Di civîna Serokwezîrê Sûriyê û parlamenterên Hesekê de mafên Kurdan hat gotûbêjkirin

Di civîna Serokwezîrê Sûriyê û parlamenterên Hesekê de mafên Kurdan hat gotûbêjkirin

.

A+A-

Di civîneke navbera Serokwezîrê Sûriyê û parlamenterên parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê de, parlamenterê Kurd Dr. Ebdulrehman Xelîl behsa mafê Kurdan kir.

Parlamenterê Kurd ê Hesekê Dr. Ebdulrehman Xelîl ê di Parlamentoya Sûriyê de ku wek Encûmena Gel tê naskirin, di civînê de daxwaz kir mafê kulturî yê Kurdan li Sûriyê were dayîn.

Ebdulrehman Xelîl behsa zimanê Kurdî jî dike û dibêje, pêwîst e Kurd li herêmê bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin.

Ew parlamenterê Kurd ê di parlamentoya Sûriyê de herwiha di civînê de behsa rewşa xelkê parêzgeha Hesekê û krîza avê jî kir û got, “Divê ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê bi riya kişandina boriyekê ji Çemê Firatê were peydakirin.”

Di beşeke din a civînê de, behsa girnaiya li bazarên Hesekê û Rojavayê Kurdistanê hat kirin û parlamenterê Kurd Ebdulrehman Xelîl ji bo çareseriya rewşê pêşniyarek kir û got, “Ji bo ku rê li ber buhabûnê were girtin, pêwîste 500 dolar weke bac li ser her tonek kelûpelê ku derbasî Hesekê dive were sepandin.”

Parlamenterê Hesekê, Ebdulrehman Xelîl têkildarî rewşa çandiniyê ya li Hesekê û herêmê û nirxê kirîna genim û ceh jî axivî û diyar kir, pêwîst e pêdiviyên berhemanîna çandiniyê, êm û vaksînên ajelan bo navçeyê bên dabînkirin û careke din nirxê genim û ceh di ber çavan re bê derbaskirin, para parêzgeha Hesekê ji ardê nan were zêdekirin.

Parêzgeha Hesekê beşa herî zêde ya axa Rojavayê Kurdistanê pêk tîne û bajarên wek Heseke, Qamişlo, Amûdê, Dêrik û Til Temir beşek ji wê parêzgehê ne. Niha hema hema tevahiya parêzgeha Hesekê di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye, û tenê beşeke pir biçûk li her du bajarên Qamişlo û Hesekê di kontrola hikûmeta Sûriyê de mane.

Li gor daxuyaniya Serokwezîrtiya Sûriyê jî, Serokwezîr Hisên Ernûs di civînê de tekezî li ser wê yekê kiriye ku hikûmeta Sûriyê dê hewû hewlên xwe bide ku pirsgirêkên parêzgeha Hesekê çareser bike.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Endazyar Ernûs destnîşan kir ku hikûmet bi her awayî ji bo rakirina zextên li ser gelê parêzgeha Hesekê dixebite û hewl dide hemû pêdawîstiyan di sektorên curbicur ên tendirustî, derman û xwarinê de peyda bike, û ava vexwarinê ewle bike ji bo dabînkirina hewcehiyan eger bi kêmanî be jî, ji ber êrîşên dubare û armanckirina xet û navendên avê, bi hemahengiya ligel saziyên hikûmetê, NGO û rêxistinên navneteweyî yên li ser xaka parêzgehê kar dikin.”

Nûçe: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin