Divê di referandûmê de helwest çi be ?

Divê di referandûmê de helwest çi be ?

M. Ali Yildirim

A+A-

Di derbarê referandûma nû û li ser sistema  hilbijartina sîstema serokkatîya Tirkiyeyê de  gelek nivîs û analiz tên kirin,  lê ez ji di xwazim çend nokta li ser vê babetê nerîn û remanê xwe  bînim ziman.

Nerînek : Hinek kês dibêjin kû ev referandûm ji bona me Kurdan tiştiki naynê û ne hevceyê Kurd bivin tarafê alîyekî .

„Ya rastî kîjan ji wan „ Erê“  jî „ Na“ jî  bê hilbijartin jî ji bo gelên Kurdistanê tu tişt wê di Destûra nû û ya kevn nêyê guhertin. Kîjan bê hilbijartin wê bibe Destûra sîstema kolonyalîst ku Kurdistanê dagirtiye, her weha gelê Kurd ji hemû mafên netewî-demokratîk bêpar hêştiye. Ne karê me Kurdaye kî, em li ser  serokkatîya sîstema kolonyalîst a dagirker çih sîstema Parlementerî ya ji sîstema serokkatîya Tirkiyeyê, divê nebe niqaşa me Kurdan.“

 

Nerînek din jî; her çiqas ji alîyekî ev gotinên kesên li jor tên  gotin û  li jor hatine rêzgirin rast bin ji, lê realîtêk din ya Kurdistana Bakur jî heyê û em gerek  ji bîrnekin li Kurdistana Bakur hina ziman û çanda me nayê qebulkirin.Loma  jî di bireveberîya  sîstema kolonyalîst ku Kurdistanê dagirtiye û partîyên wan ji bona me Kurdan hinek  ferqên biçûk bin ji  heyê. Minak: Em dikarin bêjin  di mesela  pirsa Kurd û Kurdistanê de di nava  Partîya MHP, CHP, HDP û AKP wek hevbigrin? Gelo di mesela Kurdan û gûhertinên li ser Kurdandê wextê di  desthiladarîya AKP ê û ya Kemalistan de  94 salan de wek hevin? Bê guman gelek ferq  di nava wan û sîyaseta  wandê hene û em nikarin wan ferqa înkar bikin û  nedînin.

Di sala 1980 an  de Dayîk û Bavên me li  girtîxana Amedê nikaribûn yek gotinêk Kurdî bi mere xeberbidin. Lê anha di bin şertên Avartê de  ji em civîn û çalekîyên xwe bi kemani li bin Ala Kurdî pêk tînin.
 


Li gorî baverîya min ji bona me Kurdan sîstema serokkatîye baştirê ji ya Parlementerîya Tirkîye. Di Parlementoya Tirkîye  de tu car Kurd nikarin bivin îxtidar û pirsgireka Kurdan di vê Parlementoyê  we neyê  halkirin. Lê di sîstama serokatîye de pirsgireka Kurd dikarê bi hesanî were çareserkirin. Ji xwê di sîstema serokkatîye de dikarê bi xwere sîstema ayaletîye ji bîne.

Mesele,  ne“ de Facto“  ya Erdogan bûna; ez sîstema serokkatîye ji bona me Kurdan baştir dibînim. Wexta navê Erdoğan tê meydane ez  ji ber we sedemê ji sistema serokatîye nikarim bêjim erê. Belki di rewşek dinde mesela serokatîye bahata pêş,, ye fikir û remanên min bi şiklekî din buna.

Em wek Kurd, em nikarin bêjin  ew dewleta kolonyalîst e û ne karê me ye ku em bibin şirîkê hilbijartina referandûmê û ya  serokkatîya  vê dewletê. Ger mirov bi vê nêrînê li pêvajoyê binêre, di eslê xwe de divê mirov  ji xeynî  hilbijatîyên Mahalî  pêve, beşdarî tu hilbijartinan nebe, di dezgehên vê dewletê de kar neke, eskerî neke, bacê nede, cuzdan û pasaporta vê dewletê neke bêrîka xwe û bi sedan û hezaran tiştên weha neke. Ger mirov weha bike, wê wextê mirov bi gotina xwe sadiq e û  ji xera xwedê re ev îmkanên me Kurdan  hebûna û  heger îmkan û rewş weha bûna. We çaxê ev nerîn rasbun û ev nerîna weha li ser seran ser çavan. Lê mixabin rewşa me Kurdên Bakur û realîta me tiştikî dine û em ji we realîtê pir durun.

Pirsa min ji hemû parti û kesên  di bêjin em xebatekî  legal ya Kurd û Kurdistanî  dikin. Gelo hilbijartinên Parlemento û hilbijartinên yên din ji eme „Boykut“ bikin ? Disa ême  bêjin dewleta kolonyalîst ku Kurdistanê dagirtiye, her weha gelê Kurd ji hemû mafên netewî-demokratîk bêpar hêştiye. Ne karê me ye da kî derê Parlementoya  sîstema kolonyalîst a dagirker. Ez  di xwazim ev hevalên di bêjin ku  em „boykut“, „Erê“ ya „Na“ bikin, nerîne wan li ser hilbijartinên din çihnê ?

Li gorî bawerîya min, bi kurtayî di derbarê hilbijartina referandûmê û  serokkatîya Tirkiyeyê de,  wexta  em sîyasetê li Kurdistana Bakur bikin û heya Kurdistan Azad nebê, ez di bêjim gerek helvestekî me  kurdan hebê. Loma ji ez dibêjim ji bona vê referandûma vê carê ya bas  „ boykot e „ Lê ji bona hilbijartinên din ez „boykutê „ rast nabînim.

Lê ya dawî ez di xwazim bêjim, di encamê de partîya me çi biryarê bide ezê li gorî wê tevbigerim.

 


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin