpela Nû) bi dirêjayî qala vê yekê kirîye.

HDP piştî danezana Bidenê ragîhand ku, divê îdî tirk bi qirkirina ermenîyan rûberû bibin. Pir neçû nijadperestên tirk cardin gef li kurdan xwarin: Li kalikên xwe vegerin. Ev gefxwarin ne nû ye. Ev, ji bo bêdengkirina kurdan daîm hatîye bikaranîn û bê şik dê were bi kar anin. Ji ber ku tirk kêşeya sîyasî ya kurd û ermen baş zane û wê wek şûrê Demokles li ser serê kurdan wekî hêlanekek dihêlîne û dibêje: Ermenî çav li axa we ye.

Belê, Bakurê Kurdistanê, li ber çavê ermenîyên dozbir Ermenistana Rojava ye. Ev e ku  tifaqek weşartî an eşkere di navbera kurd û tirk da pêk tîne.

Kurd, di nav pêvajoyek dûrûdirê da, ji derdora çîyayên Zagrosê berbi rojavayê qada çîwarê xwe berfirehtir kirin.  Ermenî, hem li hin deverên Rojhilata Navîn, hem jî li Anadolê dijîyan. Li gor agahîyên dîrokzanan kurd, piştî îslamîyetê, ji Çemê Sasonê derbasî rojavayê çem bûn û sînora kurd û ermenîyan a kevnar jî pêra xira bû û herdû gel bê sînor bûn cîran, digel hev jîyan.

Kurd, ku îslamîyetê qebûl kirin, bûn yek ji desthilatdarên herêmê. Bi têkçûna Dewleta Bîzansî li herêmê bindestîya ermenîyan her çû zêdetir bû rastîyek. Desthilatdarîya kurd li ser ermenîyan di demek kurt da pêk nehat. Herçi dewletên xanedanî ya îslamî yên kurd desthilatdarîyek mezin pêk anîn jî, dawîya desthilatdarîya ermenîyan bi temamî pêk nehatibû. Bi tekçûna qralîyeta Ermenîstanê ya Klîkyayê sala 1375, pişt li ermenîyan hat şikandin. Bi desthilatdarîya osmanî ev prosesê xurttir bû. Desthilatdarên îslamî ji bo zêdekirina nifûsa  sunnîyên misilman, hin eşîretên kurd jî anîn herêmê . Nifûsa herêmê jî bi xurtî diguhurî. Neteweperestîya ermenî li ser doza ”welatê kevnar ” dihat têkûzkirin. Ev ideala welatê kevnar di wextê neteweperestîya sedsala nozdehan da şerê li rastîya herêmê dikir ku ew jî bû sebaba ji bin têkçûna ermenîyan.  Garo Sasonî, di kitêba xwe ya Dîroka Kurdistanê da (kurd û ermenîyek digel hev li Swêdê wê tercumeyê tirkî kirin) xeyala kevn ya Ermenistanê hêna jî diparast. Sasonî, Kurdistanê du parçe dike: Kurdistana kevnar û ya nû. Li gor vê bawerîyê, Kurdistana nû li ser axa Ermenîstana Mezin sazbûbû.

Ermenî mixabin li ser doza Ermenîstana Mezin  asê bûn.  Rastîya herêmê ew bû ku kurd serdest bûn, hijmarek giran pêd dianî.  Dê kurd, çawa doza Ermenîstana Mezin qebûl bikira. Ev ne mimkin bû. 

Wextê ûris, fransî, înglîz doza Ermenistanê dan pêş û wê kirin pirsgrêkek navnetewî, kurd jî di dema herî neçar a osmanî da bûn dîlê ber destê Dewleta Osmanî. Herçi beşek kurd ji sîyaseta İttihadî ya nijadperest aciz bûn jî, ji ber doza Ermenîstana Mezin digel îttîhadîyan tevgerîyan. Reaksîyona kurd ji nezanîyê zêdetir, li ser rasyonalîteyek sîyasî pêk dihat.  Peymana Parîsê, doza ermenîyan dikir û ji Dewleta Osmanî dixawast ku ermenî ji kurdan biparêze.  Ew jî dihat  wateya dawîanîna serdestîya kurd a feodalî. Di Peymana dizî ya Sikes Pikot da plana Rusya, Britanya û Fransa xweştir eşkere bû. Ew her sê dewlet dixwestin statuya heyî biguhurin. Di Peymana Sewrê da Ermenîtana Mezin hatibû nexşekirin. Her usa li ser Xeta Fransî planek veşartî ya dewletek suryanî jî hebû.  Ji ber vê yekê xebata kurdan a sîyasî li ser dijberîya vê xetê meşîya. Wextê Şerîf Paşa li Sewrê digel ermenîyan doza kurdistanê dikir, ji ber vê sedemê bi rehetî hat dîskalîfîye kirin. Kurd ji serdestîya xwe nedihat xwarê û statuya heyî diparast.

Ermenî bi dehsalan e ku dixebite  komkujîya ser xwe  di qada navnetewî da bide pejirandin.  Yek ji hêza mezin ku li hember vê dozê tevdigerin cihû ne. Yek ji sebaba wê jî eve ku, cihû dixazin dinya bes digel mexdûrîyeta wan mijûl bibin, wê digel komkujîyek din parve nekin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin