Di êrişa DAIŞê de 4 Pêşmerge şehîd bûn

Di êrişa DAIŞê de 4 Pêşmerge şehîd bûn

.

A+A-

 

 Terorîstên DAIŞê şeva borî li gundê Qere Salim li devera Şêx Bizinî li Kerkûkê, êrîşî ser hêzên Pêşmerge kirin. Berpirsê ragihandina Fewca 3 a Lîwa 126 daye zanîn, di êrîşa DAIŞê de 4 Pêşmerge şehîd bûn û Pêşmergeyek jî birîndar bû.

Terorîstên DAIŞê şeva derbasbûyî li gundê Qeresalim a li navçeya Şêx Bizinî ya ser Pirdê ve li Kerkûkê êrîşî sengerên Hêzên Pêşmerge kirin.

Li gor zanyariyan, êrîşa şeva derbasbûyî ya DAIŞê di saet 23:20an de çêbû û Hêzên Pêşmerge jî bersiv dan.

Berpirsê Ragihandina Fewca 3 ya Lîwaya 126 a Koye Zêwe Mam Ehmed eşkere kiriye: “Mixabin di êrîşa şeva derbasbûyî ya terorîstên DAIŞê de, efserek û 3 Pêşmerge şehîd bûn û Pêşmergeyek birîndar bû” û got: “Pêşmerge bi tundî bersiva êrîşa DAIŞê da.”

Navên şehîdan:

Şehîd Mesûd Telet (Neqîb) - Xelkê Sêgirtkan

Şehîd Nehro Nacî – Xelkê nahiya Dartû- Hewlêr

Şehîd Hejar Celal - Xelkê Kerkûk

Şehîd Rêkan Tofîq – Xelkê Mam Zawa-Hewlêr

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin