Dilawerê Zengî: Kurtedîroka Komeleya Xoybûnê

Dilawerê Zengî: Kurtedîroka Komeleya Xoybûnê

Xoybûnê wek rêxistin ji bo Kurdistaneke serbixwe tekoşîn dida, ev daxwazeke polîtîk bû. Lê belê Xoybûnê di dokumentan de û li ser kaxiz wek rêxistineke serxwebûnê xwe ne dida nasîn,

A+A-

 

Danasîna Komela Xoybûnê

 

Piştî têkçûna şoreşa Şêx Se’îdê kal di sala 1925 an de, dewleta Turk dest bi sîyaseta helandina bi darê zorê kir – ya ko bi sîyaseta tirkkirinê (tetrîk) têt nas kirin. Dasa şer, hişk û ter da ber hev. Bi destekî hesinî dest bi kuştin û wêrankirina gelek gund û bajaran kirin. Çek ji destê hoz û ‘eşîrên kurdan wergirtin. Berê agirê sitemkarîyê giha hemû warên jîyanê (aborî, civakî, sîyasî û rewşenbîrî)

Bi sedhezaran kurd dûrî welêt xistin. Kurdistan kirin dojeh. Gelek ji wan sîyasetmedar û welatparêzên kurd penaberî Sûrîyê, Îraq, Îran û Ewropayê bûn. Lê digel van karan tevan jî dewleta tirkan nikarîbû vîyan û hêvîyên kurdan ji hest û hizrê wan yê neteweyî bibire û rehên agirên serhildan û berxwedanên wan vemrîne. . Ew agirê ko li Çîyayên Cabikcûr, Farqîn, Sason û Agirîyê vêxistî mabû di şerê xwe de berdewam bû.

 

Dema ko welatperwerên kurd yên penaber bi çavên serên xwe dîtin bê çi bi serê gel û welatê wan hat û dijmin di hovîtîya şerê xwe de her berdewam e; biryara girêdana kongirekî giştî ji hemû welatparêz, xwedî civat û rêxistin, sîyasetmedar û rewşenbîr, beg û serokên hoz û ‘eşîran dan.

 

Giringîyek bi girêdana kongirekî giştî ji bo yekîtîya hêzên kurdan yên belavbûyî li ser pirogrameke yekbûyî hebû.

 

Damezrandina navendeke giştî ko cihê Stendina biryaran û piştgirîya şoreşa Agirî bike. Çi di warê aborî û leşkerî de be, û çi di warê sîyasî, diblomasî û piropaganda de be...

 

Xoybûnê wek rêxistin ji bo Kurdistaneke serbixwe tekoşîn dida, ev daxwazeke polîtîk bû. Lê belê Xoybûnê di dokumentan de û li ser kaxiz wek rêxistineke serxwebûnê xwe ne dida nasîn, li ser pertûkên xwe, weşanên xwe, destûra xwe de hertim Xoybûn- Rixistina netewî ya kurd bi kar tanîn, ev yeka jî gelek balkêş e.

 

Ewan welatparêzên kelecan û penaber kongirê xwe di 5ê çirîya pêşîn sala 1927an de li Beyrûdê- Bihemdûnê, girêdan. Di wî kongirî de çend biryarên dîrokî hatin sitendin. Hêjaye em wan biryaran bînin bîra xwe.

 

Biryarên kongreya Xoybûnê ev bûn;

 

1. Helkirina hemû civatên kurdî yên hene, û pêkanîna civateke kurdî ji hemû endamên kevin kom bibin û rê li ber endamên nû vekirî be

2. Şoreşan li dijî tirkan dirêj bikin, ta yek leşkerê tirk li ser axa kurdan nemîne

3. Berî pêxistina agirê şoreşa giştî, li ser van xalên jêrîn biçin

a) Ji bo hemû hêzên niştimanî ên kurdî, pêşewayê giştî destnîşan bikin

b) Rêxistina hemû hêzên şoreşgêrî li rêbazên leşkerî û cengawerî de baştirîn çekên şervanî di destên şoreşgêran de bin

c) Ji şoreşê re melbendeke giştî bê nîşankirin û ji bo hêza serkirdayetîyek bilind di çîyayekî ji çîyayên Kurdistanê ên bilind de bê danîn

4. Ligel dewleta Îranê û bi gelê faris re peywendîyên biratî û xweş girêdin

5. Bi herdu dewletan (Sûrîyê+Îraq) re peywendîyên xwe girêdin, û ew mafên li gora sekihên çavdêrî ko peyman û rêkevtinên dewletî bi kurdan dabûn, besin û doza tu mafên sîyasî yên din ji herdû dewletan nekin.

 

Di dîroka Xoybûnê de metoda xebat û çalakîyan

 

Xoybûnê, dest bi kar û xebata xwe ya neteweyî kir û bi serokên ‘eşîran, serdarên sîyasî û bi malmezinên kurdan re têkilî girêdan, û bi hev re dan û stendin; da ko li dema pêwîst amade bin

Xoybûn roj bi roj xebata xwe berfireh kir û bi kurdên derveyî welêt re têkilî girêdan

Nûner û endamên Xoybûnê li her çar perçên Kurdistanê û li derveyî welêt (Ewropa+Emerîka) çêbûn

Peywendî di navbera serkirdayetîya Xoybûnê û perçên Kurdistanê yên din de çêbûn

Xebat û çalakîyên Xoybûnê di warê leşkerî de.

 

Bi rastî em nikarin xebata Xoybûnê û şoreşa Araratê ji hev veqetînin, ji ber ko li dora çar salan (1927-1930) bi hev hatibûn girêdan. Em dikarin bibêjin ko berdewamkirin û geşkirina agirê şoreşa Agirî pareke mezin jê keda rêxistina Xoybûnê bû.

 

1. Şoreşa Agirî

 

Ihsan Nûrî paşa serkêşîya şoreşa Agirî bike, û ala kurdî û durişma civata Xoybûnê jê re rêkirin. Serokê şoreşa Araratê ev duriştimê ha kiribû nîşana efserên xwe û çîyayê Agirî kiribû nîşana leşkeran

Rêveberîya dezgehên bajarî bi serokatîya Birahîm paşayê Hisikî damezrandin.

 

Deverekî fireh vegirtin: “Ararata mezin û ya piçûk, cihên Torbax û Kelhê, Tendirok, Aldax, Mîlêc, Kêrik, Êrhebeş, Zîlan, Eyaxa, Barkêrê û Dîyadînê...

 

2. Pirojeya şoreşekê ji başûr-binxetê

 

Xoybûn şeva 3ê ser 4ê tebaxê sala 1930-î roja êrîşkirina ji başûr-binxet ber bi bakur-serxet ve biryar stendin.

 

Serkirdayetîya Xoybûnê enya şer ji Cerabulsê ko li ser ava Feratê dikeve, ta Endîwerê li ser ava mezin (Dicle); li ser şeş deveran ji rojava ta rojhelat bi ser endamên Xoybûnê de leva kirin.

 

1. Devera Kobanê: Bozan şahîn beg û birayê wî Mistefa beg serokên hoza berazan, û Osman Sebrî berê wan li Urfayê û Mereşê bû û yê Osman Sebrî ber bi hoza merdîsan here

2. Serê Kanîyê: Mehmûd begê Birahîm paşayê Milî ber bi Wêranşehir here

3. Devera Dirbêsîyê: Ekrem begê Cemîl paşa û Qedrî ber bi Mêrdînê herin

4. Devera Tirbesipîyê: Haco axa serokê hoza hevêrka ber bi cihê hevêrkan here

5. Devera Dêrikê: Celadet Bedirxan beg serkêşîya vê hêzê dikir û pêre Mihemed begê Cemîl paşa û hin ji begên devera Botan mîna Resûl axa serokê hoza zîlan

6. Devera Tilşe’îrê: Cemîlê Seyda û herdu kurapên Şêx Se’îd (Selahedîn û birayê xwe), digel pênc hevalên din , di herêma Nisêbînê re herin

 

Xebata Xoybûnê di warê sîyasî, civakî û rewşenbîrîyê de

 

Xoybûnê gelek şêweyên tekoşînê yên ji hev cuda bi kar tanîn, wek nimûne di xala 17an ya destûra wê de tiştekî gelek balkêş cih girtîye. Ew jî ev e; ”Propaganda divê him devkî him nivîskî bê çêkirin. Di warê propaganda devkî de miftî û derwêş divê stran, qesîde û çîrokên Kurdî di nav gel de belav bikin û bi vî awayî zordarîya Tirkîyê nîşan bidin”. Nivîskar Rohat Alakon di vî warî de dibêje: ”Ev cara pêşîn ko rêxistineke Kurd folklor û edebîyatê di warê hişyarbûna neteweyî de wek çekekê bi kar tîne û vê yekê di destûra xwe de bi cih dike”. Ligel tekoşîna çekdarî, Xoybûnê bi taybetî bawerîya xwe gelek bi kaxiz û pênûsê tanî. Xoybûnê wek rêxistin bi zimanê inglizî, fransî, erebî û tirkî çend pertûkên înformatîk û hînkar di derbarê rewşa kurdan de weşand.

 

Piştî şoreşê rewşa xwe rêxistin û bi ser û ber kirin rojnameyek bi navê Agirî derxistin û di jimarekê de marşa xwe ya leşkerî belav kir (Agirî Agirî-Ji 9 malikan pêk tê).

 

Hin daxwîyanî ji bo piştgirîya şoreşê û geşkirina hestê neteweyî di nava gel de, çi li hindirê welêt û çi li derveyî welêt dihatin belavkirin.

 

Radyoya kurdî li Bêrûdê hate vekirin û radyogêrên wê Dr. Kamîran Bedirxan bû. Di rojê de çarîk katjimêr nûçe, gotar û lêkolîn diweşand.

 

Li gora biryara Xoybûnê Şêx Ebdilrehmanê Garisî rêkirin serxetê, lê mexabin ew çûn, çûna bê veger bû. Şehîd ket.

 

Di 24-9-1932-an de endamên civata Xoybûnê civatek damezrandin bi navê (Civata arîkarîyê ji bona belengazên kurd li Cizîrê).

 

Di havîna sala 1938-an de li gor biryara civata Xoybûnê Nadîya Ciwan Kurd li bajarê Amûdê hate damezrandin.

 

Peywendî di nav Xoybûn û partîya Hîwa ya Îraqê de çêbû.

 

Peywendîyên xwe bi barzanîyan re nûkirin û çaxê tevgera Mele Mistefa Barzanî (1943-1945), ala kurdî jê re rêkirin da li ser kopê çîyayên Kurdistanê bilind bike.

 

Di sala 1945-an de Xoybûn û partîya Hîwa bi hev re raporteke hevpişkî rêkin kongirê Sanfiransîsko, doza mafê kurdan bikin.

 

Xoybûn nûnerê xwe Qedrîyê Cemîl paşa rêdike Mehabadê Ji bo pîrozkirina Komarê.

Rewşenbîr û pêşiwayên rojavayê Kurdistanê yên di Xoybûnê de.

 

Damezrênerên Civata Xoybûnê ev bûn:

 

1. Celadet Alî Bedirxan.
2. Elî Riza kurê şêx Se’îdê Pîran.
3. Dr.Şikrîyê Mihemedê Segvan.
4. Haco Axa.
5. Bozanê Şahîn beg (serokê hoza berazan).
6. Mistefayê Şahîn beg.
7. Emînê Ehmed (Serokê hoza Rima).
8. Memdûh Selîm.
9. Bedredîn axayê Hebisbenê.
10. Tewfîqê Cemîl.
11. Fehmîyê Licî (nivîskarê Şêx Se’îd).
12. Mele Ehmedê Şûzî.
13. Feqe ‘Evdilayê Cizîrî.
14. Kamil efendî.
15. Kerîm efendî.

 

Tev endamên komîta navendî bûn pêvî (Feqe Evdilayê Cizîrî û Mele Ehmedê Şûzî).

 

Kesên ko Xoybûn li binxetê ava kirin û pêşvebirin ev bûn:

 

C. Bedirxan, K. Bedirxan, Xelîl beg Bedirxan, Sûreya Bedirxan, Şêx Ebdulrehmanê Garisî, Dr. Ehmed Nafis, Dr. Nûredîn Zaza, Haco Axa, Qedrî û Ekrem Cemîl paşa, Hemze begê Muksî, Dr. Nûrî Dêrsimî, Şewket Zulfî beg, Emîn Birûsk, Şêx Ebdilrehman û Mihemed Mihdî û Tahir birayên Şêx Se’îd, Ebdilrehmanê Elîyê Yûnis, Arif Ebas, Memdûh Selîm, Tewfîq Cemîl, Osman Sebrî, Cemîlê Seyda, Qedrî can, Reşîdê Kurd, Hesen Hişyar, Cegerxwîn, Ehmedê Namî, …û hwd.

 

Lê yên ji rojavayî Kurdistanê li gorî ko têne bîra min ev bûn:

 

Mihemed ‘Elîyê Şêxmûs (Şiwêş), Se’îd Axa, ‘Evdê Têlo, Hacî Ebdilkerîmê mela Sadiq, Mele ‘Elîyê Topiz, Dr. Xalid Qotreş, Ûsê Hersan, Birahîmê Qiço, Isma’îlê Wethîya, Seydayê Tîrêj, Osman Alûsî, Elîyê Omer û hwd.

 

Di Xoybûnê de rola Bedirxanîyan

 

Ji nav malbat û malmezinên kurdan rola malbata bedirxanîyan ya sereke bû:

 

Celadet Bedirxan yek ji damezrênerên pêşîn yê Xoybûnê bû, û hemû çavkanî û jêderên dîrokî nîşan didin ko ji sala 1927-1932-an serokatîya Xoybûnê kirîye. Lêkolînerên wek Basîl Nikitîn, E. G. Elphinston, Erhart Franz, Nazmî Sevgen di berhemên xwe de Celadet Bedirxan wek serokê Xoybûnê nîşan didin.

 

Berî ko Xoybûn belav bibe, serokê Xoybûnê Dr. Ehmed Nafiz beg bûye.

 

Piştî hilweşîna şoreşê û têkçûna xebata çekdarî digel birayê xwe Dr. Kamîran dest davêtin xebata rewşenbîrî û zimanê kurdî, çend kovar û rojname li Sûrîyê û Beyrûtê weşandin mîna (Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr) û çend pertûkên hêja li ser ziman, tore, dîrok û folklora kurdî çap kirin.

Xelîl beg Bedirxan endamê Xoybûnê bû li Beyrûdê.

 

Dr. Kamîran Bedirxan rêpêşendarê Xoybûnê bû. Radyoya kurdî li Bêrûdê vekir û radyogêrê wê bû.

Sûreya Bedirxan li gorî biryara Xoybûnê diçe Ewropa û Emerîkayê û roleke baş li nav Kurdên penaber radibe û alîkarîyê ji nav wan dide hev û hin şaxên Xoybûnê li wir ava dike û hin çalakîyên diblomasî radibe. Di raporeke Îngilîz ko di dîroka 18-4-1929-an de ji Emerîkayê, ji bajarê Detroitê hatîye şandin, dide dîyar kirin ko Sureya Bedirxan berî ko bê Emerîkayê çûye Îtalyayê û li wir 15 rojan maye û bi Musolonî re hevdîtinek pêk anîye, paşê rîya xwe bi Yunanîstanê xistîye.

 

Ji bilî sedemên şexsî nakokîyên damezrênerên Xoybûnê jî hebûn

 

Nakokîyên damezrênerên Xoybûnê gelek bûn.

 

Dema xwestin ji başûr êrîşî dewleta tirkan bikin, û ji şeş deveran derbasî Kurdistana bakur bibin gelek ji wan axa û begên ko soz dabûn piştgirîya vî karî bikin û pê rabin, sozê xwe xwarin û pê ranebûn. Evê yekê nebawerîyek di nav Xoybûnê de çêkir.

 

Piştî şikestina şoreşê valahîyek çêbû, ewê valahîyê hişt ko nakokîyên wan geştir bibin, û li hev bigrin. Hin ji endamên Xoybûnê dev jê berdan û dest bi şerê hev kirin.

 

Tirkîyê bi hemû hêzên xwe ve gelek hewl dida ko Xoybûn hilweşe û ji navê rabe. Yek ji wan metodan li dijî Xoybûnê derxistina qanûnên efûyan bû. Bi saya van efûyan Tirkîyê dixwast hin endamên Xoybûnê dev ji Xoybûnê berdin, bên radestî Tirkîyê bin û Xoybûnê perçe bikin. Vê yekê bandûra xwe nîşan da. Wek kesên mîna Elî Riza, Emînê Perîxanê di sala 1928-an de ji Xoybûnê veqetîyan û Mehemed Şukrî Sekban jî paşê dev ji Xoybûnê berda û çû radestî Tirkîyê bû. Ev veqetandin û çûyînên wisan nexweş bêguman li ser Xoybûnê bandoreke neçê dihişt.

 

Di sala 1930-î de binketina serhildana Araratê di nav Xoybûnê de bandûreke mezin nîşan da û bû sedemekî bîntengîyê. Piştî vê bûyerê Xoybûn qels dibû.

 

Tevgera serkirdayetîya Xoybûnê roj bi roj lawaz dibû. Bi taybetî piştî ko Xoybûn Dr. Kamîran ji nav xwe dûrxist, birayê wî Celadet Bedirxan jî ji ber vê yekê dev ji Xoybûnê berda.

 

Peymana ko di nav taşnaqan û kurdan de hatibû imze kirin, ji 19 xalan pêk dihat. Bi taybetî xala heştan ya vê peymanê gelek balkêş e. “Ji bo ko karên hevkarîyê baş bimeşin yek ji nûnerên Taşnaqan di mercîn lazim de divê têkeve nav komîta merkezî ya Xoybûnê û di wir de kar bike”. Beşdarbûna kesekî din ji bo Xoybûnê bûye serêşîke mezin. Ev yeka tê wê wateyê ko rêxistina Taşnaq rasterast tevî karên Xoybûnê yên hundirîn bûye.Hin ji endamên Xoybûnê ew têkilîya bi taşnaqan re ne durist didîtin û eşkere li dij derdiketin. Li gorî bawerîya wan; destê Taşnaqan di Xoybûnê de pir dirêj e, sedem jî ev e; Kurdan li hemberî Taşnaqan xwe lawaz didîtin. Yên li dij van têkilîyan derdiketin ev bûn: Osman Sebrî, Memdûh Selîm, Şêx Ebdilrehmanê Garisî, û binemala Cemîl paşa û hwd.

 

Rola Xoybûnê di dîroka Kurdistanê de.

 

Di bawerîya min de şopedîroka Xoybûnê bihewceyî gelek nivîsandin û lêkolîna ye. Ji hêlekê de, rêçeke tev bi xwîn, kuştin, wêrankirin, meşextkirin, nepêkanîna soz û peymanan, xapandin û girêdana bi dijmin re… hwd. ? ji hêlekê din ve qehremanî, têkoşîn û berxwedan, dilsozî, welatperwerî û şoreş e… hwd. Dîroka kurdan gelek caran xwe bixwe vegerandîye. Lê mexabin gelê kurd tu sûde ji wan serpêhatîyan negirtîye û her û her di wan şaşîyên xwe de berdewam e.

 

Di pêşîya şoreşê de şaşîya sereke ev bû; têkilî, xwesipartin, girêdan û pêwendîyên bi rejîmên ko Kurdistan di nav wan de perçe bûye.

 

Berî vêxistina agirê şoreşê pêwîste pêkhatineke giştî û amadekirineke baş û demê pêwîst helbijêrin. Mercên alîkarî ji serketina şoreşê re divê peyda bibin.

 

Pireya wan kesên bi avakirina Xoybûnê rabibûn ji binemalên axa, beg, şêx, mele û berjiwazîya biçûk bûn. Dema berjewendîya wan têk çû pişta xwe dan şoreşê. Serkirdayetîya derebegî û berjewazî û ya olî ji bo pêkanîna armancên neteweyî di rîya serbestî û serxwebûnê de serneket.

 

Biryarên şoreşê ji banî bin û ne ji binkeyeke şoreşgêrî bin û hemû şoreşgêr di avakirina wê de ne hevpişk bin û wisa pêşkêşîya wê destikek ji girêdanên berjewendîya jor be û ji bo çewsandina cemawerê gelek ji şoreşgêran be. Gava şoreşgêr têgiha ko armanca şoreşê şoreşgêr e, û şoreş ji bo xweşîya wî û ji bo pêşketina komel xebatê dike, bê guman hingê şoreş serdikeve.

Dilawerê Zengî - Dîrokakurd

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin