Derhêner Yoksu dipirse: Kûsîyên Firatê û 50 hezar mirov dê li ku bijîn?

Derhêner Yoksu dipirse: Kûsîyên Firatê û 50 hezar mirov dê li ku bijîn?

Rojnameger Metîn Yoksu li ser ev xalên me anîn ziman, li ser Heskîfê, gundên wê û jîyana wir belgefîlmekî bi navê Sîya Avê kişand. Galaya belgefîlm roja 16’ê reşemîya 2020’an li Batmanê çêkir.

A+A-

 

Hevpeyvîn: Cemil OGUZ

We berê navê Kûsîyên Firatê bihîstibû? Lê ji cih û warbûna 50 hezar kesî ku piranî hê di konan de ne, yên ku mafên xwe jî bi dest nexistine? Gelo hûn dizanin bihara pêşîya me dê mîlyonek kulîlkên li wê derê êdî şîn nebin? Bendava Ilisû jîyana Kûsîyên Firatê jî, erd û zevîyên 50 hezar kesî jî, kulîlkên wê derê jî, bajarê Heskîfê jî noqav kir.


Rojnameger Metîn Yoksu li ser ev xalên me anîn ziman, li ser Heskîfê, gundên wê û jîyana wir belgefîlmekî bi navê Sîya Avê kişand. Galaya belgefîlm roja 16’ê reşemîya 2020’an li Batmanê çêkir. Paşê vîrusa koronayê derket holê. Ligel ku plankiribû ku dê li gelek bajarên din jî belgefîlmî nîşan bide lê ji ber koronayê nekarî. Û niha wî ev belgefîlm bi ser înternerê re pêşkêşî her kesê/a bixwaze lê temaşe bike kir. Me jî ev yek wekî firsend dît û pêre xeber da. Kerem bikin em bi hev re binêrin ka rojnameger Yoksu, ku ji wir e, li wir bû, û çav û guhên xwe dabûn derdê wir, ka çi dibêje…

Tu bixwazî em ji vir dest pê bikin; bi salan e tu rojnamegerî dikî, bi qasî dizanim ji alîyê sînemagerî ve ev yekem e. Gelo tuyê êdî berê xwe bidî vî alî?

Nêzî 10 salan e ez rojnamegerî dikim, ji alîyekî ve jî wekî kurdekî li hemberî ew qas zilmî bi awayekî têdikoşim û dikim ku ber xwe bidim. Bi van gotinan ez dibêjim min karî hinekî derdê xwe bînim ziman.

Di warê sînemayê de ceribandina min a duyemîn e, ne ji ber tiştekî lê ji bo bê zanîn ez dibêjim: Xebata min a pêşî li ser jîyana sîyasî ya Yilmaz Guney bû lê belgefîlm ji min dizîn û di vesazkirinê (edît) de em dikarin bibêjin mahf kirin. Ji ber ku ev ne mijara me ye ez naxwazim em li ser vê bisekinin. Tiştê muhîm erdên herî bi berhênan û ava Kurdistanê têk dibin. Ev rojev ji bo me muhîmtir e. Armanca min ew e bikim belge, belgeyan pêşkêşî kesên têdikoşin bikim û ez wekî parçeyeke vê erdnîgarîyê keda xwe bixim nav têkoşînê. Ji ber ku erdnîgarîya me, dîroka me talan dikin. Nedîtina vê, nenivîsandin, şîrîn nîşandayîn ne karê me ye, ew karê çapemenîya herêmî ku ji vê rantê digirin e, karê çapemenîya nêzî desthilatdarîyê ye. Ji ber vê yekê ezê her hewl bidim rastîyan bînim ziman. Di nav çapemenîya kurd de armanca min vîdeo nûçe, belgefîlm in û helbet xebata ji bo bîrê ye. Binpêkirina mafan, kêf û şahî, şîn, bi kurtahî çi hebe armana min ew e ku belge bikim. Ji niha û pêde jî tiştek bi ser me de neyê ezê vê hewldana xwe bidomînim.

JI DU KILAMÊN ŞÎNÊ EZ KETIM RÊ

Fikra kişandina belgefîlm bi te re çawa çêbû? Te çiqas ji bo vî belgefîlmî ked da? 

A rast wekî hin kes dikin, “Heskîf di bin avê de dimîne hadê em herin belgefîlm bikişînin”, na min wisa nekir û ez ranebûm neçûm min nekişand. Ez her gav li dijî kesên wekî proje li vê dramaya dinêrim derketime. Armanca min xebata belgekirin û kesên dengên wan nayê bihîstin dengê wan bidim bihîstin. Dema em ji vî alî ve li meseleyê binêrin emê bibînin ku bi hezaran kes û çîrok hene ku me hê ew ranegihandine. Dîya min (Firyaz Yoksu) klameke şînê gotibû û bi telefonê ji min re şandibû, demek din hevala dîya min a zarokatîyê Habibe Saçik jî ji gund şînek vegotibû û ew jî gihîştibû min. Pêşî ez fikirîm li ser van nûçeyeke çêbikim, paşê min go em çima vê hê bi zimanekî mayînde venebêjin. Ji ber ku her kesî bala xwe dabû Heskîfê lê me hemûyan gund ji bîr kiribûn. Di sê salên dawî de li gor derfetan min kir ku gundan bînim rojevê. Li ser vê, bi ser her du klamên şînê re min kir ku tiştên li gundan hatine jîyîn bi awayekî objektîf bixim nava 25 deqîqeyan. Kişandinê 3 meh dom kir. Lê Li ser xebitîn ji ber bêderfetî hinek zêde dom kir. Ligel hemû bêderfetîyan me karî belgefîlm bigihînin galaya ku 16’yê reşemîya/sibata îsal li Batmanê çêbû.

EV BENDAV ERDÊN BERHÊNAN NOQAV DIKE

Bendavê bandor li çend gund, çend mirov, çend metrekareyê kir? Ew dane hene li ber dest…

Kordînasyona Heskîfê par raporeke nû amade kir. Berî wan Hewldana Parastina Heskîfê amade kiribû. Li Heskîfê ku 12 hezar sal dîroka wê heye 289 şikeft û 80 bi temamî 199 gund û gom di bin avê de têne hiştin. Herî hindik 50 hezar mirov ji cih û warên xwe bûn. Piranîya erd, zevî û çêrgehên Şirnex, Sêrt, Batman û Amedê ketin bin bendavê. Bi kurtahî erdên herî bi berhênan ên Mezopotamyayê. Tê gotin “ev bendav dê bike ku erd pê bêne avdan” lê na, ev bendav erdên bi berhênan noqav dike. Tiştek din a balkêş jî bi sedan çavkanîyên ava paqij di bin bendavê de dimînin. 

Tu qala 50 hezar kesî dikî. Ev ên ji cih û warên xwe bûn çûn ku derê? Li cihên ku çûn karîn bi cih bibin?

Gelek kesên ji cih û warên xwe bûn, cihekî wan ku herin lê bi cih bibin tune ye. Ez ji gundê Ewtê mînak bidim, hê jî cihê ku mirov herin lê bi cih bibin temam nebûye. Ji ber ku cihê mirov herin lê bimînin tune ye li gundê Zaxora ku bi dehan kîlometre ji Heskîfê dûr e însan di konan de dijîn. Gelek kes ji ber mafê xwe bi dest nexistin, li cihê ku nû çêkirine jî cihê wan tune ye mecbûr man koçî metropolan bûn. Ji ber bendavê herî hindik 50 hezar mirov ji cih, war û nasnameyê xwe bûn.

 

BIHAREK DIN BI MÎLYONAN KULÎLK DÊ ŞÎN NEBIN

Wisa dîyar e bi bendavê re bi dîroka mirovan, bi dîroka xweza û heywanan lîstin, pêşeroja wan xira kirin. Tu çûyî, te dît, li wir ev hîseke çawa ye, em dikarin hinekî li ser vê bisekinin?

Dewlet û şîrketên ku dê bêrîka wan tije bibe dîrok, xweza, zindîyên wê derê ne di xema wan de ne. Ew li pêşeroja wan nefikirîn. Loma bi ya min hesteke wan a bi vî rengî nîn e. Mînak li Çemê Dîcleyê vê biharê bi mîlyonan kulîlk di bin avê de man. Carek din biharê ev kulîlk dê şîn nebin. Ji bo Kûsîya Firatê cihek biçûk a lê jîyînê mabû, niha ew cihê jîyana wan jî têk birin. Ev yek ne di xema kesî de ye. DSÎ (Sazîya Karen Avê yên Dewletê) ji bo xwe rizgar bike qaşo daneyên zanistî dan hev. Li ser cureyên vê derê xebat kir lê ji bo pêşeroj û rizgarkirina wan tiştek nekir. Ev raporên amade kirin tenê ji bo di çavên Ewropayê de xwe şîrîn nîşan bide û hê zêdetir kredîyê bigire amade kirin lê ev yek ji bo raya giştî eşkere nekirin. Ku rapor jî temam nebûn lê cihê jîyana zindîyan têk birin.Îdîa dikin ku wisa karekî mikemel kirine. Bila derkevin bersiva vê pirsa hêsan bidin: Kûsîyên Firatê dê li ku bijîn?

Di belgefîlm de axaftinên bi bandor ên jin û mêran hene ku ji cih û warên xwe bûne. Mînak jinek dibêje, “Ewtê paytexta vê derê ye”. Dema te belgefilm dikişand herî zêde çi bandor li te kir?

Li herêmê tu gundê Ewtê ji yekî bipirsî dê bêje na lo, were binêre ev gund hê xweşiktir e. Helbet her yek dê bêje ev xweşiktir e. Lê erdnîgarîya ku ji bo her kesî bûye cihê bîra wî/ê helbet ew der paytexta wî/ê ye. Me ev nîşan dan lê me nikarî ew gotinên wan, ew klama şînê wergerînin tirkî. Hem me nikarî, hem ji dest me nehat, hem jî dilê me nexwest. Me yê ew têgehên klama şînê ya kurdî çawa wergeranda? Mînak xwişka Hebîbe qala bîranîna bavê xwe û Gomê Reşo dikir, di tirkî de çi wate û giranîya wê dê heba? Lê ew navê ku wan daye ji bo wan taybet bû. Ji ber vê em bi zimanê gerdûnî yê muzîkê bawer bûn û me wernegerand. Lê ev hemû û jê zêdetir di belgefîlm de ew tînin ziman.

Di belgefîlm de jî em dibînin dîwaran, cihên dîrokî bi dînamîtan xira dikin. Li welatên ku li paş mane her wisa dikin. Dema te ev dîmen dikişandin te çi hîs kir?

Hemû zîhnîyetên ku armanca wan pere karkirin e, armanc têkbirina bîra mirovan e heman tiştî dikin. Li DYA’yê çawa li ser Çermsoran komkujî çêkirin, gelê ermen ê qedîm çawa qetil kirin, DAIŞ’ên hov çawa rabû ku êzîdîyan bikujin, li Rojhilata Navîn çawa mîrateya mirovahîyê ji bo têkbirin û pere bi destxistinê dan ber dînamîtan, bila her kes bersivê bide, gelo li Heskîfê jî armanc ne heman tişt e? Her kes bi xwe bersiva vê pirsê bide hê baştir e.

VÊ CARÊ DI BIN AVÊ DE HIŞTIN

Rayedarên dewletê îdîa dikin ku “Pêdivî bi enerjîyê heye” Gelo bêyî bendavê çêbikin nedikarîn vê enerjîyê bi awayekî din çareser bikin? Di lêkolînên we de çi derket holê?

A rast wekî şexs pêdivîya min bi enejrîyê tune ye. Ya we heye? Ligel ku enerjî heye jî ligel ku gel zêdetir pereyan dide jî DEDAŞ elektrîka mirovan dibire. Hê du sê roj berê gundên Mêrdînê bê elektrîk man, ligel ku enerjî heye jî DEDAŞ çima elektrîkê dibire? Armanca bingehîn a vê bendavê ew e ku vê derê ji mirovan vala bike, tune bike. Yek bi yek herin li van gundan bigerin hûnê bibînin ku di salên 1990’an de rastî zilmê hatine. Bi gotina kesên ji bo belgefîlm ez bi wan re axivîm ez bersivê bidim: Ji ber ku carek din nekarîn bişewitînin vê carê di bin avê de dihêlin.

Dîrokek mezin çû, mirov mexdûr bûn, sewal telef bûn, nebatên wê derê jî… Bi giştî mirov li dijî vê bendavê bûn. Dema em van hemûyan didin ber çavan, ev bendav li welatekî din ba, mînak li Almanyayê ba dê dîsa bihata çêkirin?

Di warê têkbirina xwezayê û dîrokê de Almanya ne masûm e. Bi awayekî endîrek wan jî ji bo bendavê fînansorî kir. Gelek welatên li Ewropayê ji vir pere kar kirin û dê kar bikin jî. Lê li gor vê derê li Almanyayê hê zêdetir pergala demokratîk û hiqûqî heye, li wê derê mirov hêsantir dikarin têkoşînê bidin. Mînak Gundê Bizenka ku li pala Çîyaya Mawa ye li Almanyayê ba bi rehetî hûnê biçûna ligel gundîyan hevpeyvîn çêkira û we yê mîkrofan dirêjî wan bikira lê li virê derê ji bo hûn tiştekî wisa bikin pêşî divê hûn mîkrofanê veşêrin!

BI TÊKOŞÎNÊ MIROV DIKARIBÛ 10 SAL BI PAŞ VE BIXIN

Baş e, pirsa xwe ya dawî dixwazim li ser kurdan bikim: Di sala 1955’an de dest bi çêkirina bendavê kirin û di sala 2019’an de dest bi berhevkirina avê kirin. Kurdan çi bikira dê bikarana pêşî lê bigirin ku bendav neyê çêkirin? Tiştek wisa heye, yan tu dibêjî çi ba jî dê çêbikirana?

Duh çû, lê îro em dikarin derseke çawa ji duh derxin. Serê pêşî vê bêjim, divê mirov qet dest ji têkoşînê bernede. Ji ber ku mixabin piştî sala 2015’an dest ji têkoşînê berdan. Yên ku têkoşîn didan bi paş ve vekişîyan û ji ber ku piranîya kesên têkoşîn didan nebûn bar li ser milê sê-pênc kesan ma. Yên ku ev yek ji bo xwe bikar anîn, OHAL (Rewşa Awarte) jî xistin dewrê û bi zanebûn dest bi xirakirinê kirin. Bala xwe bidê, serdema herî dijwar a xirakirinê di vê demê de çêbû. Lê ger di vê demê de jî xurt têkoşîn bihata dayîn dikaribûn 10 salên din jî bendavê bidin bi paş ve xistin.

Binêr ez mînakek bidim, di sala 2018’an de min nûçeyeke çêkir ku li Ewropa û li hemû dinyayê ji bo Heskîfê dê di heman kêlîyê de çalakîyek çêbibe. Paşê ji bo çalakîyê bişopînim ez çûm cihê çalakî dê lê çêbibe bi dehan erebeyên zirxî, erebeyên ewlehîyê û hêzên ewlehîyê hebûn. Û îro dayîna daxuyanîya herî biçûk a li Heskîfê hatîye qedexekirin. Di sala 2019’an de bêyî agahî bidin kesî dest bi danheva avê kirin. Li vir ji bo bala kesên têdikoşin nekişîne bi bêdengî ev kar meşandin. Gelek caran em bûn şahid ku ji kesên têkoşînê didin ditirsin. Ji ber vê yekê divê qet dest ji vê têkoşînê nehata berdan. Ez dixwazim tiştê bikeve ser milên min bikim û bi nûçeyên xwe ezê vê têkoşîna xwe bidomînim. Ezê belgekirina tiştên tên jîyîn bidomînim. Ji ber ku dema ez niha bi we re xeber didim de jî li Pirê Zilek ê Batmanê asta avê bilind dibe û çivîkên di hêlînên xwe de di bin avê de dimînin û difetisin.

Metîn Yoksu kî ye?

Metîn Yoksu li gundê Bêleka Misirca Sêrtê hatîye dinê. Di salên 90'an de ligel malbata xwe koç kirîye. Du salan Beşa Tûrîzmê ya Zanîngeha Afyonê xwendîye û di sala 2008'an de xwendina xwe temam kirîye

Di kovara wêjeyî û edebî Guney de 3 salan karê Berpirsê Karên Nivîsaran girtîye ser milên xwe. Di nav endamên lijneya kovara Kayip de cih girtîye, di kovara Yaz Kalemî û kovara Arasoz Sanat ve Polîtîka de, her wiha di du malperên înternetê de xebitîye. Paşê beşdarî ajansên DÎHA û DÎHABER'ê bûye ku her du jî bi "Biryarnameya Di Hukmê Zagonê De" hatin girtin. Ew niha di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de xebata xwe ya nûçegîhanîyê didomîne. Belgefîlmê "Sîya Avê" duyemîn belgefîlmê wî ye.

Ji bo yên bixwazin li belgefîlm temaşe bikin, lînk:
SÎYA AVÊ - METÎN YOKSU

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin