Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Divê Kurd Peyvên Malikî Navêjin Piştguhê xwe!

A+A-

Li Başûrê Kurdistan hewlên amadekarî yên referandûm û serxwebûn a Başûrê Kurdistan,  gav bi gav bipêş de diçe. Hikumeta Kurdistan, di bin serokatî û Serokwezîrê Hikumeta Herêmê de, bi heyetên payebilind, têkilîyên navdewletî, di erkekî serkevtî de dimeşînin. Ji Urdun, dewletên Kendalên Ereban bigire, heta Bulgarîstan, Rusya û USA ev têkilî dimeşin.

Ji hêlekê de ev têkilî û amadekarîyên Kurdistan dom dikin.

Ji hêla din de jî dijminên Kurd û Kurdistan jî, ji bona pêşî lêgirtina referandûm û serxwebûnê, di tehdîdên hevpar de ne. Bi daxuyanîyên xwe, bi peydakirina nîfaqên nav kurdan û bikaranîna cûdatî yên nav siyaseta Kurd, bi hewldanên balkêş derdikevin pêşberî kurdan.

Armanc a van hêz û grûban, yek bi yek li ser yek meramê hevûdû temam dikin:

„Divê Kurd li ser axa Kurdistan nebin xwedî dewlet"(!)

Serokwezîrê berê yê İraq û serokê „Hizb El-Dawa û bi dijminatîya kurdan namdar, Nûrî El-Malikî,  daxuyanîyek da „Rojnameya Exbar" ya Lûbnanî û di daxuyanîya xwe de bi şîweyek eşkere gazî dijraberên kurdan kir û dibêje:

„Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dixwaze Kurdistana mezin ava bike û Îraq, Îran, Sûriya û Tirkiea parçe bike. Lewra pêwîste bi şîweyek tûn, her 4 dewlet, li dijî gavên Barzanî rawestin û rê neden siyasetên Barzanî yên tak alîyane û pêşî lê bigrin."(!)

Helbet bingeha vê daxuyanîyê, xwedî bingehek dîrokî ye. Her dem van herçar dewletên neyar, bi yek hewlê û bi şîweyek hevpar li henber Kurd û Kurdistan helwest girtine. Her dema ku Tevgera Kurd gihîştîye encamek serkevtî; van dewletan dev ji nakokîyên navber xwe berdane û bi yek helwestê, di warê siyasî û leşkerî de, li henber kurdan sef girtine. Ev helwest, bi perçekirin û dabeşkirina Kurdistan re bûye siyasetek hevpar a van herçar dewletan. Serê kîjan dewletê bi Tevgera Kurd re ketibe „tengasî"yê, ji hersê dewletên din alîkarî xwestîne!

Ew Nûrî El Malikî yê ku dixwest kurdan bi birçîbûnê terbîye bike(!), dixwaze vê qerta xwe bikar bîne. Vê carê bi vê qertê kurdan tehdît dike. Helbet bingeha vê tehdîdê heye û divê Kurd vê tehdîda Nûrî El-Malikî navên piştguhê xwe.

Mezinên me belasebeb negotine „dijminê xwe piçûk nekin ku, nebe sebebê bêtedbîrîya we!"

Nûrî El-Malikî di herêmê de kuçikê ber derîyê siyaseta Îran a Şîe ye. Li gor stratejîya Îran tevdigere. Hewlên Nûrî El-Malikî, divê wek hewlên Îran bên xwendîn û nirxandin.

Di çapemenîyê de sernivîsa nûçeyekê di vî warî de pir tiştan eşkere dike:

 „PKK, Îran, Sûriye û Heşda Şeibî li Hesekê civiyan"(!) (Rûdaw,31.05.2017)

Wek ku em dizanin, ev demeke Haşdî Şeîbî li derdorê Çiyayên Şingal di tevgerên leşkerî de ye. Hewlan dide xwe ku, derîyekî di navbera axa İraq û Sûrîye de veke ku, xwe bi hêsanî bigihîne hêzên BAAS a Sûrîye. Di vî warî de kî û Kijan hêz ji vê hewla Îran re alîkarin?

Navê kîjan hêzan derbas dibe?

Haşdî Şeîbî, hêzek Şîe ye û bi destê Îran perwerde û pirçek dibe. Li ser armancên stratejîya Şîe xwedî erk e. Li İraq piştgirê vê hêzê û fînansorê vê hêzê, Îran bi desthilatdarîya Nûrî El Malikî û Hizb El-Dawa têt meşandin. Malikî hêza xwe ji vir digire.

Hêza din PKK ye. Hebûna PKK li Şingal û armancên PKK di warê leşkerî de li Şingal; xizmetê ji vê xeta Şîe re dike û li gor stratejîya Îran li herêma Şingal bicîh bûye. PKK bi alîkariya Tehran û Bexdayê dixwaze Şingalê ji Başûrê Kurdistanê veqetîne û li gor stratejî a Şîe bikar bîne. Armanca damezirandina „Encumena Xweseriya Demokratîk" ku di armanca doza Kurd û Kurdistan de bêwateye, xizmetê ji vê stratejîyê re dike.

Di nûçeyê de eşkere dibe ku di vî warî de, di navbera van hêzan de, dan û stendinek heye li ser esasên vê stratejî ya Îran û Sûrîye .

Di nûçeyê de tê gotin ku:

„Artêşa Sûriyê, fermandarên Heşda Şeibî, Pasdaranên Îranê û berpirsên PKKê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê li hev civiyane."(!)

PKK li Şingal bicîh bû. Haşdî Şeîbî jî hat û dinig PKK de li Şingal ket sînorê Sûrîye û İraq. Bi hev re tevgerîyan û li Bajarê Hesekê  di bin serokatîya fermandarên Îran de civîn lidar xistin(!)

Ev eşkere dorpêçkirina hewlên çûna referandûmê û serxwebûna Kurdistan e. Dema ku em li dîroka daxuyanîya Nûrî El-Malikî û a vê civînê tînin ber hev, emê dibînin ku di yek demê de ev bi şiklekî organîzekirî dimeşe li henber serxwebûna Kurdistan.

Tehdîda Nûrî El-Malikî; tehdîda Îran, tehdîda Tirkîye, tehdîda Sûrîye û tehdîda İraq bi xwe ye. Hêzên ku di nav vê tehdîdê de cîh girtine di yek armanc û yek hewlê de hevparên. Divê Kurd van tehdîdan piştguh nekin û wek „propaganda hilbijartinan a Malikî"(!) nenirxînin.

31.05.2017

 
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin