Di sê mehên destpêkê yên sal 2022yan de 173 rojnameger hatine dadgehkirin

Di sê mehên destpêkê yên sal 2022yan de 173 rojnameger hatine dadgehkirin

.

A+A-

Li gorî rapora Expression Interruptedê, di sê mehên ewilî yên sala 2022an de. 173 rojnameger di 101 dozan de hatine darizandin. Li 20 rojnamegeran bi giştî 65 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn. 1 rojnameger hatiye kuştin.

Pêncem rapora "Rojeva Azadiya Xweîfadekirinê û Çapemeniyê" ya ku Expression Interruptedê hatiye weşandin. Expression Interrupted yek ji karên Platforma Rojnamegerên Serbixwe (P24) ye. 

Daneyên di raporê de li gorî dozên li rojnamegeran hatine vekirin û çavkaniyên vekirî hatine berhevkirin. Di raporê de daneyên sê mehên destpêkê yên sala 2022yê hene. 

Di raporê de hatiye diyarkirin ku hejmara rojnamegerên girtî kêm bûye lê lêpirsîn û doz bênavber didomin û di encamê de, zext û zora darazê ya li ser rojnamegeran kêm nebûye. 

Li gorî daneyên di raporê de, hejmara rojnamegerên girtî ku serê salê 58 bû, di dawiya meha Adarê de daketiye 56an.

Di sê mehên pêşiyê yên salê de, 3 rojnameger piştî temambûna cezayên wan hatine berdan, rojnamegerekî/e ku cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin jî hatiye girtin û ew şandin girtîgehê.

Dîsa di vê demê de 101 rojnameger hatine dadgehkirin. Di van dozan de 5 jê ne welatiyên Tirkiyeyê bûn, li ser hev 173 rojnameger hatine dadgehkirin. Di encama van dadgehkirinan de, 16 rojnameger li ser hev bi cezayekî miebetê û 65 sal û 7 meh û 27 roj cezayê girtîgehê hatin cezakirin. her weha 42 hezar û 500 TL cezayê tezmînatê û 7 hezar û 80 TL jî cezayê edlî li rojnamegeran birîne. 17 rojnamegeran beraet kiriye. 

Li dadgehan rojnameger herî zêde bi tohmeta "terorê" hatine dadgehkirin. Piştî wê jî bi tohmeta ku "heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye" û "heqaret li Serokomarî kiriye" hatine dadgehkirin. 

Di heman demê de derbarê 7 rojnamegeran de 8 dozên nû hatine vekirin. Di dema şopandina nûçeyan de 16 rojnameger hatine desteserkirin, derbarê 11 rojnamegeran de lêpirsîn hatine destpêkirin.

Rojnamegerek hatiye kuştin

Di wê dema ku rapor behsa wê dike, êrîşên li dijî rojnamegeran, bûye sedema kuştina rojnamegerekî. Êrîşeke çekdarî li dijî xwediyê rojnameya Ses Kocaeliyê Güngör Arslanî pêk hatiye û Arslan miriye. Lêpirsîn hatiye vekirin û di encamê de 10 kes hatine desteserkirin. Yek jê li derveyî Tirkiyeyê, bi kêmanî êrîşî şey rojnamegeran kirine.

Ji bo tevahiya raporê bitikîne

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin