Donald Tusk: Ev ne agirbest e, teslîmkirina Kurdan e

Donald Tusk: Ev ne agirbest e, teslîmkirina Kurdan e

Serokê Encûmena Ewropayê daxwaz ji Tirkîyê kir, demildest hêzên xwe ji navçeyên Kurdî yên li bakurê Sûrîyê paşde vekişîne û ragihand, lihevkirina Amerîka û Tirkîyê ne rêkeftin lê belê radestkirina Kurdan e.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Serokê Encûmena Ewropayê daxwaz ji Tirkîyê kir, demildest hêzên xwe ji navçeyên Kurdî yên li bakurê Sûrîyê paşde vekişîne û ragihand, lihevkirina Amerîka û Tirkîyê ne rêkeftin lê belê radestkirina Kurdan e.

 

Donald Tusk rêkeftina Amerîka û Tirkîyê ya şeva pêncşemê ya ji bo rawestandina êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê bi tundî rexne kir û ragihand, ev rêkeftin "agirbesteke rasteqîn nine", berovajîyê vê yekê neçarkirina Kurdan bo teslîmbûnê ye.

 

Tusk got, ev rêkeftina Amerîka û Tirkîyê sepandina bi zorê ya corek ji kapîtolasyonê bi ser kurdên li bakurê Sûrîyê ye.

 

Donald Tusk ku di konferanseke rojnamevanî de piştî civîna serkirdeyên Yekîtîya Ewropayê li Brukselê diaxivî, tekez kir: "Şert û merc bi tevahî zelal e. Tişta ku jê re agirbest tê gotin, tiştek nîne ku em li bendê bûn. Ev di rastîyê de agirbest nîne, lê belê daxwazeke sepandina kapîtolasyonê li ser Kurdan e."

 

Serokê Encûmena Ewropayê destnîşan kir, ku ev rêkeftin nayê qebûlkirin û got, pêwîst e hêzên Tirkîyê demildest ji navçeyên bakurê Sûrîyê paşde vekişin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin