Di lêdana kulman de rekora cîhanê şikand

Di lêdana kulman de rekora cîhanê şikand

Sporvanekî kurd yê Rojhilatê Kurdistanê, sê rojan li ser hev (72 saetan) li kîskê boksê da û rekora lêdana kulman di cîhanê de şikand.

A+A-

Sporvanekî kurd yê Rojhilatê Kurdistanê, sê rojan li ser hev (72 saetan) li kîskê boksê da û rekora lêdana kulman di cîhanê de şikand.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, spovanê kurd yê bi navê Raşid Husênî, sê rojan li ser hev û bêyî ku bêhna xwe vede, kîskê boskê da ber kulman û rekora wê sporê li ser asta cîhanê şikand.

Rekora berê di destê sporvanekî Amerîkî de bû. Wî 53 saetan karîbû bê navber kîskê boksê bide ber kulman.

Ew çalakiya sporê li ber çavên nûnerê pirtûka rekoran ya Guinnessê û bi piştevaniya komek welatî, ku bi dîlan û govend û stranan moral didan wî sporvanî, li salona boksê ya bajarê Sine hat kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin