Di dîmenên NASAyê de kêmbûna ava Gola Wanê xuya dike

Di dîmenên NASAyê de kêmbûna ava Gola Wanê xuya dike

.

A+A-

Mamosteyê Fakulteya Berhemên Avî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê li Wanê Mustafa Akkuş ragihand ku hişkayiya li hewzeya Gola Wanê di dîmenên peyka Landsatê ya Ajansa Feza û Hewageriyê ya Amerîkayê (NASA) de xuya dike.

Mamosteyê Fakulteya Berhemên Avî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê li Wanê Mustafa Akkuş li dîmenên 4 salên dawîn ên ku Gola Wanê û der û dora wê nîşan didin, temaşe kir û got ku îsal berf qet bi ser hewzeyê de nebariye.

Di axaftina xwe de Akkuş ragihand ku li Wan û der û dora wê hişkayiya herî zor û zehmet a salên dawîn diqewime û bi tenê li deverên bilind ên bajêr berf heye, lê ew jî kêm e.

 

Wêneyê hewzeya Gola Wanê 2020

Wêneyê hewzeya Gola Wanê 2020

Akkuş diyar kir ku berfa li deverên bilind dibare ji bo hewzeya Gola Wanê dibe çavkaniya avê û dema berf tunebe hewze jî ji vê avê wê bêpar bimîne û wiha pê de çû: “Hewzeya Gola Wanê hewzeke girtî ye. Çavkaniya sereke ya ava ku havînê pêdiviya wê pê heye, bi berfa ku zivistanê dibare peyda dibe. Zivistanên ku berf kêm bibare wê demê hişkayî çê dibe. Dema em li dîmenên peyka Landsatê yên Gola Wanê û derdora dinêrin, herêm di van 3 salên dawîn de bi temamî di bin berfê de ye, lê di meha Çileyê ya îsal de hema bêje berf nemaye. Eger di rojên pêş de li hewza Gola Wanê berf nebare, pêvajoyeke pir dijwar li benda cotkarên me ye.”

 

Wêneyê hewzeya Gola Wanê 2021

Wêneyê hewzeya Gola Wanê 2021

Akkuş diyar kir ku her dilopek ava hewzeyê pir girîng e û got: “Divê em çavkaniyên xwe yên avê bi hayrdarî bikar bînin. Divê cotkarên me dev ji rêbazên şaş berdin. Bikaranîna bi bandor a çavkaniyan û komkirina avê di bendavan de girîng e.”

 

Wêneyê hewzeya Gola Wanê 2022

Wêneyê hewzeya Gola Wanê 2022

 

 

Wêneyê hewzeya Gola Wanê 2023

Wêneyê hewzeya Gola Wanê 2023

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin