Di kongreya partiyeke nû de ji ber ala Kurdistanê alozî derket

Di kongreya partiyeke nû de ji ber ala Kurdistanê alozî derket

.

A+A-

Di yekemîn kongreya Lîsta Iraqî ya bi navê “Em Bo Guhertinê Hatine” bi Erebî “Qadimun Lêtexyîr” de ku ji bo hilbijartinên giştî yên pêşwext ên li Iraqê nû hatiye damezrandin, endamên Ereb û Tirkmen li dijî hebûna alaya Kurdistanê li salonê derketin. Endamên Kurd ên vê lîsteyê jî bertek nîşan dan û gotin “eger dijberiya me bê kirin, em dê veqetin.”

Di çarçoveya beşdariya di hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê de ku biryar e di 10ê Cotmeha 2021 de bê lidarxistin, Tevgera “Em Bo Guhertinê Hatine” bi Erebî (Qadimun Lêtexyîr) îro li Bexdayê yekemîn kongreya xwe saz kir.

Tevgera “Em Bo Guhertinê Hatine” bi fermî ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ve bo beşdarbûna di hilbijartinên Cotmeha îsal de hatiye tomarkirin û dikare tevlî hilbijartinan bibe.

Di kongreya wê tevgera nû de, hejmarek endamên Kurd bi cilûbergên Kurd û alaya Kurdistanê amade bûn, lê ji ber hebûna alaya Kurdistanê di salona kongreyê de hejmarek endamên Ereb û Tirkmen ên wê tevgerê nerazîbûn nîşan dan û alozî derket.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Bexdayê Mistefa Goran ku kongreya wê tevgerê ji nêzîk ve dişopand, ragihand ku hejmarek endamên Ereb û Tirkmen li dijî hebûna alaya Kurdistanê di salonê de derketine û endamên Kurd jî bertek nîşan dane.

Endamê Polîtboruya Tevgera “Em Bo Guhertinê Hatine” û Berpirsê Rêxistinên wê tevgerê li Herêma Kurdistanê, Şêx Xazî Zengene derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got: “Berbijêrên Kurd alaya Kurdistanê li ser milên wan bû, lê hejmarek ji Ereb û Tirkmen aciz bûn û daxwaz kirin alê bidin alî, bi taybet Gulşen Kemal endama polîtboruyê ku got, nabe alaya Kurdistanê bê hildan.”

Şêx Xazî Zengene herwiha diyar kir, “Ez acizim ku ew endam wiha diaxive, çimku ew ne ji Desteya Damezrîneran e û ne jî serok e. Bi aşkere ji me re got, eger alaya Kurdistanê bilind bikin, ez dê dest ji kar berdim. Min jî jê re got, ez Kurd im û alayê nahînim xwarê.”

Zengene destnîşan kir, “Cudahiyeke mezin di navbera Kurd û neteweyên din de tê kirin, di civînan de min beşdar nakin, di demekê de ku ez ji Desteya Damezîneran im û min gelek xelk ji wan re kom kirine. Ez heta niha aram bûme, lê wiha hest dikim weke Kurd hesabekê ji min re nakin, eger bi vî awayî serederiyê bikin, ez dê veqetim.”

Tevgera “Qadimun Lêtexyîr” bi Kurdî “Em Bo Guhertinê Hatine” ji bo hilbijartinên giştî yên Cotmeha îsal lîstek amade kiriye û 15 berbijêrên wê lîstê li Herêma Kurdistanê hene.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin