Di 18 mehan de herî kêm 1209 karker ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine

Di 18 mehan de herî kêm 1209 karker ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine

.

A+A-

Di 18 mehan de herî kêm 1209 karker ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine Li gorî rapora Meclîsa ISIGê, di 18 mehên şewbê de herî kêm hezar û 209 karker ji ber Covîd-19ê mirine. Ji kesên ku ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine jê 106 karkerên jin, 1103 jî karkerên mêr bûne.

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) aşkere kiriye ku di navbera rojên 11ê Adara 2020an û 10ê Îlona 2021an de ji ber vîrusa Covîd-19ê hezar û 209 karker mirine.

Di 18 mehên şewbê de ji kesên ku ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine jê 106 karkerên jin, 1103 jî karkerên mêr bûne.

Meh bi meh hejmara karkerên ku mirine

Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) di 18 mehên şewbê de hejmara karkerên ku ji ber Covîd-19ê mirine meh bi meh weha ne:

Di 20 rojên dawiya meha Adara 2020an de herî kêm 14 karker, di Nîsanê de herî kêm 105 karker, di Gulanê de herî kêm 30 karker, di Hezîranê de herî kêm 13 karker, di Tîrmehê de herî kêm 16 karker, di Tebaxê de herî kêm 57 karker, di Îlonê de herî kêm 52 karker, di Çiriya Pêşiyê de herî kêm 53 karker, di Çiriya Paşiyê de herî kêm 162 karker û di meha Kanûna Paşiyê de herî kêm 242 karker mirine.

Di meha Kanûna Pêşiyê ya 2021an de herî kêm 81 karker, di Sibatê de herî kêm 38 karker, di Adarê de herî kêm 36 karker, di Nîsanê de herî kêm 136 karker, di Gulanê de herî kêm 121 karker, di Hezîranê de herî kêm 15 karker, di Tîrmehê de herî kêm 3 karker, di Tebaxê de herî kêm 22 karker û di 10 rojên destpêkê yên meha Îlonê de herî kêm 13 karker ji ber vîrus Covîd-19ê mirine.

Her weha karkerên ku ji ber Covîd-19ê mirine jê 1030 bi maeş, 179 karker jî li ser hesabên xwe kardikirin.

Sektorên ku karker lê mirine

Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) di 18 mehên şewbê de sektorên ku karker lê mirine weha ne:

Di sektora Xizmetên Civakî û Tenduristiyê de 429 kedkar, di sektorên Sînema, Perwerdehî, Buro û Bazirganiyê de 386 kedkar, di sektora Karên Giştî û Şaredariyê de 111 kedkar, di sektora Ewlekarî û Berevaniyê de 72 kedkar, di sektora Metalê de 32 kedkar, di sektora Tekstîl û Cermî de 30 kedkar, di sektora Barkêşî û Guhêzkariyê de 27 kedkar, di sektora Şahî û Geştê de 19 kedkar, di sektora Çandinî û Daristanê de 14 kedkar, di sektora Lastîk û Petro Kîmyayê de 14 karker, di sektora Rojnamegerî û Çapemeniyê de 14 kedkar, di sektora Sîgorte, Fînans û Bankeyê de 11 karker, di sektora Enerjiyê de 9 karker, di sektora Xorak û Şekir de 8 karker, di sektora Bînasazî û Rê de 7 karker, di sektora Ragihandinê de 5 karker, di sektora Tersane û Keştîyê de 5 karker, di sektora Kaxiz û Daran de 4 karker, di sektora Kanzayê de 3 karker, di sektora Cam, Ax û Çîmentoyê de 3 karker û 6 karker jî sektorên ku lê kar dikirin nehatiye zanîn mirine.

Temenê karkerên ku ji ber Covîd-19ê mirine wiha ye:

o   13 karker temenê wan di navbera 18-27an de bûye,

o   495 karker di navbera 28-50,

o   543 karker di navbera 51-64,

o   128 karker 65 û berjortir bûye.

o   Temenê 30 karkeran nehatiye zanîn.

Karkerên ku ji ber Covîd-19ê mirine jê 161(ji sedî 13,31) endamên sendîkayê bûne. Her weha 1048 karker jî(ji sedî 86,69) endam nebûne.

Bajarên ku karker lê mirine

Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) di 18 mehên şewbê de bajarên ku karker lê mirine weha ne:

Li Stenbolê 248 karker, Enqere 59, Kocaelî 58, Îzmîr 55, Bûrsa 40, Mersîn 38, Hatay 36, Dîlok 35, Kayserî 34, Amed 33, Konya 32, Manîsa û Samsûn 25, Aydin 23, Riha û Denîzlî her yek 22, Edene 20, Sakarya 19, Tekîrdag 16, Maraş û Osmaniye her yek 15, Antalya û Meletî 14, Erzûrum, Trabzon û Zongûldak her yek 12, Balikesîr, Mûgla û Wan her yek 11, Elezîz, Eskîşehîr, İsparta û Kutahya her yek 8, Agirî,Çanakkale, Çankiri, Çorûm, Giresûn, Kirikkale û Nevşehîr her yek 8, Kiriklarellî û Ordû her yek 7, Afyon, Amasya, Bolû, Duzce, Kastamonû û Mêrdîn her yek 6, Çewlîg, Rîze, Sêwas û Tokat her yek 5, Semsûr, Ezirgan, Karaman û Ûşak her yek 4, Aksaray, Bartin, Burdur, Idir, Karabuk, Kilis, Sêrt, Dêrsim, Yalova her yek 3, Êlih, Bedlîs, Bîlecîk, Gumuşhane, Nîgde, Sînop, Yozgat her yek 2, Artvîn, Qers, Colemêrg, Kirşehîr 1 û li derveyî welat 13 karker mirine. Her weha li Ardahan, Mûş û Şirnexê mirina karkerên ji ber Covîd-19ê nehatiye tespîtkirin.

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin