Di 2 mehan de 510 bikarhênerên medya civakî ji ber parvekirinên Covîd-19ê hatine desteserkirin

Di 2 mehan de 510 bikarhênerên medya civakî ji ber parvekirinên Covîd-19ê hatine desteserkirin

Li gorî daxuyanîya Wezareta Navxweyî ya Tirkîyeyê di 65 rojan de 10 hezar û 111 hesabên medya civakî ji ber ku parvekirinên wan “provokatîf” û “ne rastin” hatine kontrol kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta Navxweyî ya Tirkîyeyê eşkere kirîye, ku di 65 rojên dawîn de 510 bikarhênerên medya civakî ji ber ku parvekirinên wan yên derbarê Covîd-19ê de “provokatîf” û “ne rastin” hatine desteserkirin.   

Wezaretê li ser hesabê xwe yê Twîtterê eşkere kirîye, ku di 65 rojên dawîn de hesabê 10 hezar û 111 bikarhêneren medya civakî ji ber ku derbarê Covîd-19ê de tiştên provakatîf belav kirinê hatîye kontrol kirin. ji wan hezar û 105 kes weke gumanbar hatine tespit kirin û 510 kes jî hatine desteserkirin.

Wezaretê di 7ê Nîsanê de jî daxuyanî dabû û gotibû, 616 bikarhênerên medya civakî ji ber parvekirinên wan yên derbarê şewbê de“provokatîf” û “nerastin” hatine tespîtkirin. Ji wan 229 kes hatine desteserkirin.

Di 17ê Adarê de jî bi heman mebestê 93 bikarhêner hatibû tespîtkirin. 19 kes jî hatibû desteserkirin.

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin