Destûn nedan Amed Spor kongreya xwe çêbike

Destûn nedan Amed Spor kongreya xwe çêbike

Amed Spor destûra sazkirinê da lê Wezareta Karên Hundir a Tirkîyê tu bersiv neda klûbê.

A+A-

 

Rêveberîya Amed Sporê biryar dabû ku roja 19'ê pûşpera 2020'an de bi awayekî awarte kongreyê saz bikin. Li ser rewşa pandemîyê kongre ji bo 2'yê vê mehê hatibû taloqkirin. Ji ber piranîya endaman ne amade bû kongre ji bo 9'ê mehê dê li dar biketa. Rêveberîya Amed Sporê 4'ê mehê bi rêya Walîtîya Amedê ji bo sazkirina kongreyê serî li Wezareta Karên Hundir a Tirkîyeyê da ku ji ber pandemîyê destûr di destê Wezareta Karên Hundir de ye. Ligel ku divê kongre bêyî li piranîya endaman binêrin îro li dar bikeve. Li ser vê yekê Amed Spor destûra sazkirinê da lê wezaretê tu bersiv neda klûbê.

Serokê Kilûba Amed Sporê Metin Kilavuz ji ser tora civakî re peyamek weşand, got ku ligel serîlêdanê tu bersiv nedane wan û ev yek lê zêde kir: "Wekî ku di hundirê fermanameyê de nivîsandîye jî ji bo kilûbên sporê zerarê nebînin divê zûtirîn gavê de bersiv bê dayîn. Em wekî kilûb jî zûtirîn gavê de li benda bersivê ne. Dema bersiva me bê dayîn emê kongreya xwe saz bikin."

Tîma fûtbolê ya Amed Sporê di Lîga 2'yemîn a Tirkîyeyê de dilîze.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin