Deriyê Pêşabûrê ji bo helgirê îqameyên biyanî û îqameya Herêma Kurdistanê tê vekirin

Deriyê Pêşabûrê ji bo helgirê îqameyên biyanî û îqameya Herêma Kurdistanê tê vekirin

.

A+A-

Deriyê Pêşabûr li pêşiya hatina kesên helgirên Îqameyên biyanî û Îqameya Kurdistanê tê vekirin.

Piştî êrîşkirina grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger li ser xala sînorî a Pêşabûrê, ku bû sedema girtina xala sînorî jî, Berpirsê xala sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbuharî di daxuyaniyekê de ragehand, îro roja Pêncşemiyê wan rê bi vegera karmendên rêxistinên mirovî ji Rojava bo Herêmê da.

Herweha li gor daxuyaniya Şewket Berbuharî, dê sibe roja Îniyê, kesên ku helgirên Îqameyên Ewropî û biyanî ne û di riya deriyê Pêşabûr çûbûn Rojavayê Kurdistanê, dikarin bi riya deriyê Welîd ji demjimêr 9ê sibehê heta 4ê piştî nivro vegerin Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hat jî, welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku Îqameyên Herêma Kurdistanê pê re ne û bi seredan çûbûn Rojava, ew jî dikarin roja Şemiyê di riya deriyê Welîd re vegerin Herêma Kurdistanê.

Li gor daxuyaniyê, ev rêkar tenê ji bo wan kesan e, yên ku bi riya xala sînorî ya Pêşabûrê seredana Rojavayê Kurdistanê kirine, û ji bo vegera bo Herêma Kurdistanê ye.

Roja 15ê vê mehê komekê ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve êrîşî ser xala sînorî ya di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de kir. Berpirsê xala sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbuharî jî daxuyaniyekê de ragihandibû, zêdetir ji sed kesî û li ber çavê xelkê û asayişa Sêmalka, êrîş kirin ser xala Pêşabûrê. Di encama de, hejmarek ji pasewanan bi giranî birîndar bûn û camên otomobîla agirkujê şikandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin