Dêrsimî daxwaza restorasyona cemxaneya 500 salî dikin

Dêrsimî daxwaza restorasyona cemxaneya 500 salî dikin

Dêrsimî daxwaza restorasyona cemxaneya 500 salî dikin

A+A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê cemxaneya ku 500 sal berê ji aliyê Pîr Sultan Evdal ve hatiye avakirin, di bin metirsiya hilweşînê de ye. Xelkê herêmê daxwaz dike ku cemxane bê tomarkirin û restorekirin.

Cemxaneya ku Pîr Sultan Evdal li gundê Heculiyê ya navçeya Pilemûrê ava kiriye, yek ji nirxên herî girîng ên dîrokî yên herêmê ye.

Cemxaneya ku di destpêka salên 1500an de, di serdema Osmaniyan de dema ku Pîr Sultan Evdal ji gundê Banazê ya Sêwaza Bakurê Kurdistanê sirgûnî Îranê tê kirin, di serdana xwe ya Dêrsimê de çêdike, tevî şewat û erdhejan li ser piyan maye.

Di navenda cemxaneyê de li stûna ku ji dara hevrisê hatiye çêkirin 3 gopalên Pîr Sultan Evdal daleqandîne.

Xelkê herêmê diyar dikin ku dîwarên xemxaneya dîrokî ku ji kevir û kerpîçan hatine çêkirin, ji ber ku nehatine restorekirin, dest bi hilweşînê kiriye û ew dixwazin avahî di zûtirîn dem de bê tomarkirin û restorekirin.

 

Wêne: DHA

Neviyê Pîr Sûltan Evdal ê nifşê 8emîn Mehmet Çelebî diyar kir ku divê avahiya ku dîroka Anatoliyê ronî dike, bê restorekirin û got “Ev der, ya ku ez dizanim, avahiyeke 500 salî ye. Pîr Sultan Evdan dema ku ji Îranê tê, çê dike û 15 sal li vê derê dimîne. Li vê derê dizewice û li vê derê zarokên wî çê dibin. Em jî dibin neviyên wan. Gopalên Pîr Sultan Evdal li vê derê ne, berê me li vê derê cem dikir. Heta niha kalkalkê min, kalê min bavê min û min vê derê parastine. Me çanda xwe baweriya xwe meşand û em xwedî lê derketin. Naha em dixwazin ku ev der li gorî resentiya xwe were tomarkirin û restorekirin.”

 

Wêne: DHA

Herwiha Mesut Çelebî diyar kir ji ber ku dîwarê cemxanê hildiweşe textên sûnta li ser diwar xistine û dîrokiya wê xera kirine. Çelebî di berdewamiya axavtina xwe de wiha dibêje “Ev der ji aliyê Pîr Sultan Evdal ve hatiye çêkirin cihekî ku em pîroz dibînin û îbadetê dikin e. Ji hingî ku em femberî xwe bûne em li vê erê cem dikin. Diwarên vê derê hildiweşiyan û xwelî dirijiya, me jî sûnta lê xist. Ji ber ku derfetên me tinebû me wisa kir, ew rewş jî tiştek ne xweş e. Em daxwaz dikin ku ev der bê tomarkirin û restorekirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin