"Di mehekê de herî kêm 10 kolber hatin kuştin"

"Di mehekê de herî kêm 10 kolber hatin kuştin"

.

A+A-

Li gorî raporta mehane ya rêxistineke mafên mirovan tenê di meha Mijdarê de herî kêm 14 kolberên Kurd mirin yan jî birîndar bûn.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ku navenda wê li Parîsê ye, raporta xwe ya mehane ya li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê ragihand.

Li gor wê raportê di meha Mijdara îsal de pasevanên sînor ên Îranê herî kêm 11 kolber gulebaran kirin û 10 kuştin û 1 jî birîndar kirin.

Di raportê de hatiye zelalkirin, “Roja 17ê Mijdarê, kolberekî zarok li Pawe ya parêzgeha Kirmaşanê piştî desteserkirina mulkên wî ji aliyê hêzên sînor ve, xwe kuşt.”

Kolber 'barkêşên nîv qanûnî' ne ku kelûpelên bê bac li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û carnan jî li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê vediguhêzin.

Kolberên Kurd her tim dibin armanca hêzên pasewanên sînor ên Îranê û hin caran jî dibin qurbaniyên karesatên sirûştî.

Gelek kes ji ber xizanî û nebûna karekî alternatîv, bi taybetî li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, berê xwe didibn vî karê giran û metirsîdar.

Malbatên kolberan yek ji mexdûrên sereke yên êrîşên pasdarên Îranê ne, ji ber ku veguhestina kelûpelan çavkaniya bingehîn a debara wan e.

Hêzên sînorî yên Îranê jibilî kuştina kolberan, berî niha çendîn car bi ser malên wan de girtin û dest danîn ser kelûpelên wan.

Jibilî êriş û teqekirina hêzên Îranê, mayîn û karesatên sirûştî astengên din in li pêşiya kolberên Kurd. Li gor raporta KHRNê li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna mayînekê de kolberek birîndar bû.

Li gorî raportên din ên KHRNê di sala 2021an de, di 11 mehên destpêkê yên salê de zêdetirî 130 kolber ji aliyê pasdarên sînor ên Îranî û Tirkî ve yan jî ji ber karesatên sirûştî mirine yan jî birîndar bûne.

Çavdêrê mafên mirovan û çavkaniyê rêxistinên mafên mirovan dibêje, kolberên Kurd ên bêçek ku di bin şert û mercên dijwar û nemirovane de wek dergevanên sînorên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de kar dikin, berdewam dibin armanca Hêzên sînorî yên Îranê û “di encamê de herî kêm 40 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.”

Herwiha Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporta xwe ya mafên mirovan a sala 2020an de ku di meha Nîsanê de belav kir, bal kişand ser 'kiryarên hovane' yên li hemberî kolberan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin