Dosyeyên rakirina parêzbendiya 9 parlamenterên HDPê ji Wezareta Dadê re hatin şandin   

Dosyeyên rakirina parêzbendiya 9 parlamenterên HDPê ji Wezareta Dadê re hatin şandin  

.

A+A-

Piştî ku derbarê 9 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û cîgirên fraksyona wê partiyê Meral Danış Beştaş û Hakkî Saruhan Oluç jî di nav de ne, li ser “bûyerên Kobaniyê” dosyeyên lêpirsînê (fezleke) hatin amadekirin, ew dosye ji bo rakirina parêzbendiyê, bo Wezareta Dadê ya Tirkiyê hatin şandin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand, piştî ku têkildarî lêpirsîna bûyerên Kobanî, îddianameya derbarê 108 kesan de ku hevserokên HDPê yên berê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ne, ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li ser heman dosyeya lêpirsînê, di derheqê hejmarek parlamenterên HDPê de ku di heman demê de endamên Komîteya Navendî ya Rêveber a HDPê ne, dosyeyên lêpirsînê amade kirine.

Li gor heman çavkaniyê, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û 8 parlamenterên HDPê de dosyeya lêpirsînê amade kiriye û daxwaza rakirina parêzbendiya wan parlamenteran dike.

Tevî Pervîn Buldan, dosyeya lêpirsînê ji bo Cîgirên Serokê Koma HDPê li parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş û Hakkî Saruhan Oluç, parlamenterê Amedê Garo Paylan, parlamentera Stenbolê Huda Kaya, parlamenterê Wanê Sezai Temelli, parlamentera Mêrdînê Pero Dundar, parlamentera Mêrsînê Fatma Kurtulan û parlamentera Izmîrê Serpîl Kemalbay Pekgozegu hatiye amadekirin û daxwaza rakirina parêzbendiya wan hatiye kirin.

Îro dosyeyên lêpirsînê yên derbarê her 9 kesên HDPyî de bo Wezaret Dadê ya Tirkiyê hatin şandin. Biryar e ew dosye paşê ji bo parlamentoya wî welatî jî bêne şandin û li wê derê biryar li ser rakirin an nerakirina parêzbendiya wan parlamenterên HDPê bê dayîn.

Bi egereke zêde tê çaverêkirin, ji ber ku pirnaiya kursiyên parlamentoyê di destê hevpeymaniya desthilatdar a navbera AK Partî û MHPê de ye, parêzbendiya parlamenterên HDPyî bê rakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin