Di navbera pêşmergeyên PDKÎ û pasdarên Îranê de şer derket

Di navbera pêşmergeyên PDKÎ û pasdarên Îranê de şer derket

Li navçeyên sînorî yê Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê, di navbera pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Iranê (PDKÎ anku HDKA) û Supaya Pasdaran de derket.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya Rûdawê Fermandarîya Hêza Pêşmerge ya PDKÎ di daxuyanîyekê de ku li ser malpera fermî ya wê partîyê hatîye weşandin, piştrast kirîye ku şer di navbera pêşmergeyên wê partîyê û hêzên Îranê de çêbûye.

Di daxuyanîyê de tê gotin: “Demjimêr 6ê êvara roja Çarşemê, desteyek ji caş (cerdewan) û pasdarên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, di navbera Dole Meydan û Xolser de bi aramanca derblêdan li hêzên Pêşmerge, sînorê navbera Pîranşar û Helgurd derbas kirin.”

Fermandarîya Hêza Pêşmerge ya PDKÎ dibêje: “Hejmarek ji pêşmergeyan ku di erk de bûne, piştî ku hatin agehdarkirin ku hejmareke pasdaran sînor derbas kirine, li pey wan ketine û di navbera wan de şer derketîye û paşê ew hêzên ser bi Supaya Pasdaran ve ber bi binkeyên xwe revîyane.”

PDKÎ destnîşan kirîye, ku tevaya pêşmergeyên wan selamet in û derbarê zîyanên pasdaran de ti zanyarî li cem wan nîne.

Supaya Pasdaran a Îranê derbarê şer û pevçûna li sînorê Pîranşarê heta niha ti daxuyanîyek belav nekirîye, herwiha medyayên fermî yên Îranê jî tiştek derbarê bûyerê de negotine.

Ew dema çend rojan e ku Îranê hêzeke mezin anîye ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û Fermandarîya Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran, Mihemed Pakpûr jî ragihandîye, armanca wan êrîşkirina ser binke û baregehên partîyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê ye.

Mihemed Pakpûr ku pêr di dema birêveçûna manovreke serbazî li parêzgeha Sineyê ew axavtin kirine, herwiha hişyarî jî daye partîyên opozisyonê yên li Rojhilatê Kurdistanê, eger her liv û tevgerekê li dijî hikûmetê bikin, ew dê êrîşî ser binkeyên wan bikin.

General Pakpûr got, “weke salên berê çawan ku me baregehên hêzên dijberê xwe li nav axa Iraqê û Herêma Kurdistanê kirine armanc, di paşerojê de jî em dê vê yekê bikin.”

Wî fermandarê Supaya Pasdaran amaje bi topbarnkirina navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê di çend rojên bihorî de kir û got, îsal hêzên wan amade ne ku binkeyên hêzên opozisyonê yên li nêzîk sênor û cihên din jî bikin armanc.

Mihemed Pakpûr dîyar kiribû, Herêma Kurdistanê û Iraqê divê zêdetir çavdêrîya sînorên xwe bikin û wan cihan nehêlin ku dijberên Îranê bikar tînin.

Supaya Pasdaran di wan rojên dawî de dest bi veguhastina hêzeke mezin û çekên giran bo navçeyên sînorî yên navbera Merîwan û Pêncwênê kirîye û xlekê deverê jî agahdar kirîye, ku di wan rojan de serdana navçeya Çilçeme û bilindahîyên derdorê nekin.

Roja Sêşemê Supayua Pasdaran manovreke serbazî li sînorê qezaya Merîwanê ya ser bi parêzgeha Sineyê ve birêve bir, ku tê de yekîneyên ji hêzên bejayî, esmanî û firokeyên bê firokevan û tîmên taybet beşdar bûn û manovr duh Çarşemê bi dawî hat.

Têkildarî veguhastina hêzên zêdetir ji alîyê Îranê ve bo ser sînor, Yekîneyên Rizgarîya Kurdistanê (YRK) ku baskê serbazî yê Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye û herwiha Komîsyona Teşkîlata Hizba Demokrata Kurdistanê jî daxuyanî dabûn.

YRKê gotibû, “Îranê hêzeke mezin  li sînorê Merîwanê kom kirîye û çend binkeyên mezin ên serbazî li deverê ava kirine.”

Komîsyona Teşkîlata Hizba Demokrata Kurdistanê jî ragihandibû, Supaya Pasdaran li gundên Serdeştê ku dikeve parêzgeha Urmîyê, “binkeyên serbazî datîne û xelkê herêmê hand ide ku çeka dewletê rakin.”

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin