Di nav şer û pevçûnan de psîkolojîya Kurda: Xwekuştin, Travma û Nexweşiyên Derûnî 

Di nav şer û pevçûnan de psîkolojîya Kurda: Xwekuştin, Travma û Nexweşiyên Derûnî 

.

A+A-

Ferhat Yaşar/gazeteduvar.com.tr

Têkoşîna ku kurd li hemberî asîmîlasyonê, jibîrkirina çand, huner, dîrok û xwestina maf dike dehan salin didome. Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan dibêje ku; ''Li herêmên kurdan hewldanên xwe kuştinê û întîharên pêkhatî ji tevahiya pîvanên rêjeya xwe-kuştinê yên navneteweyî derbaz bûye”

Piştî Komara Tirkiyê 1923an de ava bû û heta îro navbera kurd û dewletê de alozî û peçvûn kêm nebû. Dewlet bi xebat û planên nedîtî ve hewl da ku kurdan ji kurdbûnê dûr bixe, kurdî bê jibîrkirin, lê kurd jî ewqas ziman, dîrok û çanda xwe xwedî derket. Ev têkoşîna li hemberî asîmîlasyonê, xwedîderketina çand û hunerê hîn jî didome.

Lê ev 98 salin ne mafê kurdan hat dayîn, ne jî ji alîyê dewletê ve kurd hatin naskirin. Li gor qanûna dewletê kurd hîn tirk in. Ji ber şerê PKKê û dewletê ve 4 hezarî zêdetir gund ên kurdan hatin şewitandin, bi mîlyonan kurd bi darê zorê hatin koçkirin, dema kurdî xeberdidin rastî êrîşên nijadperestî tên, yên êrîşî kurdan dikin jî bi awayekî veşartî ve tên parastin û rêya erîşên din tê vekirin.

ilhankizilhan Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan

 

 

Ew bûyerên ku hîn didomin bi awayê derûnîyê ve tesîreke çawa dike, divê çi bê kirin? Me bi Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan re xeberda...

'HER ROJ KURD DI METIRSÎYÊ DE NE KA ÎRO ÇEND KES WERIN KUŞTIN'

Ji avabûna Tirkîye heta roja îro li Kurdistanê şer û pevçûn ti carî kêm nebû. Ji ber van şer û pevçûnan, an jî şerên ku dehan sal in didome bi nêrîna te bandoreka çawa li ser gelê Kurd çêkiriye, çêdike?

Rêya kurdan ya nasîna wan wek netewe ku heta niha hîn pêk nehatiye; rêyeke karesat, şer, koçberî û nefîkirina dijwar e. Dîrok û neteweya kurd halêhazir di rewşeke gelek zehmet de ne: Heta salên nodî têkoşîna danîna hîmekî netewî û mafê serxwebûnê hertim mijara gengeşeya polîtîk ya partî û ronakbîrên kurd bûn, îro gengeşiyeke siyasî ji bo paşeroja kurdan kêm bûye û her roj kurd di meterisyê de ne ka îro çend kes werin zindankirin, kuştin an jî çawa jiyana xwe ya aborî derbas bikin. Ev deh salan dawî kurd gelek şikestin û dîsa travamayen xwe û bapîrên xwe dijîn. Hingavtin û kûştinen welatperwerên kurd her roj li Iranê, terora DAEŞê ê bi jenosîda li Şengalê û îro li Efrînê giştî ji rojava bi koçberî û talankirinê kurd ketine nav aloziyeke mezin. Qirkirin û têkçûnên dîrokî wek serhildana Şêx Said, Seyîd Riza, Geliyê Zîlan, Mahabad, Amudê, Anfal û niha Şengal û Efrîn di mêjû kolektîf de tomar bûye û îro bi her awahî şiyar e. Ev bandoreke mezin dide li ser derûna kurdan li Kurdistanê û dervayî welat. Ev bûyer di bîra kollektîf a civakê de cihê xwe girtin e û bi awayên cihê yên weke serpêhatî, tabû, merasîm, rêûresm û nirx û pîvanên nû ji nifşekî derbasî nifşê din dibin. Ev bûyer di heman demê de bandoreke mezin li biryar û helwestên siyasî yên serkirderiyên kurd û siyaseta wan jî dike, ku her dem ne rasyonal e.

 

Herwiha nasname, ziman û çand bi wan karasetan re dikeve nav aloziyan. Bê ziman, çand û serpêhatî milletek wek bi rih û giyan be. Ev ji bo tenduristiya mirov û derûnê wek av û nan, roj û keşayê pêwist e. Em ji gelek lêkolînan dizanin ku kî ziman kontrol bike, dikare bi wî jî li ser pêvajoyên raman û fikirînê tesîrê bike. Birêvebiriya nasname, çand ê heta netew bi birêvebiriya ziman ve pêşve diçe. Ev jî siyaseta deweleta Tirk ku ji destpêkê ve zimanê kurdî asteng dike, heta dixwaze tine bike. Çima? Ev ji zimanê kurdî natirse an jî jê ne aciz e, lê baş dizane ku bi azadkirina zimanê kurdî milletê kurd dê bibe netewek ku ji bo mafê xwe dê bi xurttir bitekoşe û serkeve. Lewra jî naxwazin ku zimanê kurdî azad be. Hepskirina zimanê kurdî hepskirina nasname û hebûna kurd û Kurdistanê ye. Bi ziman û çanda Tirkan dixwazin kurdan, bi taybetî zarok û ciwanan,  ji nasnameya wan dûr bixin. Zarokekî bê ziman û çand, xwedî nîv nasname dê herdem pirsgirkên şexsî û civakî bijî. Bêguman em îro li bakûrê Kurdistanê dibînin ku hewldaneke mezin heye zarok û ciwanên kurd ji salên 80î zêdetir bi gelek metodan asîmile bikin û mixabin hinek jî serdikevin.

'SEDÎ 25 NEXWEŞIYÊN DERÛNÎ Û FÎZÎKÎ DIJÎN'

Zarok jî di nav vê şerî de mezin dibin. Navbera zarokên ku di nav şer û pevçûnan de mezin dibin, li gorî yên ji şer dûr mezin dibin çi ferq heye?

Di civaka kurd de her dem desthilatdar li ser erdê kurdan dimînin, yekser bi riya eskeriyê û neyekser bi girtin, yan jî bi kuştina û heta bi karasatên mezin. Tenê mirov nayên kuştin, na, bi xirakirina gundan û bi darê zorê ji cihûwarkirinê çanda civakê ya hevpar a sedsalan jî tê tinekirin. Ji bo pêkanîna kontrola tevahî, perwerde û çand bi şîddetê tên guherandin yan jî wêrankirin. Bêguman ev tesîreke mezin li ser kurdan û bi taybetî li ser zarokan dike. Em dizanin, zarokên ku di nav şer de mezin dibin, ji sedî 50 traumatize dibin, ji wan pênciyan jî dora sedî 20 heta 25 nexweşiyên derûnî û fizikî dijîn, wek travama, tirs, depresyon û gelek nexweşiyên wek êşên ser, nav, zik û pirsên mêjû. Ev zarokên ku li ser cavên wan kes hatbin kuştin an jî bi xwe şîddet û metirsî dîtibin gelek caran nexweş dikevin. Ev êdî nikarin razên, xewnên bi tirsî dibînin, digrînin, xemgîn an jî agresîf in, xwe îzole dikin, tiştan ji bîr dikin, bê kêf û hal in.

Li hinek hereman dayik û bavên wan nikarin dijî wî şer û terorê zarokên xwe biparêzin an jî bixwe hatine girtin an jî kuştin. Lê zarok herdem heweceyî parastin, hembêzkirin (kontakt), evîn û aramiyê ne. Ku ev tine be zarok nikarin zarokitya xwe bijîn û dê herdem di dil û mejiyê xwe de bi valabûnekê, bi birînekê ve jiyana xwe bi şiklekî xirab dom bikin. Ser vê de jî, ku derfetên aborî ne baş bin, zarok belangaz û birçî bin, agresyon û bê hêvî nasnameyeke qurbanî, bindest û negatîf diafrîn e. Bi taybetî zarok ji ber şîddet û xizaniyê zêdetir êş û kulên psîkolojîk dikşînin. Yan malbatên xizan jixwe li ser sînor in û şer bi dafekê wan ji sînor dibihurîn e, yan jî malbatên halê wan xweş derfetên wan bêhtir in da ku xwe ji tesîrên wêranker ên şîddeta siyasî xilas bikin. Ji ber têkiliya di navbera malbata jê nayê xwe li ser xwe bigire û bêkêr, statuya jêr a civakî-aborî de, ku mirov dikare di civaka kurd de jî çavdêriya wê bike, zarokên kurd ên ji beşên xizan ên civakê jî li hemberî bandora şer, tehlûke û şîddetê nazik û hesastir in. 

Iro li Kurdistan di wan şertên zehmet û dijwar de kesên herî zêde dibin mexdûr jin û zarok in. Lewra em dibînin û çavdêriya wê dikin ku di wan 10 salên dawî de li herêmên kurdan hewldanên xwe kuştinê û întîharên pêkhatî ji tevahiya pîvanên rêjeya xwe-kuştinê yên navneteweyî bihurtiye. Sedema vê çiqasî pirsgirêkên fermî bin, ewqasî jî û heta beriya her tiştî guhertinên aborî, civakî û çandî ne, yên ku şer bûye sedema wan. Li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê rewşa darî û teror, li Bakûrê Kurdistanê û Iranê ketina aborî û zordariya dijî kurdan 'ketineke ber bi jor ve' rojên ronî ne diyar e û wiha jî nexweşiyên derûnî zêde dibin. Mixabin bi vê re jî şîddet, tund di nav mal û malbatan de zêde dibe.

 

'BI DESTDIRÊJKIRINA JINÊ DIXWAZIN NIRX Û ŞEREFA MILLETEKÎ BIŞKÊNIN'

Em dikarin vê bêjin: di nav jîyaneke wiha de rewşa jina ji yên zarokan xirabtir e. Jiber ku jin him zarokan him jî malê hildînin û datînin. Dema şer dest pê dike di nav şer de, dema koç dikin an jî tên sirgûnkirin diçin cihekî din de, her tim xeterê de ne. Gellek caran jî rastî dest dirêjîyê jî tên. Di nav jîyaneke wiha de jin dikarin çi bikin û ji alîyê derûnî ve çi dijîn?

Rista malbatê bê guman ji bona mezinbûneke tenderustî ya zarokan herî giring e. Bi taybetî ku malbat bi mecburî û kotek ji hev cuda bibe, zarok pir êş û tadeyan dibînin. Ku bav tekeve girtîgehe, beşdarî şer bibe an jî winda bibe, zarok herdem li bavê xwe digerin. Di mêjuyê wî de valabûnek çêdibe. Car caran li ser wan pirsan zarok nexweş dikeve an jî pirsên psikolojî wek tirs, hêrs, nerazibûn, bê xew diyar dibin. Bi kuştin, girtin an jî revandina bav an jî dayik di nav malbateke de krîzeke mezin peyda dibe. Ev malbat di hundirê xwe hildiweş e.  

Bi herîşa dijmin dijî wê malbatê û civaka wan, car caran pişgirtî û tifaq di nav malbatê de zêde dibe. Reaksiyona xwe dijî dijmin diyar dike û wiha dikare birînên xwe hinekî derman bike. Lê windabûna endamê malbatê tucar ji bîr nake. Ev dibe birîneke travamatîk heta dawiya jiyanê. 

Dayika wan zarokan li aliyekî divê kar bike, da ku ew birçî nemînin, li aliyê dinê jî divê li zarokan xwedî derkeve. Ev dayik dikevin zahmetiyên mezin. Malbat bêhtir ji aliyê jinê ve tê rêvebirin û dayik bi serê xwe divê xwe bide ber barê berpirsiyariya ji bo malbatê. Di van rewşan de dibe ku dayik hem bav û hem dayik, bi ser de jî ew di vê demê de hewldide di navbera zarokên xwe û tesîrên dinya derve de weke hêmana tewazûnê bi bandor be. Lewra jî zarok bixwe bi temeneki biçûk dest pê dikin û berpirsyariyên malbatê didin ser milê xwe. Ev xuşk û birayên xwe yên biçûktir xwedî dikin û bixwe li ser kolanan kar dikin. Zarok êdî ne zarokin, di temenekî biçûk de bi zor û kotek wek mirovek mezin kar û barê xwe dikin. Ev zarokatiya xwe ku ji bo pêşveçûna mezinbûneke tenduristî pir girîng e, nikare bijî. Herdem di jiyana wan zarokan de valabûneke mezin çê dibe. Wextê mezin jî dibin ev zarok li zarokatiya xwe digerin, lê nabînin. 

Bi taybetî jin li dinyayê di demên şer de her dem wek çek hatine bikaranîn û bi destdirêjkirina dixwazin nirx û şerefa milletekî bişkênin, moralê civak tine bikin, têkoşînê pasîf bikin û mirov biêşînin. Ev kesên qurbanî vê destdirêjiyê tucar ji bîr nakin û hewceyî alikariyê ne. Civaka Kurd, ku hêjî di bin tesîra desthiladariya mêran de û serpêhatiyên kevn de maye, gelek caran vê mijarê tabû dike û wiha wan kesan bi tenê dihêle. Jiyana herkesê ku rû bi rû şîddet û bûyerên zehmet bûye û nikare di mejûye xwe de integre bike nexweşiyên derûnî dikarin peyda bibin. Lewra jî, hem jiyana zarokan hem jî jiyana jinan piştî wan bûyeran zehmete. Lê zarok ji ber biçûkbûna xwe dikarin baştir wan travmayan derbas bikin.

 

'NIJADPERESTÎ LI TIRKIYÊ GIHÎŞTIYE ASTA METIRSIYÊ'

Ji ber şerên dehan sal in li Kurdistanê didome, 4 hezarî zêdetir gund hatin şewitandin, gel bi darê zorê ji gund û welatê xwe hat sirgûnkirin. Niha bi mîlyonan Kurd li Stenbolê, Bursa, Enqere û Îzmirê dijîn lê di wan bajaran de jî rastî êrîşên nijadperestî tên. Ne welatên wan bû stargeh, ne jî cihên nû...

Nijadperestî li Tirkiyê gihîştiye asta metirsiyê ku li gelek deran kurd divên nasnameya xwe înkar bikin. Heta gelek dayik û bav naxwazin ku zarokên wan bi kurdî biaxivin, daku nebin hedefên erîşan ji aliyê nijadperestan. Divê li vêderê were gotin, ku nijadperestî û netewperestiya paşverû li Tirkiye dijî kurdan bi sistematik ji aliyê deweletê û saziyên wan, û bi wan re jî mediya, di nav milletê Tirk de wiha belav bûye, ku êrîşên dijî kurdan ‘normal’ dibînin û tu kes reaksiyon nîşan nade. Bêguman wiha jî, kurd nikarin li wan bajaran bi aramî bijîn û ev jî bandoreke mezin li ser her şexs û malbatê dike. Ji jiyana nasnameye veşartî û her roj di nav tirsê ji ber kurdbûna xwe xirabtir tiştek heye? Yekcar di vê sedsala ku em dizanin tiştekî wek nijad bi zanistî tine. Hemû mirov li cihanê ji aliyê biyolojîk yek in û ti ferq tine. Lê li ser vê baweriya şaş, bi aletên siyasî, mirovan birîndar dikin û dikujin. Bi kurtasî ev dijberî û cudakirin dijî kurdan li wan bajaran stresekî mezin peyda dike û dikare bibe sedemên nexweşiyên derûnî.

'KURD JI SIYA NASNAMEYA QEDEXE Û VEŞARTÎ DERKETIN'

Ez dixwazim bêm ser mesela 7 Hezîranê 2015an. Piştî Kurd partî ava kirin, ev cara yekem bû ku partiyeke Kurd, HDP pileya sedî dehan derbaz kir û bi 80 vekîlan ve ket meclîsê. Kurd wekî serkeftinek mezin nirxandin, ji ber ku di navbera PKKê û Dewletê de jî Pêvajoya Çareseriyê dest pê kiribû. Lê him Pêvajoya Çareseriyê hilweşîya, him jî şerê kolanan dest pê kir. Gellek bajar, kolan û gund di vî şerî de hilweşîya. Hevserok, Serkirde û gellek endamên HDPê hatin zindankirin. Piştî şahîyê dîsa tavîya şînê daket nav Kurdan. Şikestina hêvîyê li ser derûnîyê tesîrek çawa çêdike?

Bi Pêvajoya Çareseriyê di navbera PKKê û dewleta Tirk de hêviyek peyda bû ku êdî ev şerê ku gelek qurbanî da, were rawestandin. Ji aliyê psîkolojî ve kurd ji siya nasnameya qedexe û veşartî derketin. Kurdbûn êdî ne tabû bû. Nirxê ku kurd ji sedsalan van ji bo vê têdikoşin ku ev jî wek her milletekî werin qebûlkirin, qedr û qîmet, şiyar bû, xweşhalî di nav kurdan de belav kir. Ev hesteyek mezin û taybet bû ji bo kurdan. Ji ber gelek sedeman ev prozes di nav demekê kin de hat rawestandin û millet ket nav şokeke mezin. Destkeftinên bi salan di nav demek kin de hatin tine kirin. Ev wek gulek ku nû pelên xwe veke û ji nişkêve ji kokê ve were rakin, wiha jî kurd ketin nav xemgîniyê. Mixabin serkerderiyên HDPê psîkolojîya millet fêm nekirin. Ji şûna destkeftiyên gel biparezên, hesasiyetên gel û westandin ji şer biden ber çav, wan siyaseteke bê pîvan û stratejî dijî dewleta hovan ku ji xwe tiştekî wiha dixwest, dom kir. Encam herî xirab, gelê Kurd bi tene û bê çare ma. Ev jî bû sedema ku gelek dengdarên kurd xwe ji HDPê û siyasetan kurdan durxistin. Ji razîkirina dil û mejûyê kurdan, nêzîkbûneke bi mirovahî, nazik, baweriyek bi piştgirtî û  aqilane hewce bû, heta ev birîn hinekî bihatina dermankirin.

Bi wan bûyeran re jî, Kurdistan bi hemû perçên xwe bû navenda şerê DAEŞ navnetewî, bi aloziyên Suriye, Iran û Tirkiyê bi aktorên dervayî wek DYA û Rusya ku hêjî dom dike. Kurdan gelek êş û tadeyî dîtin, kuştin, koçberî û jenosîd dîsa li serê kurdan qewimîn. Ev ne hewqas hêsan e ku mirov û civak wiha li ser xwe derbas bike. Ev travama li Tirkiyê bi AKP û windakrina HDPê û karastên li başûr, rohilat û rojava kurda şikand û wiha zû ji bîr nake. Ev bûyer hatine tomarkirin di mejuyê kolektîf û dê derbasê nifşên dinê bibin. Lê hêviyek heye: ku kurd ji van travam fêm bikin dê di bin wan travam de nemînin. Ku wan karasatan û travamayên bav û kalên xwe bi rastî têgihîştin, ev dikarin pê mezin bibin û wiha mafê xwe ye xwezayî, bo aram û azadî bistînin. Lê niha ne diyar e kurd dê bi kuderê ve herin: şikestin, travama û paşvexistin an jî têgihîştina travama û guhartina paradigman ji bo berjewendî û mafe kurdan bi destkeftinên li başûr û rojava?

DENGDÊR ÊN KURD ÇIMA POLÎTÎZE BÛNE?

Dema hilbijartinan de dibêjin yên herî azad, polîtîze û biryarên baş didin dengdêr ên partîyên Kurda ne. Wekî me jor jî behs kir: Bingeha van gotinan de tiştên ku Kurd dehan sal in dijîn heye. Li gorî te ev pirs bi bûyer ên jor ve girêdayî ye, tu çi difikirî?

Dengderên kurd her roj di jiyana xwe bi dijberî, girtin, kuştin û koçberiye ji ber biryar û encamên siyasi li Enqerê dijîn. Her biryareke dewletê û partiyên li Tirkiyê wan ji nêz ve aleqar dike. Ev reel hikum li ser jiyan, hebûn û tinebûna kurdan dike. Lewra jî kurd bixwazin an jî nexwazin divê bi siyastê û programên partiyan aleqadar bin. Bêguman ji xeyna mesela kurdan her dengderekî kurd hesabê perjewendiyên xwe, malbata xwe û belku yê eşira xwe û baweriya xwe ya oldarî û ramanî jî dike. Globalîzm heman dem mijareke herî aloz û herî girîng a dema me ye ê tesira xwe li ser kurda jî kiriye. Niha li dervayî welat wek li Istanbul, Izmîr, Tehran, Baxdat, Beyrut, Ewropa, Amerîka, Avustralya, Rusya û hwd.  nêzîkî 25 milyon kurd dijîn. Ev kurd jî bi dengderên kurd re bi şiklekî di nav ragihandinê de ne û wiha ji tesîra rewşa cîhanê jî li dengderên kurd heye. Lê dîsa jî, gelek dengdarên kurd hene ku kêm kurdperwer in û dengê xwe li goriya pîvanê xwe yê din didin. Li vêderê bêguman divê partiyên kurdan ji xwe bipirsin ku çima zêdeyî 6 milyon dengdarên kurd dengê xwe nadin partiyê kurdan. Lê tiştek li Kurdistanê diyar e: Komên pêşketina civakî ji qebîleyan ber bi eşîran, neteweyan, herêman û di dawîyê de ber bi globalîzmê li Kurdistanê jî, berfireh dibin. Maneya vê yekê jî ew e ku dînamîka zêdebar a wergirtina nav xwe ne tenê ji bo civaka kurd derbas dibe, herwiha ji bo hemû xetên pêşketina civakî, aborî, hiqûqî, rewiştî yan siyasî jî derbas dibe. Em îro li Tirkîyê dibînin ku ne hemû alîyên pêşketina mirovahîyê globalîze dibin û xwe diguherin. Wan rêyeke din bijartî ye û kurd ji bo bi aliyekê ve dikşîne ku ne xêr e.

Wek mînak em tenê tundrewîya dînî, kevneperestî û mîlîtarîzmê bi nav bikin. Aborî û hin hêmanên çandî li Tirkîyê dînamîkên xwe yên global pêşve nebirin, karakter û siyaset bi gelemperî li cîyê xwe asê bûn yan jî, di îdeolojîya kemalîst û AKPê ya îslamî de girtî man.

Ev dikare bi temamî wek patolojî, nexweşîyek bê sinifandin ku mixabin tevgera kurd jî xwe spartiye vê dînamîkê. Ev tê wê maneyê ku divê tevgera kurd rêyên nû peyda bike da ku pêşketina civakî, çandî û aborî bi nîzama siyasî ya globalîzebûyî bixe nav analîzên nû û hemû grupên kurd wek hevgir ji nû ve tê de karibin xwe bibînin. Ji bo vê jî divê kurd xwedî konsepta siyasî û bernameyê bin ku jê re bingeheke zexim gerek e da ku erkên siyasî yên misoger bîne cî: erk, îkna kirin, seferberbûn, nasname û hevgirî ji hundir ve avakirin, lê bê înkarkirin û veşartina dijberî û fikirên cuda di nav kurdan de. Çiqas kurd ji cidayîyên hev agahdar bin û li ser wan gengêşî bikin, ewqas çêtir bawerî û nêzîkbûn di nav civaka kurd de pêk tê. Tevgera kurd divê xwe ji bo wan veguhestinbînîyên dijwar amade bike. Ev jî dibe hêvî ji bo jiyaneke aram, derûniyek saxlem û şexsitiyeke azad û serbilind.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin