Di sala 2021an de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rewşa mafên mirovan

Di sala 2021an de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rewşa mafên mirovan

.

A+A-

Li gorî saziyên mafên mirovan ên li Tirkiye û cîhanê, Tirkiye di sala 2021an de di warê mafên mirovan de saleke gelek xirab derbas kir. Li gorî raporên komeleyên mafên mirovan, ji meha Çileyê heta Kanûna îsal li Tirkiyê bi hezaran binpêkirinên mafên mirovan hatin tomar kirin.

Mafnas didin zanîn, ji hezarî zêdetir girtiyên nexweş dîsa nehatin azadkirin û dermankirin û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nehatin cibicih kirin. Herwiha Tirkiye di warê mafên jinan de jî bipaş ket û Peymana Stenbolê betal kir.

Herwiha Tirkiye ji aliyê azadiya çapemenî û azadiya derbirrînê de jî bipaş ket û hejmarek zêde rojnameger û welatiyên ku fikr û ramanên xwe anîn zimên yan hatin desteserkirin, yann hatin girtin yan jî li dijî wan lêpirsîn hatin destpêkirin.

Bi boneya 10ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê sazî û rêxistinên mafên mirovan raporên xwe yên binpêkirinên mafên mirovan a sala 2021an eşkere dikin. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan İHDê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê TİHVê, di 11 mehên îsal de 915 kesan ji ber îşkence û tevgera xirab a li dijî wan gilî tomar kirine. Her wiha li gorî raporên saziyên mafên mirovan, 797 kes li girtîgehan rastê îşkence û tevgera xirab hatiye.

Di mijara mafên mirovan de yek ji mijarên herî hesas jî rewşa girtiyên nexweş e. Li gorî İHDê, li girtîgehan jê 604 nexweşên giran bi giştî 1605 girtiyên nexweş hene û tedawiya wan jî nayên kirin.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan got "Li gorî yasayan divê girtiyên nexweş ên giran ji bo bêne dermankirin bi demkî bêne berdan. Lê ji bo vê rapora Tiba Edlî lazim e û mixabin Tiba Edlî li gorî daxwazên desthilatê tevdigere. Rewşa girtiyên nexweş ne li gorî pîvanên Mandella ya Neteweyên Yekbûyî ye. Ger Tirkiye yasayên xwe li gorî vê vererast bike wê ev mijar bi hêsanî bê çareserkirin."

Li aliyê din li Tirkiyê mijara zarokên temen 1-6 salî ku bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin jî mijarekê hesas e û ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî ve ji nêz ve tê şopandin. Li gorî Wezareta Dadê ya Tirkiyê, 345 zarokên temen 1-6 salî li girtîgehan bi dayikên xwe re dimînin.

Nûnera Komeleya Piştgiriya Bo Zarokên Girtî Cansu Şekerci dibêje "Li dewsa girtina zarokan divê vebijêrkên alternatîf bên sepandin. Mînakên baş ên navdewletî hene û Tirkiye dikare wan li gorî xwe bisepîne. Heta ku girtîgehên zarokan bi temamî bê girtin divê ji bo zarokên li girtîgehan şert û mercên wekhev û guncav bê amadekirin. Divê bi bingehên perwerde, tendurustî û civakî zarok bên piştgirîkirin."

Li aliyê din li gorî rapora Serokwekîlê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyê Sezgin Tanrıkulu, di heyama 11 mehî de 2 hezar û 344 welatî ji ber sedema binpêkirina mafên mirovan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 953 welatî jî tûşî îşkence û tevgera xirab hatine. Her wiha hezar û 254 welatî ji ber ku fikr û ramanên xwe derbirrîne hatine desteserkirin. Li aliyê din Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de jî bipaş ket û di nav 180 welatan de di rêza 153yan de cih girt.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin