Di navbera Bexda û Hewlêrê tevgera bazirganî zêde dibe!

Di navbera Bexda û Hewlêrê tevgera bazirganî zêde dibe!

Endamê lijneya darayî li encûmena nûnerên Iraqê dibêje, peywendiyên herêma Kurdistanê û Bexdayê girîng e. Odeya Bazirganiya Kurdistanê jî behsa li Kurdistanê hebûna sermayariya biyanî dike.

A+A-

Endamê lijneya darayî li encûmena nûnerên Iraqê dibêje, peyvendiyên herêma Kurdistanê û Bexdayê giringe, bi taybet wegera baweriyê bo şîrketan û divê kurd bo sala pêş xwe amade bike û odeya bazirganî û odeya bazirganiya Kurdistanê jî behsa hebûna sermayedariya biyanî dike li Kurdistanê.

Endamê lijneya darayî li Parlamentoya Iraqê Cemal Koçe ragehand: ‘’Em daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê dikin, li gel fraksiyonên Kurdistanê civîn bikin bo ku plan û bername bo budceya sala 2020 a Iraqê bê danîn û beşa kurdan bê diyar kirin û peyvendiyên Hewlêrê û Bexdayê giringe dubare wegera şîrketên bazirganî û neftê û wegera baweriyê û garantiya mûçeyên fermanberan bo îsal giringe û giringe xelk piştrast be ku îsal pirsgirêkên mûçe nabe.’’

Herwaha got: ‘’Serdana wê dawiyê ya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ya Bexdayê û serdana şandeya Iraqê bo Hewlêrê hewayekî baş ava kir û tevgera bazarê ber bi astekî baş de bir.’’

Berdevkê odeya bazirganî û pîşesaziya Kurdistanê Karwan Sûrçî ji Basnewsê re ragehand: ‘’Peyvendiyên baş ên Hewlêr û Bexdayê tevgera bazara bazirganiyê xweş kiriye û odeya bazirganî û pîşesaziya Kurdistanê protokolek li gel odeya bazirganiya Amerîkayê kiriye ku zêdetir ji 3 hezar endamên wan li odeya bazirganî heye bo ku li Kurdistanê berhemanînê bikin û em li benda wê ne ku ew protokol bikeve warê cîhbicîh kirinê de.’’

Herwaha got: ‘’Çend heftiyek berî naha ew protokol hat îmza kirin û ev giringe bo Kurdistanê. Herwaha derveyî wê jî Siûdiye, Tirkiye, Îran û welatên din ên cîhanê jî bo berhemanînê li Kurdistanê amadebûna xwe diyar kirine.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin