Doza Denîz Poyraz hat paşxistin

Doza Denîz Poyraz hat paşxistin

.

A+A-

 Rûniştina duyemîn a doza Onur Gencer ê ku keça Kurd Denîz Poyraz di avahiya HDPê yê Îzmîrê de qetil kiribû, hat paşxistin.

Duyemîn rûniştina doza kuştina keça Kurd Denîz Poyraz ku di êrîşa ser avahiya HDPê yê Îzmîrê de hatibû kuştin, îro 24ê Çileya 2022an li Şeşemîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê birêve çû.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, hinek parlamenter û endamên HDPê, parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu û endamên saziyên civakên sivîl û partiyên siyasî beşdarî dozê bûn.

Gelek rêxistinên mafên mirovan û saziyên hiqûqê xwestin mudaxîlî dozê bibin. Daxwaza hevpar a rêxistinên ku xwestin mudaxîlî dozê bibin ew bû ku doz di çarçoveya “sûcê li dijî mirovahiyê” de bê meşandin.

Heyeta dadgehê qebûl kir ku malbata Denîz Poyraz, parlamenterên HDPê û Serokatiya HDP'ê ya Îzmîrê beşdarî dozê bibin lê daxwaza beşdarbûna yên din red kir.

Heyeta dadgehê piştî guhdarkirina şahidan biryara berdewamkirina girtina bersûc Onur Gencer da û doz bo 29ê Nîsana 2022an saet 09:00an hat paşxistin.

Onur Gencer ê 27 salî 17ê Hezîrana 2021ê demjimêr 11:05 li navçeya Konakê, êrişî avahiya HDPê kiribû û Denîz Poyraz kuştibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin