Di derbarê Parlementerê Kurd ê CHPê de lêpirsîn hat destpêkirin

Di derbarê Parlementerê Kurd ê CHPê de lêpirsîn hat destpêkirin

.

A+A-

Li ser peyama bibîranîna Komkujiya Ermeniyan, di derbarê Parlementerê Kurd ê CHPê Sezgîn Tanrikulu de lêpirsîn hat vekirin. Peyama Tanrikulu ya duh hatibû parvekirin, rastî gelek rexne û gotinên tund hat.

 Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, li ser peyama Komkujiya Ermeniyan a bi rêya medyaya civakî, di derbarê Parlementerê CHPê Mustafa Sezgin Tanrikulu de lêpirsînek da destpêkirin. Sezgin Tanrikulu duh di peyameke li ser tora xwe ya medyaya civakî de gotibû, “107 sal berê, di 24ê Nîsana 1915an  de bi sedan rewşenbîrên Ermenî li Stenbolê hatin desteserkirin û sirgûnê Çankiri, Ayaş û Enqerê hatin kirin û pê re jî hatin wendakirin. Heta ku dîrok bi vê destpêka xirabiyê re rû bi rû nebe, dadweriya rasteqîn pêk nayê.”

Serdozgeriya Enqereyê jî bi sedema ‘Biçûkxistina kesayeta manewî ya dewletê” li gorî xala 301. a Zagona Komara Tirkiyeyê, lêpirsîn da destpêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin