Dîyalog her ji gotinên xerab û ji dijminantîyê çêtir e

Dîyalog her ji gotinên xerab û ji dijminantîyê çêtir e

Nîhat Akar

A+A-

Me weke PAK ji roja damezrandina xwe ve heta îro rêbazek danîye ber xwe.

Em dibêjin ‘’Yên dikarin bibin yek bila bibin yek. Yên nikarin bibin yek bila tifaq û hevkarîyan bikin. Yên nikarin hevlkarîyan bikin, bila di nav da û sitendin û dîyalogê de bin. Yên nikaribin di nav dîyalogê de bin, bila dijminatîya hev nekin’’.

Belê îro jî em her li ser vê rêbazê sîyasata xwe dimeşînin.

Dîyalog û dan û sitendin,her ji gotinên xerab, ji êrîş û pevçûn û şer û dijminantîyê baştir e, çêtir e.

Heyeteke HDPê çû Başûrê Kurdistanê.

Gava ku em li wan wêne û vîdeoyên belavbûyî temaşe dikin, ji me re qet xerîb nayê.

Vaye bi dehan car e, em dibin şahidê van wêne û vîdeyoan.

Û her carê jî hest û hêvî û xweşbînîya gelê me ya ji bo netewatî û aşîtîya navxweyî berztir û geştir û xurtir dibe.

Lê piştî ku seredan bi dawî tê, weke ku me ew wêne û vîdeo qet nedîtîbin, weke ku ew xewnek bû, em dibin şahidê tabloyeke din ku hemû xweşbînî, hêvîû hestên netewî yên gelê me ser û bin dike.

Ma gelo hinek dixwazin bi vê niyeta paqij a gelê me bilihîzin?

Belê weke ku meriv li tîyatroyeyekê an jî li fîlmekî temaşe bike. Yê pêşewazîyê dike naye guhertin; her Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ye. Lê yên ku tên cem Rêzdar Serok Mesûd Barzanî her carê têne guhertin. Her carê serokekî HDPê, DTKê, DBPê , li gel heyeteke cuda diçe seredanê.

Her carê jî bi xalîçeya sor pêşewazî li wan tê kirin. Tew vê carê piçekî cuda bû; Walîyê Hewlêrê çû pêşewazîya heyeta HDPê. Gelo ma çawa dibe? Walîyê bajarekîhere pêşewazîya heyeta partîyekê! Ew jî tiştekî balkêş e.

Û weke her carê, medyayên Kurdan bi mibalaxayeke mezin, weke ji nû ve dinyayê kifş dikin, wan wêne û vîdeyon belav dikin.

Em hêvî dikin ku vê carê encama senaryoya  vî  filmî yan jî vê tîyatroyê hatibe guhertin; ne weke yên berê bin.

Û em hêvî dikin ku vê carê bayê Kurdistana Azad weha bike ku, ne hêvîyên dewletbûn û serxwebûnê; lê wan gotinên ‘Partîya Tirkîyeyî’ yên ‘’Netewa Demokratîk, Welatê Hevbeş, Cimhûrîyeta Demokratîk’’ di nav zibilê dîrokê de birizin.

Û em hêvî dikin ku Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, ji alîyekî ve bila pêşewazî kirina xwe bike; lê ji alîyê din ve bila hay lê hebe ku, li Bakurê Kurdistanêîro hişmendî, rêbaz, hest û bawermendîya netewî û niştimanî ya ku ji dil û can, bêyî bazarî Rêzdar Serok Mesûd Barzanî diparêze heye. Lê ev hêz di nav ablûkaya Dewleta Tirkîyeyê û hişmendîya ‘Tirkîyeyîbûnê’de tê pelçiqandin.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, ji alîyekî ve bila pêşewazîya van heyetan bike;l  ê ji alîyê din ve em hêvî dikin haya cenabê wî  lê hebe ku, heta wê hêza netewî , niştimanî ya li Bakurê Kurdistanê xurtir nebe, her ev tîyatro dê berdewam be û dê xuşk û birayên me yên Başûrê Kurdistanê jî bi dilrehetî serê xwe wê daneynin ser balîfên xwe û wê her destê wan li ser dilê wan be.

Belê dîsa jî, di îhtîmala herî xerab de, senaryoya vî filmî, vê tiyatroyê her weke berê jî be; dan û sitendin û diyalog û herweha tîyatro û fîlm her ji gotinên xerab, ji êrîş û pevçûn û şer û dijminatîyê çêtir e.

Li Bakurê Kurdistanê, divê em bizanibin di bin sîya dara gûzê de tu gîha şîn nabe. Heyf e ku em rabin wê dara  xwe ya 200 salî bibin di bin wê dara ku nahêle em şîn bibin pûç bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin