Diyanetê xwest, qeyûm jî qebûl kir: Wê bi 22 milyonan du qurs bên çêkirin

Diyanetê xwest, qeyûm jî qebûl kir: Wê bi 22 milyonan du qurs bên çêkirin

.

A+A-

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê li Erxenî û Bismilê du qursên Qur'anê yên ên keçikan ên leylî ava bike. Maliyeta van qursan 22 milyon û 710 hezar TL ye. 

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê li navçeya Erxenî Bismilê bi 22 milyon û 710 hezar TL'yî du qursên Qur'anê yên keçikan ên leylî çêbike. Hat diyarkirin ku Miftîtiya Amedê ji qeyûm xwestiye ku van qursan çêbike. 

ÎHALE HATIN KIRIN 

Îhaleyên ji bo qursa Qur'anê bi dawî bûn. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ku li navçeya Erxenî û Bismilê du qursên Qur'anê çêbike îhale çêkiribû. Li gor agahiyên di EKAP'ê de cih girtine, maliyeta qursa Qur'anê ya dê li Erxeniyê bê çêkirin li dor 11 milyon û 415 hezar TL'yî ye û tê payin qurs di 7'ê Tebaxa 2021'ê de biqede. 

Qursa ku dê li Bismilê jî bê çêkirin maliyeta wê li dor 11 milyon û 295 hezar TL'yî ye. Şîrketa CVN Înşeatê îhale wergirtiye û tê payîn dê di 23'yê Mijdara 2021'ê de biqede. 

Erseya ku dê her du qurs li ser bên çêkirin bi giştî 10 hezar û 118 metrekare ye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin