Di protestoyên dijî qayuman de 500 kes hatin desteser kirin

Di protestoyên dijî qayuman de 500 kes hatin desteser kirin

Berdevkê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Gunayi Kubîlay dîyar kir ku di protestoyên dijî qayumên bo Amed, Mêrdîn û Wanê de bi qasî 500 kes hatine desteser kirin.

A+A-

Berdevkê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Gunayi Kubîlay dîyar kir ku di protestoyên dijî qayumên bo Amed, Mêrdîn û Wanê de bi qasî 500 kes hatine desteser kirin.

Herwiha Kubîlay da zanîn ku polîsan dema mudaxaleyî protestoyan kiriye êrîş birye ser parlamanterên HDPê jî.

Kubilay got:”Bi dehan kes birîndar bûn. Mîna ku dixwestin parlamanterên me lînç bikin êrîş birin ser wan. Bawer bikin di bedenên wan de gelek şopên copan hene.”

Wî ser bidûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê da zanîn ku darbeyeke sîyasî ye û îddia kir ku belge nîşan didin ku dewletê ji berê de hazirîya erkdarkirina qayuman kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin