WAN - 45 akademîsyenên ji 6 welatan li ser ‘Melayê Bateyî û Mîrasa Wî’ axivîn

WAN - 45 akademîsyenên ji 6 welatan li ser ‘Melayê Bateyî û Mîrasa Wî’ axivîn

.

A+A-

Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, di çarçoveya Sempozyuma 7emîn a Kurdiyata Navneteweyî de îsal jiyan û mîrasa wêjevan û helbestvanê navdar ê Kurd Melayê Bateyî da ber xwe.

Sempozyuma bi sernivîsa “Melayê Bateyî û Mîrasa Wî” bi beşdariya gelek lêkoleran hat lidarxistin.

Di sempozyumê de akademîsyen û lêkolerên Kurd û biyanî jiyana nivîskarê Mewlûda Kurdî Melayê Bateyî nirxand û li ser wî gotar pêşkêş kirin.

Ji 20 zanîngehên 6 welatan 45 akademîsyen, lêkoler û nivîskar beşdarî sempozyumê bûn û Melayê Bateyî bi her aliyan ve hildan dest.

Mîsyona Kurdiyata Wanê

Amadekarê sempozyumê Doç. Dr. Yakup Aykaç li ser armancên xwe diyar kir:

“Bi rêya Kurdiyata Wanê mîsyoneke me heye.

Em dixwazin lêkolînên akademîk ên li ser Kurdî bi pêş bixin.

Bi taybetî em dixwazin şair, edîb û kesayetên me yên ku xizmeta ziman û edebiyata Kurdî kirine bidin naskirin.”

Bandora Mewlûda Kurdî ya li ser civakê

Di sempozyumê de derbarê bandora Mewlûda Kurdî ya Bateyî ya li ser civak û çanda Kurdî, lêkolînên li ser ziman û şêwaza helbestên wî gotar hatin pêşkêşkirin.

Mamosteya Zanîngeha Dihokê Dr. Kejal Fedakarê li ser bandora Mewlûdê anî ziman:

“Ji ber ku em xelkekî Misilman in, bi taybetî mewlûdnameyan bandoreke gelekî xurt li gelê Kurd kiriye.”

Mamosteyê Zanîngeha Amsterdamê Prof. Dr. Michiel Leezenberg destnîşan kir ku Melayê Bateyî parçeyekî girîng ê Wêjeya Klasîk a Kurdî ye û li pey çû:

“Wî wekî helbestvanê yekem Mewlûda Kurdî nivîsî.

Pişt re hinek kesan çend mewlûdên din nivîsîn lê ew yekem e.”

Mamosteyê Zanîngeha Zaxoyê Dilêr Kemal Ehmed jî eşkere kir ku Melayê Bateyî bi rêyeke rasterast çanda Kurdî di nav edebiyata nivîskî de zindî kiriye û da zanîn:

“Helbet Melayê Bateyî bi rêyeke rasterast çanda Kurdî di nav edeba nivîsînê da zindî kirîye.

Yanî folklora çanda Kurdî aniye xistiye nav berhemên edebîyata klasîk.”

Hemû gotarên ku di sempozyumê de hatine pêşkêşkirin dê wekî pirtûk werin çapkirin û li kuliyata Kurdiyata Wanê werin zêdekirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin