Di avakirina sîstema nuh a cîhanê de Kurdistan

Di avakirina sîstema nuh a cîhanê de Kurdistan

Girîngiya ev guhertinên di sîstema dinyayê de dibin, di berjewendiyê gelê Kurd de ye. Lê ev yek di sîstema yekem û ya duyem a dinyayê de ne bi vî rengî bû, di aleyha Kurdan de bû.

A+A-

Ekrem Onen

Wek tê zanîn di vî 100 salê dawî de 2 sîstem li cîhanê hate avakirin. Sîstema pêşin bi însyatîfa Fransa û Îngilîz û bi piştgiriya Rûsya qeyserî di sala 1916 de bi dizî tifaqa bi navê Sykes-Picot hat sazkirin. Ev sîstem heta şerê cîhanê ya 2 emîn sala 1945 dewam kir. Ji 1945 vir ve sîstema 2 ya cîhanê jî kî bî tifaqa Yalta sala 1945 ku di navbera Stalin, Churchill û Roosvelt de hate avakirin. Ev sîstema dudiyan jî heta sala 1991 bi belavbûna Yekîtîya Sovyetan dawî lê hat. Her du sîstem jî li ser esasê jeopolîtîk, dunyayê parve kirin. Em dikarîn bêjin ji sala 1991 û vir ve ne sîstemek û ne jî huqûqek navnetewî li dinyê heye, ev şer û pevçûnên nuha dibin tev ji bo avakirina sîstemek û huqûqek nuh e. Mirov dema nuha li vê prosesa ku li heremê di pêvajoyê de ye dinere, rewşa heremê beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn tîne bîra mirov, wek tê zanîn wê demê welatên emperyalîst ên Rojava ên (Hevpeyman) wek Înglîz, Fransa, Rûsya Qeyserî û hwd dixwestin heremê li gor berjewendîyên xwe li hev par ve bikin û mîmariyekê ji heremê re ava bikin.

Wê demê hedefên van welatan ya pêşî ew bû ku heremê li ser asasê jeopolîtîk li hev par ve bikin, lê ji bo ku ev herêm di bin destê Împaratorîya Osmanî de bû, van welatên rojava xwestin Împaratorîya Osmanî perçe bikin û li hev par ve kin. Li ser vê ya bi însyatîfa Fransa û Înglîz û bi piştgirîya Rûsya Qeyserî di sala 1916 de bi dizî tifaqa bi navê Sykes-Picot hat sazkirin. Ev tifaq mirov dikare bêje destpêka parvekirina herêmê bû. Li gor tifaqa Sykes- Picot, ji Înglîzan re İraq, Urdun, Başûrê Kurdistanê û dora Hayfa yanî Filîstîn, ji Fransa re Sûrîye, Lubnan, qismek ji bakur û başurê Kurdistanê dima. Herweha ji Rûsyayê re qismek ji bakurê Kurdistanê û qismek ji axa Tirkiya îro dima. Lê ji bo ku li Rûsya di sala 1917 Bolşevîka şoreş kirin, ew wek resmî xwe ji tifaqa Sykes-Picot paş ve kişandin.

Girîngiya ev guhertinên di sîstema dinyayê de dibin, di berjewendiyê gelê Kurd de ye. Lê ev yek di sîstema yekem û ya duyem a dinyayê de ne bi vî rengî bû, di aleyha Kurdan de bû. Her weha wek li jor ku min behs kiribû di berya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de welatên xurt ên cihanê, heremê li gor jeopolitîk li hev par ve kiribûn û ew ji bin ve li dijî berjewendîyê gelê kurd bû. Lê nuha ev welatên xurt ên cîhanê dixwazin heremê ne li gor jeopolitîk, li gor netew û mezheb (ethnoconfessional) par ve bikin û ev bi temamî di berjewendîya gelê kurd de ye. Heger stratejîya guhertinên li heremê li gor etnîkî be, favorîtê vê stratejîya nuh wê Kurdistan, Belûcîstan, Azerbeycan û Filistîn be. Ji xwe mirov dikare bêje heta derecakê ev startejî li ser esasê ethnîkî dest pê kiriye. Irak de fakto perçebûyî ye her weha Libya jî nuha du perçe ye, Afganîstan perçebûye, Lubnan ji xwe li ser asasê mezhebî û netewî perçe ye.

Her çiqas nuha prosesa guhertinên Rojhilata Navîn destpêkiriye jî, lê bi qasî mirov tê dighê ev welatên mezin, heta nuha jî, li ser parvekirinê, bi temamî li hev ne kirine. Mirov carcaran dengê cuda ji terefên cuda dibihîze. Weha diyar e heta ev prosses bighê armanca xwe, wê gelek guhertin û bê rojevê. Lê tevgera kurd di vê prosesê de lazim e gelek bi dîqat û siyasetek pragmatîk ku bes berjewendîyê tevgera rizgarîya netewî a Kurdistanê, di merkeza wê de be, bimeşîne

Di van guhertinên li heremê de dibin, Sûrîye xelekek lawaz e û li ber guhertinan e. Dema mirov nuha li rewşa Surîyê dinere mirov dighêje qeneeteke ku wek ku Reanîmasyona tifaqa Sykes-Picot 1916 ye, lê nuha berevajîya Sykes-Picot 1916, ku li ser asasê jeopolitik hatibû avakirin û li dijî berjewendîyê gelê kurd bû, nuha li ser asasê staratejîya perçekirina etnîkî ya heremê ye, ew jî wek me li jor gotibû di berjewendîyê gelê kurd de ye. Wek tê zanîn di vê pêvajoya bûyerên ku li Sûrîyê dibin, tevgera rizgarîya netewî ya Rojavayê Kurdistanê faktorekî guhertina Sûrîyê ya asasî ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî daxwazên Kurdan diyar e, kurd daxwaza mafê Siyasî, kultûrî û demokratîk dikin. Bê guman di kûraya dilê her kurdekî Rojava de wek a her kurdekî perçeyên din, daxwaza dewletek Kurd heye û vêya kurdên Rojava naveşêrên, lê vî mafê xwe li gor rewş, dem û taqetê wê bi kar bînin. Îroj li Sûrîyê bi tevayî û bi teybet li Rojavayê Kurdistanê gelek bûyerên girîng diqewimin. Bêguman Kurdên Rojava lazim e, maksîmal ji vê rewşa heyî menfeet bi dest bixin.

Kurdên Rojava nuha di rewşeke gelek zehmet de derbas dibin. Ji ber ku hêzên muxalefeta Sûrîyê heta nuha xwe nadin ber daxwazên Kurdan. Herweha rejîma Sûrîyê jî ji bo çareserîyê, tiştekî konkret nabêje. Lê weha diyar e Kurdên Rojhilat him bi muxalefetê re di têkilîyan de ne, her weha rîya dîyaloga bi hukum re jî ne irtine. Ya rast jî ev e. Lazim e Kurd zorê bidin muxalefetê ku ew di pirsa kurd de siyasetek eşkere û konkret bimeşîne. Ji alîkî din ve jî divê cî li rejîma Baasê teng bibe, ji bo xelasîya xwe bi Kurdan re li rêyên li hevkirinê bigere. Heger kurd bikaribin bi hukum bidin qebûlkirin ku mafê xwe di yasaya Sûrîye de misoger bikin, divê Kurd bi hukum re têkevin dîalogê. Sîyaset senetê îmkanan û berjewendîyan e. Heger dîyalog bi hukum re, li gor berjewendîyê gelê Kurd be, divê Kurd ji dîyalogê xwe nedin paş. Rejîma Baas vêya ji du tiştan dikare bike, yek ji bo karibe hukmê xwe biparêze, heger bikaribe, ya duduyan heger zanibe yê çûnêye jî, ji bo bikaribe bihêle hukmê ku piştî wê werin, hukmên lawaz û bê istiqrar bin, her weha heyfa xwe ji Tirkan hilîne -ku turk gelek ji pirsa Kurd pişt bi kul in-.

Wek adetekê ku gelek kes dihesibîne ku "pirsa netewî di demokrasîyê de çareser dibe”, ji bin ve ne rast e. Jixwe gotina ”demokrasî” bi xwe gotinek abstrakt e. Nuha li cîhanê li gelek welatan, ku welatên Awropî jî di nav de, xwe demokrat dihesibînin, pirsên netewî nehatine çareserkirin û berevajiyê wê, li gelek welatên ne demokrat in jî, pirsên netewî hatine çareserkirin. Çareserîya pirsa netewî bi dem rewş û taqetê ve girêdayîye. Şaşîtîyek gelek mezin e ku kurd çareserîya pirsa xwe bi demokrasîbûna welatên dagirker ve girê bide.

Li heremê nuha gelek gûhertinên mezin pir zû dibin Kurd divê ji van guhertinan re hazirbin. Rûsya di her du sîstemên derbasbûyî de û ya nuha de jî aktorêkî asasî ye. Brîtanya û Fransa ku aktorê sîstema 1 û 2 bûn, nuha di şuna wan de DYA û Rûsya girtiye. Herçiqas nakokîyê wan hebin jî, lê di pîrsa Kurdan de hevkirinek dîzî di navbera wan de heye Wek peymana dizî ya sala 1939 a di navbera Molotov-Ribbentrop (Yekîtîya Sovyet û Almanya) de ku li ser parvekirina Awrupa û ji bo her du welat êrîşî hev nekin, çêkiribûn.

Kurd dîvê vê şansê baş bi kar bînin, siyaseteke reel, aqilselîm, ji sloganîyê dûr, populîzm û pragmatîk tevbîgerîn. Tiştê herî grîng ew e ku divê Kurd ji bîr nekin guhertinên nuha dibin ne li gor jeopolitîk, li gor netewe û mezheb dibin. Heger startrejîya guhertinên li heremê li gor etnîsîte be, favorîtê berz ê vê stratejîya nuh, Kurdistan e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin