Di êrîşeke DAIŞê de 2 leşkerên din ên Iraqê hatin kuştin!

Di êrîşeke DAIŞê de 2 leşkerên din ên Iraqê hatin kuştin!

Îro 22.08.2019ê serê sibehê li sînorê bajarokê Qeretepeya ser bi qeza Xaneqînê, navbera çekdarên DAIŞê û leşkerên artêşa Iraqê de pevçûn derket

A+A-

Îro 22.08.2019ê serê sibehê li sînorê bajarokê Qeretepeya ser bi qeza Xaneqînê, navbera çekdarên DAIŞê û leşkerên artêşa Iraqê de pevçûn derket û du leşkerên Iraqê hatin kuştin û du leşkerên din jî birîndar bûn.

Vê derbarê de efserê îstixbarata polîsê navçeyê Kerîm Hesen ragehand: ‘’Îro serê sibehê li sînorê bajarokê Qeretepe çekdarekî DAIŞê xwe di binkeyekî artêşa Iraqê de teqand û ji ber wê jî 2 leşker mirin û çekdarê DAIŞê parçe parçe bû.’’

Herwaha got, di vê êrîşa xwekujî de 2 leşkerên din ên Iraqê jî birîndar bûn.

Navborî got: ‘’Çekdarên DAIŞê çend birîndarên wan hebû, lê reviyan û navçe bicîh hêlan.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin