Di Pêşbazîya Arjen Arî de dosyaya 'Kibêta Elbakof' bi ser ket

Di Pêşbazîya Arjen Arî de dosyaya 'Kibêta Elbakof' bi ser ket

Îsal 7’emîn car Pêşbazîya Helbestan a Arjen Arî ji alîyê Weşanên Sor û Malbata Arî ve hat lidar xistin hat eşkere kirin. Di pêşbazîyê de Suat Baran bi dosyaya xwe ya bi navê “Kitêba Elbakof” bi ser ketîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Îsal 7’emîn car Pêşbazîya Helbestan a Arjen Arî ji alîyê Weşanên Sor û Malbata Arî ve hat lidar xistin hat eşkere kirin. Di pêşbazîyê de Suat Baran bi dosyaya xwe ya bi navê “Kitêba Elbakof” bi ser ketîye. Dosya di dema pêşîya me de wê wekî pirtûk ji Weşanên Sor derkeve.

Ji ber vîrusa koronayê amadekarên pêşbazîyê bi awayekî nivîskî encama pêşbazîyê eşkere kir. Pêşbazîya îsal ku serîlêdanên wê sermawej/mijdara 2019’an de hatibû des pê kirin, 5 dosya ji bo wan hatibûn şandin. Ji van wan dosyaya Baran bi ser ket. Di daxuyanîya ku hate eşkere kirin de wisa hat gotin: “Îro Cejna Zimanê Kurdî ye. Em li ser navê pêşbirkê û Weşanên Sor pîroz dikin û hêvî dikin ku ev pêşbirk hê gelek ciwanên qelemxurt bigihîne edebîyata kurdî û bi qelemên wan û gelek ciwanên dî edebîyata kurdî her bi pêş ve biçe. Îsal 5 dosyeyan serî li pêşbirkê dan. Jurîya îsalîn ji Fewzî Bîlge, Yeqîn h., Bêrîvan Zînzal, Berken Bereh û Necla Arî pêk dihat. Pênc endamên jurîyê dosyan nirxandin û nîqaşên xwe kirin. Bi qineta hevpar a her pênc endamên jurîyê, bi boneya ku xwedîyê dosyeyê edebîyata kurdî û ya cîhanê baş dizane û hêvîya pêşketinê dide, dosyaya Suat Baran a bi navê Kitêba Elbakof hêjayî xelatê hatîye dîtin.” 

Amadekarên Pêşbazîyê ji bilî xelata helbestê di heman demê de xelata rûmetê jî dide. Îsal wan Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı hêjayî xelata rûmetê dîtine û li ser vê jî wisa gotine: “Fincanci salên dûdirêj in ku wekî seroka giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê li hemberî îşkence û zordestîya hêzên dewletê xebatên zanistî dimeşîne, bi tedawî û kordînasyona kesên îşkencedîtî ve mijûl dibe, her parastina mafên gelê kurd dike û ji bo dostanîya gelên Rojhilata Navîn û dinyayê têdikoşe.”

Merasima xelatdayîna pêşbazîyê her li Fûara Pirtûkan a Amedê de dihat dayîn lê ji ber îsal nedîyar e dê fûar li dar bikeve yan na di rojên pêş de dê dîyar bikin ku ka kengê û li ku vê mesarimê li dar bixin.

Di dawîya daxuyanîyê de amadekiran bang kirîye ku ji bo sala pêşîya me ji niha ve dosyayên xwe amade bikin û ji bo pêşbazîyê bişînin.

Suat Baran kî ye?

Suat Baran di sala 1986’an de li Wanê hate dinyayê û zaroktî û balixîya xwe li Trabzonê derbas kirîye. Li Zanîngeha Stenbolê Ziman û Wêjeya Yûnanîya Nûjen (2008) û li Zanîngeha Yildiz Teknikê Mamostetîya Îngilîzî (2015) kuta kir, dûre li Zanîngeha Bilgîyê di beşa Cultural Studies de mastera xwe wergirt (2014) û niha jî li Zanîngeha Boğaziçîyê di beşa Edebîyata Tirkî de doktoraya xwe dike. Di teza xwe ya masterê de li ser trawmaya zimên û bêdengîyê xebitî di roman û çîrokên Suzan Samancîyê de.

Ev deh sal zêdetir e bi karê wergera edebî re jî mijûldar e hem ji yewnanî hem jî îngilîzî. Ji yewnanî bo tirkî 5 wergerên wî wekî kitêb çap bûne di navbera 2007-2010’an de. Lê dûre dev ji wergera tirkî berda û bala xwe bêtir da kurdî. Heta niha gelek wergerên wî yên bi kurdî yên gotar, çîrok û helbestan di kovarên mîna Yazinca, Tabularasa, Wêje û Rexne, Zarema, Jehr, Asîva, Derwaze û bloga wî (wergeraedebi.blogspot.com) de derketine. Di ekîba derxistina kovara nîv-akademîk ya Zaremayê de rolek girtîye. Ew ji dema lîseyê ve helbestan dinivîse û ev têkilîya xwe qet qut nekirîye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin