Di navbera asîmîlasyon û netewhêzîyê de Ciwanên Kurd -Rêje çi dibejin?

Di navbera asîmîlasyon û netewhêzîyê de Ciwanên Kurd -Rêje çi dibejin?

Lêkolîna li ser zimanê Kurdî, ku ji alîyê Navenda Lêkolînê ya Rawestê ve hatîye kirin, gefa asimilasyona ji bo Kurdî, da ber çavan. Lêbelê teorîye, ku dê Kurdî bimire, Kurdayeti namîn e jî, da ber lingan.

A+A-

Roj Girasun

Gelek caran, gava niqaşên li ser zimanê Kurdi tên kirin, li ser hevaparîya tirsa tekçûyina ziman tê qutandin. Pêşbîni û tirsa hevpar ew e, ku Kurdi demek nêz de wê wênda bibe u ji xwe  piştî vê serdemê Kurdayeti ji namîn e. Rewşenbîr heta welatparezek ji rêzê, her kes li ser vê teorîyê mutabıq e u xwedî tirs e.

Lêkolîna li ser zimanê Kurdî, ku ji alîyê Navenda Lêkolînê ya Rawestê ve hatîye kirin, gefa asimilasyona  ji bo Kurdî, da ber çavan. Lêbelê  teorîye, ku dê Kurdî bimire, Kurdayeti namîn e jî, da ber lingan.

Di rapirsînê de pirsa “Hûn çiqas bi zimanê xwe yê dayikê dizanin?” hatîye kirin, ji sedî 18 beşdar bersiv a “Hem diaxivim, hem jî dixwînim û dinivisînim”, ji sedî 26 beşdar bersiva “Dikarim biaxivim, lê nikarim bixwînim û binivisînim”, ji sedî 24,5 beşdar bersiva “Fêm dikim, lê nikarim biaxivim”, ji sedî 17 beşdaran bersiva “Qet fehm nakim" bersivand.

Di rapirsînê de, ji bo pîvandina axaftina jîyana rojan e pirsek wiha “Axaftina bi Kurdî ya bi hevalên we re, di çi rewşê de ye?” hatîye kirin, ji sedî 15’ê beşdaran bersiva “her dem”, ji sedî 28’ê beşdaran bersiva “hin caran”, ji sedî 40’ê beşdaran bersiva “kêm caran” û ji sedî 17’ê beşdaran jî bersiva “qet” dan e.

Têkildarî şopandina nûçeyên Kurdî jî pirseke wiha “Ji televîzyon an jî ji înternetê şopandina we ya nûçeyên Kurdî di çi rewşê de ye?” hatîye kirin,  ji sedî 10’ê beşdaran bersiva “Hema bibêje, her roj”, ji sedî 18’ê beşdaran bersiva “hin caran” ji sedî 21’ê beşdaran bersiva “kêm caran” û ji sedî 51’ê beşdaran jî, bersiva “guhdar nakim” dan.

 Pirsa  “Li gorî we, ji bo kesên ku zimanê wan ê dayikê ne bi Tirkî ye, divê zimanê perwerdeyê çawa be?” hatîye kirin, ji sedî 39’ê beşdaran bersiva “Herkes ê ku dixwaze dikare bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bigire”, ji sedî 45’ê beşdaran bersiva “Divê zimanê perwerdeyê du zimanî be, hem bi Tirkî, hem jî bi zimanê dayikê”, ji sedî 13’ê beşdaran jî bersiva “Divê zimanê perwerdeyê bi Tirkî be, zimanê dayikê jî bê hînkirin” û ji sedî 3’ê beşdaran jî bersiva “Divê zimanê perwerdeyê bi Tirkî be, pêwistî bi hînkirina zimanê dayikê tune ye” dabûn.

Dema bi tevahi, em encamên vê lêkolinê dinerin, em dibinin ku di nava ciwanên Kurd de, geşedana hêstên netewi an ji ramanên li ser pirsa Kurd bi rîya asimilasyon kirin a kulturi  u zimani nehatîye xetimandin. Disa lazım e, ku ev meqes  a navbera xwestekên netewi jîyana ji Kurdi dûr, baş bên nirxandin hin jiberkirin bên sererastkirin.

11 Berçile 2019

Ev nivîs ewil li K24ê hatîye weşandin.

Ev nûçe 222 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin