DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest

DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest

.

A+A-

DMME’yê têkildarî girtina Selahattîn Demîrtaş ê ji dosyeya Kobanê hat girtin ji Tirkiyê parastinê xwest. 

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), têkildarî girtina ji dosyeya Kobanê a duyemîn a Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji hikumetê parastinê xwest. DMME’yê gumana maqûl a girtinê, spartiye hêcet û dema maqûl an na, azadiya derbirînê û qedexeya girtina bi armanca siyasî hatiye binpêkirin an na pirsî. 

DMME’yê di rûpela xwe de vê yekê ragihand û ev ji aliyê ji parêzerên Demîrtaş, Ramazan Demîr û Benan Molû li ser medya civakî hat belavkirin. Molû got: “Di nava pirsên ragihandine hikumetê de serlêdana di dîroka 7’ê mijdara 2019’an de ya Dadgeha Destûra Bingehîn hêj girêdane biryarê, lêkolîn kirin e an na û ji bo Demîrtaş reya serlêdana takekes rêyek bi bandor e yan na jî hene.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin