Dominique Mass: Kurd xwedî çandeke dewlemend in

Dominique Mass: Kurd xwedî çandeke dewlemend in

Konsolê Fransayê yê li Hewlêrê Dominique Mass erka xwe ya li Kurdistanê temam kir û dê vegere welatê xwe.

A+A-

Dominique Mass dibêje piştevaniya Fransayê ya ji bo Kurdan dê berdewam bike û herwiha diyar dike ku welatê wî peywendiyên li gel Kurdistanê li ser bingeha berjewendiyan ava nekiriye û radigihîne li gor vê yekê Fransa dê her dost bimîne li gel Kurdan.


 

Dominique Mass, bersiva pirsên Rûdawê da:


 

Gelek welatiyên me ji ber wernegirtina vîzeya Fransayê, bi gilî û gazind in. Sedema vê yekê çiye ku hikûmeta Fransayê bi awayekî erênî bersiva serlêdanên vîzeyê nade?


 

Li Herêma Kurdistanê hejmareke zêde ya xelkê dixwazin geştên xwe bikin bo Fransa û Ewropayê. Ev rewş me kêfxwe dike. Wergirtina vîzeyê bi qasî ku tê gotin ne zehmet e. Em her roj zêdetirî 100 serlêdanên vîzeyê werdigirin. Sala 2014an me 2 hezar û 500 serlêdanên vîzeyê wergirtin, sala 2019an jî em dê 19 hezar serlêdanên vîzeyê werbigirin. Em li gel kompaniya VFS ji bo wergirtina serlêdanên zêdetir di nav hevkariyê de ne. Ji sedî 50 serlêdanan bi awayekî erênî tên bersivdayîn. Em dixwazin zêdetir vîzeyê bidin hemwelatiyên Herêma Kurdistanê. Lêbelê bi giştî em rastî 2 pirsgirêkan tên. Ya yekem; em di nav dosyayan de rastî gelek belgeyên sexte tên. Pirsgirêka din jî; Ew kesên ku vîzeya Fransayê werdigirin li şûna Fransayê geştên xwe bo Almanya û Swêdê dikin. Ciwan jî ji bo li Fransayê îqameyê werbigirin û sûdê ji yasayên penabertiyê werbigirin serî li vîzeyê didin. Min serdana kampeke li bajarê Dankerkê kir. Ez li wê derê rastî hejmareke zêde ya koçberên Kurd hatim. Hewl didan bi awayekî ne yasayî îqameyê werbigirin. Grûpeke ji wan jî armanca wan ew bû ku biçin bo Brîtanyayê.


 

Ew belgeyên sexte yên ku hûn behsa wan dikin çi ne?


 

Derbarê belgeyên sexte de hûn li gel Têkiliyên Derve an Navxweyî biaxivin dê baştir be. Ji ber ku lêkolînên pêwîst ew dikin û ew di derbarê vê mijarê de xwedî zanyariyan e ka kîjan belge sexte ye an ne sexte ye. Herwiha lêkolînên wan hene bê ka kîjan kompaniya geştyariyê bi belgeyên sexte kar dikin. Li aliyê din beşeke xelkê ku bi niyeteke pak dixwazin geşta xwe bikin bo Fransayê jî dibin qurbaniyên armancên van kompaniyan û vîzeyê wernagirin. Ew kompanî li hemberî wergirtina vîzeyê 2 hezar dolaran pere ji hemwelatiyan werdigirin. Lêbelê lêçûna bo serlêdana vîzeyê bi giştî 90 dolar in û ew pereyê jibilî vê tê wergirtin dizî ye. Hinek kesên niyetxerap bi vê rêyê pere ji xelkê werdigirin. Pêşniyazeke min ji birayên min ên Kurd heye ku ti baweriya xwe bi wan kesan neyînin. Em dikarin tenê bi awayekî garantî vîze bidin we. Tenê Komara Fransayê bi awayekî misoger dikare vîze bide we.


 

Li Herêma Kurdistanê çend kompaniyên fransî hene?


 

Di destê me de hejmareke teqez nîne, lêbelê gelek  kompaniyên Fransayê li Herêma Kurdistanê karên xwe birêve dibin. Li vê derê kompaniyên ku ev heyameke dirêj e bi awayekî aktîv karê xwe dikin hene. Lêbelê li Kurdistanê ofîsên wan nîn in. Ya herî girîng çi ye hûn dizanin? Di dema şerê li dijî DAIŞê û wê heyama zehmet a piştî wê, ti kompaniyeke fransî ji Kurdistanê derneket. Kompaniyên me ji bo ku xebatkarên xwe ji kar dernexînin, hemû derfetên xwe pêşkêş kirin. Ji bo ku derfetên kar ên zêdetir bo ciwanên Kurdistanê dabîn bikin, xebitîn. Mezinbûn û pêşketina kompaniyên Fransayê li vê derê bo me cihê kêfxweşiyê ye. Lêbelê rewşeke wiha jî heye; hevalên me yên li vê derê, dema bi gotinê be dibêjin, ‘Fransî dostên me ne û em ji wan hez dikin, ji ber hindê em dixwazin li gel kompaniyên Fransayê kar bikin.’ Lêbelê di pratîkê de rewş ne wisa ye û li gel aliyên din kar dikin. Ez hêvîdar im bi pêşdeçûna rewşa Kurdistanê gelek kompaniyên Fransayê dê li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin. Herwiha bi heman awayî ez li bendê me kompaniyên Kurdî jî li Fransayê karên bazirganiyê bikin.


 

Kompaniyên fransî herî zêde di kîjan warî de bi awayekî aktîv kar dikin?


 

Di warên cuda de bi rengekî aktîv kar dikin. Di warê kozmetîkê de branta Yves-Rocher û weke zincîre marketan jî Carrefour li vê derê bi awayî aktîv xwedî rol in. Di heman demê de di warê cotyariyê de kompaniyên fransî li vê derê ne. Renault li Kurdistanê cihê xwe girtiye. Branta cilûbergan Lacostê, branta Lavarc a çîmentoyê û Danon û fîrmaya şirînayiyê li Kurdistanê xebatên xwe birêve dibin.


 

Kîjan kompaniyên Herêma Kurdistanê li Fransayê kar dikin?


 

Heta niha ti fîrma nîn in. Lêbelê em xwedî wan projeyan in ku di pêşerojê de kompaniyên Kurdistanê jî li Fransayê karên xwe bikin. Ez hêvîdar im ew kesê tê şûna min jî wê diyaloga ku me bo anîna kompaniyeke geştên asmanî ya Fransayê bo Kurdistanê dabû destpêkirin, berdewam bike. Em dixwazin di navbera Kurdistan û Fransayê de geştên yekser hebin.


 

Heyamên borî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat avakirin. Ditîna we li ser vê mijarê çi ye?


 

Li Herêma Kurdistanê çi ji ber şerê DAIŞê be, çi ji ber sizayên hatibûn sepandin be û herwiha ji ber pirsgirêkên din, hemwelatiyên Herêma Kurdistanê di qonaxeke zehmet re derbas bûn. Niha em careke din dibînin ku xweşguzarî vegeriyaye û rewşa aborî jî ber bi asayîbûnê ve diçe. Em dikarin bibêjin ku pêşerojeke ronahî li bend wan e. Dîsa jî ew berpirsyariya dikeve ser hikûmeta nû tê dîtin ku zehmet e. Ji ber ku di heyama hilbijartinê de sozên bo xizmetkirineke baştir dan. Welatî jî li bendê ne hikûmeta nû wan sozên xwe bicih bîne. Di heman demê pêwîst e ev atmosfera baş a di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê pêşdebirin. Divê ev diyalog wisa berdewam bike ku xizmeteke baştir bê dayîn. Di van demên dawîn de tişta bala min kijand ew e ku baweriya ciwanan bi hikûmetê kêm bûye. Hejmareke zêde ya ciwanên Kurd bo ku biçin Ewropayê serî li mafê penabertiyê dan. Herwiha gelek ciwan beşdarî hilbijartinan nebûn. Ji ber hindê, bidestxistina baweriya van ciwanan divê erkeke sereke ya hikûmetê be. Ji bo pêşdebirina azadiya xweîfadekirinê li Herêma Kurdistanê û ji pêgeha Kurdistanê bihêztir bibe, divê ciwan di polîtîkayê de xwedî roleke aktîvtir bin. Me jî di vê heyamê de taybet jî bi xebatên hunerî xwest, bo ciwanan bibin hêvî.


 

Hûn pêşeroja peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê çawa dibînin?


 

Gelê Kurd û gelê Fransayê dostên hev in. Di rojên baş û xerab de jî dê her dost bimînin. Peywendiyên me yên dostane digihin dema Serok Şaril Dîgol. Em li gor berjewendiyên xwe polîtîkaya xwe naguherînin, dostaniya me dê berdewam bike. Em dost in li gel Herêma Kurdistanê. Di heman demê de dostaniya me li gel Iraqê jî heye û têkiliyên me yên baş hene. Dema me di mehên Mijdar û Berfanbarê yên sala 2017an me pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê kir, wê demê ji bo pêkanîna bingeha diyalogê, me rast dît ku pêşwaziyê li Serokwezîrê Kurdistanê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî jî bikin. Em bûn navbeynkar ku li ser heman maseyê rûn in û gotûbêjên xwe bikin. Ji bo berdewambûna diyaloga Hewlêr û Bexdayê em dê bo hêsankarî û diyalogê her li vir bin.


 

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di kêmkirina rageşî û aloziyên di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de ku piştî referandûma serxwebûnê ji ber êrişên 16ê Cotmehê rû dabûn, roleke mezin lîst. Gelo Fransa, dê vê mîsyona xwe ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam bike?


 

Hemû  îşaret wê nîşan didin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan atmosfereke baş heye. Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî kesekî têgihiştî ye. Hikûmeta nû ya Kurdistanê jî xwedî wê ferasetê ye bo çareserkirina kêşeyên li gel Bexdayê. Ji ber hindê ez erênî dibînim. Divê em jibîr nekin bo ku Hewlêr û Bexda di heman xala hevbeş de kom bibin, em di proseyeke ku em dikarin bibêjin ‘serdema zêrîn’ e de derbas dibin. Ji ber ku Bexda jî xwediyê wê îradeya çareserkirina pirsgirêkan e û herwiha Hewlêr jî. Hûn jî dizanin li vî welatî guhertinên bi lez çêdibin. Geşedanên nû dibe vê proseyê têk bibin. Ji ber vê yekê divê her kes bi baldarî tevbigere. Ji bo lihevkirinê di vê serdema zêrîn de fersendek heye. Eger di van şert û mercan de li hev nekin, ev fersend dê ji dest biçe û bo heyameke dirêj heman derfet bi dest nakevin.


 

Fransa di hevpeymaniya dijî DAIŞê de şirîkekî girîng bû. Zanyarî hene ku DAIŞê dîsa dest bi liv û tevgerê kiriye. Ti planeke hikûmeta Fransayê hene bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge?


 

Rast e zanyariyên derbarê berdewamkirina gefên DAIŞê de hene, hêzên me yên leşkerî xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê birêve dibin. Heta ku hikûmetên Kurdistanê û Iraqê daxwaza derketinê nekin, hêzên me dê rahênana Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê berdewam bikin.


 

Di ser êrişkirina Artêşa Iraqê bo ser deverên nakok re 2 sal derbas bûn. Ji wê demê heta niha li wan herêman seqamgirî pêk nehatiye. Bê seqamgirî û bê asayîşiya wan deveran valahiyeke emnî çê kiriye û ev yek jî rê dide ku DAIŞ dîsa dest bi tevgera xwe bike. Nêzîkahiya Fransayê ya derbarê wan deveran de û herwiha bo çareseriya pirsgirêkên li wê deverê nexşerêya we çiye?


 

Em geşedanên li herêmê helbet dişopînin, taybetî jî di warê emnî de. Em piştevaniya biryarên Netewên Yekgirtî (NY) yên derbarê van deveran de dikin. Em li vir bibîr dixin ku pêwîst e hemû rayedar pabendî yasa û destûrê bin. Bexdayê sala 2017an ragihand ku divê pabendî bi destûrê bê kirin û rêz lê bê girtin. Nêrîna min a şexsî ev e; Divê karbidest bikevin nav dîtina rêyeke nû ya bo çareseriyê. Ji ber ku bicihkirina madeya 140ê bi dengekî erê an na, çareser nabe û bicihkirina vê madeyê jî zehmet dîbînim.


 

Hikûmetên Amerîka û Brtînayayê ji bo xwendina xwendekarên Kurd li wan welatan bûrs û kontenjanan didin. Bernameyeke bi vî awayî ya Fransayê heye?


 

Ji bo ku xwendekarên Herêma Kurdistanê li zaningehên li Fransayê xwedî derfeta xwendinê bin, di demeke nêzîk de, ku çaverê dikim di Îlonê de be, di navbera Wezareta Bilind a Xwendinê û Fransayê de dê yadaştnameyek bê îmzekirin. Beşeke lêçûnên xwendekarên master û doktorayê dê ji aliyê hikûmeta Fransayê ve bê dabînkirin.


 

Niha hejmareke zêde ya Kurdên Êzidî di rewşeke koçberiyê de ne. We ji bo kêmkirina êşên Êzidiyan çi gav avêtin?


 

Fransayê ji sala 2014an ve mazûvaniya nêzikî 6 hezar Mesihî û Êzidiyan kir û em dê berdewam bin li ser vê yekê. Lêbelê helbet pêşiyê divê em yên xwedî pêdivî werbigirin. Hikûmeta Fransayê ku polîtîkaya wê ya sereke ye, hewl dide ew kes li Herêma Kurdistanê û Iraqê di nav jiyaneke aram de bin. Ji ber vê yekê me di rojên bihorî de li Mûsil û derdora wê navendên ji bo dabînkirina kar ava kirin. Bi Weqfa Alîkariyê ya Nadya Mûrad, em dê Nexweşxaneya Şingalê restore bikin.


 

Hûn çi xebatan ji Herêma Kurdistanê re pêşniyaz dikin bo danasîna Keleha Hewlêrê?


 

Ez nikarim li ser navê Hikûmeta Kurdistanê biryarekê an pêşniyazekê bidim. Ji bo me ya girîng xebatên çandî ne. Weke berê, em niha jî bi heman stratejiyê li ser rêya xwe ne. Ji bo ku em bo hejmareke zêdetir ya ciwanan bibin hêvî, em dê xebatên xwe zêde bikin. Keleha Hewlêrê, di nav mîratên cîhanê de cih digire. Me weke Fransayê restorasyona xaniyekî ku di warê çandî de girîng bû, li xwe girt. Xebatên derbarê 7 cihên geştyariyê yên li Kurdistanê berdewam dikin. Bi muzeyên Silêmanî û Duhokê xebatên me berdewam dikin.


 

Di vê heyama ku hûn li Kurdistanê man, ditîn û boçûnên we yên derbarê ziman û çanda Kurdî de çi ne?


 

Li Herêma Kurdistanê çandeke dewlemend heye. Gelek aktorên çandî ên dewlemend jî hene lêbelê mixabin ji ber şerê DAIŞê û sizayên li ser Kurdistanê,  gelek ji wan xwe kişandine quncikê xwe. Di encama xebatên ku me kirine de, me dît ku çandeke dewlemend li vir heye. Di dema encamdana festîvala muzîkê de me dît ku grûpên muzîkê yên serkeftî hene. Herwiha li Herêma Kurdistanê grûpeke rockê jî heye. Li Silêmanî û Duhokê hejmareke galeriyên hunerê hene. Ev hemû hêvîder in.


 

Ev heyameke dirêj e hûn li Kurdistanê ne û we xwarinên Kurdî xwarine. We herî zêde ji kîjan xwarinê hez kir?


 

Min herî zêde ji xwarina Maqlûbe hez kir. Li vê derê dayikekê ez her roj vedixwandim bo xwarina dolme. Bi ya min ji xweştirîn xwarinên cîhanê ye. An jî ez dikarim bibêjim min xweştirîn dolmeya cîhanê xwar.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin