Demokratên Amerîkayê li dijî rêkeftina Amerîka û Tirkîyê ne

Demokratên Amerîkayê li dijî rêkeftina Amerîka û Tirkîyê ne

Demokratên Amerîkayê li dijî rêkeftina di navbera rêveberîya Donald Trump û hikûmeta Tirkîyê de ne, ku ji bo ragihandina agirbestê li Rojavayê Kurdistanê hatîye kirin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Seroka encumena nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi û herwiha senatorê demokratan di Chuck Schumer di derbarê rêkeftina di navbera rêvebrîya Trump û hikûmeta Enqerê de daxuyanîyeke hevbeş belav kirin.

Herdu serkirdeyên Demokratên Amerîkayê tekezî li ser wê yekê dikin ku dê Donald Trump şikestinê bîne.

Pelosi û Shumer herwiha bal kişandine ser wê yekê ku ew rêkeftin peyameke metirsîdar e bo hevpeyman û neyarên Amerîkayê, ji ber ku ev wê yekê nîşan dide ku gotinên Amerîkayê ne cihê bawerîyê ne û wiha gotine: Serok Trump dê şikestinê bîne. Biryara serok bo rakirina cezayên li dijî Tirkîyê yên ji ber êrîşa hovane ya li ser hevbeşên me yên Kurd, li beramber agirbesteke cihê şermezarîyê, bi awayekî ciddî bawerîya sîyaseta derve ya Amerîkayê ji nav dibe.”

Bi gotina wan sîyasetmedarên Amerîkî, rêveberîya Trump her tişt teslîmî Tirkîyê kirîye bêyî ku Tirkîye sazişê bike. Ewê hefteya bê pirojeqanûna cezakirina Tirkîyê bixin dengdanê. 

Amerîka û Tirkîyê duh şev ji bo rawestandina êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê rêkeftinek kirin.

Ji bo danûstandina bi Tirkîyê re, şandeke pilebilind a Amerîkayê ku ji Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Wezîrê Derve yê wî welatî Mike Pompeo û çend berpirsên din pêkdihat, serdana Enqerê kiribûn.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin