Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dem Dema Helwestek Netewî û Hevparî ye!

A+A-

Tevgera Goran, bi serokatîya Newşîrvan Mistefa di 2009 an de hat avakirin. Di navbera avakirina Tevgera Goran û koça Newşîrvan Mistefa de nêzî 9 salan derbas bûn.

Tevgera Goran bi îdiaya "damezirandina tevgerek sivîl" hat damezirandin.

Di bin bandora "bihara ereban"(!) de ma û xwest ku li Başûrê Kurdistan jî „bihara Kurd"(!) destpê bike.

Serkevtinên di hilbijartinên 2009 an de, bû sebebê ku Tevgera Goran, hêza xwe ji çapa xwe mezintir binirxîne. Ev jî bû sebebê siyasetek neyênî.

Tevgera Goran, qeyran û nerîzîbûnên civakî, bandorên neyênî ku li ser Başûrê Kurdistan, xwest ji bona berjewendîyên xwe bikar bîne, bê ku rewşa Kurd û Kurdistan bide ber çavan.

Bi PDK, YNK û hêza Îslamî re şirîkê Hikumetê bû û berpirsiyarî ya pirsgirêkan nedida ser xwe û bi helwestek kone dixist bestkura PDK. Xwe jî wek hêzek şirîkê hikumetê û  berpirsiyar  nedihesiband û ji ber wê jî, her çi rêyên neyênî hebûn dida ber xwe.

Tevgerek ku şirîkê hikumetê be û çar postên sereke di destê wan de bin, nikarin xwe wek hêzek muhalefet bihesibînin û siyasetê daxin kolanan..Ev dihat wateya ku Tegera Goran hilweşandina hikumet û parlementoyê  kir armanc ji xw re. Tevgera Goran ev karesat dan ber xwe.

Ev rewşa Tevgera Goran bû sebebê ku Tevgera Goran ji hest û helwestên netewî dûr keve. Li henber prosesa serxwebûnê astengan derxe û têkeve hinbêza siyaseta Şîe a Îran. An jî her pergalê ku li henber hikumet û PDK bikar anî, di rewşek dijminatîya berjewendîyê Kurdistan de rolê xwe lîst û xizmet ji neyarên Kurdistan re dikir.

Ev zêdeyî du salan e ku Kurdistan li ser dirêjahîya 1050 Km. di şerde bû. Tevgera Goran bû sebebê qeyranek siyasî û destê şervanên Kurdistan zeîf kir. Li henber presa İraq, bû sebebê ku kesên wek Nûrî El Malikî bibin xwedîyê gotinê.  

Piştî koça Newşîrvan Mistefa, wê Tevgera Goran bizavek nû bide ber xwe û wê sûdê ji seyaseta xwe a şaş bigere û vegere nav refên siyaseta kurdperwer û niştimanperwar an na?

Ji bona ku; piştî koça N. Mistefa, bandora van kirinên neyênî li ser tevgera Goran çênebe û bikaribe bizavek nû ya erênî ava bike û belav nebe; divê Rêveberên xwedî bandor van nehsalên borî baş binirxînin. Di ber çavan re derbas bikin û nebin bandorek neyênî di nav siyaseta netewî a Kurdistan de. Eger vê rexnegirîyê nedin ber xwe û rolekî erênî nelîzin, şensê ku Tevgera Goran li ser ling bimîne namîne.

Çend şaxên ku di nav Tevgera Goran de xwedî bandorin, wê li ser çi esasan li gel hev tevbigerin?

Di germaya koça N. Mistefa de YNK bi rewşek pragmatist û ecele daxuyanî dan ku „YNK û Tevgera Goran bibin yek"(!)

Di navbera YNK û Tevgera Goran de berî bi salekê, proseyek siyasî di pêla herî bilind de hatibû îmze kirin. Lê hîn hibra van îmzeyan zuha nebibû hat qada giftûgoyê. Bi raya min imzekirina vê proseyê, bê ku sebebên veqetandina N. Mistefa a berî nehsalan û damezirandina Tevgera Goran bêt nirxandin hat îmzekirin. Ev jî bû sebebê ku bêtir navbera Tevgera Goran û YNK vebe, an ji hev dûr kevin.

Her çiqa berpirsiyarên rêkxistina YNK bi hêvî ya; „Eger ku YNK û Goran bibin yek, dê ew yek proseya siyasî ber bi pêş ve bibe û rewş asayî bibe." ber dilê xwe xweş bikin jî, bi raya min, YNK bi pêvajoka îmzekirina vê Proseyê û koça N. Mistefa re bingeha bi giştî vegera Tevgera Goran nav YNK hîn zahmettir bûye. Pir kesên ji Tevgera Goran, bi vê sebebê ji YNK dilşikestî ne. Helbet di nav Tevgera Goran de terefgirên YNK jî pirin. Şaxek terafgirê sazkirina yekitîyek bi YNK re ye.

Hesabên şexsî û hizbî dijminê avakirina hewlên hevpar in. Ji ber vê rastîyê jî di avakirina proseya di navbera Tegera Goran û YNK de dualî ev hesab hebûn. Ji ber van hesaban bû ku; ev saleke di ser vê proseyê re derbasbû, bê ku yek xal derbasî jiyanê bibe. Bi koça N. Mistefa re, carek din anîna vê proseyê a giftûgoyê, dîsa di yek armancê de têt bikar anîn. Herkes dixwaze hizba xwe xurt bike, destê xwe xurt bike; lê hesabê destxurtkirina nirxên netewî, niştimanperwerî nayê hesabên wan. Ev jî her sebebê windakirinê ye.

Berpirsên Tevgera Goran, ji bona „yekitîya Tevgera Goran û YNK" Dibêjin:

''Tevgera Gorran Tevgereke serbixwe ye, ser bi ti aliyeke siyasî nîne, berdewamkirina wê bernameya ku Newşîrwan Mistefa bo me hiştiye, ji aliyê civata niştimanî ve di kongrê de hatiye pejiarandin, civat xwedî desthilate û ji ber vê bi ti awayekê yekgirtina li gel YNKê pêknayê. YNK behsa yekgirtinê dike, lê ev daxwaz bê berambere, eger na dema ku Newşîrwan Mistefa hebû, helwêstê wan ne waha bû..."(BasNews, 22.05.2017)

Lê di praktîka damezirandina Tevgera Goran a 9 salan de, Tevgera Goran da xuyakirin ku  "'Tevgera Gorran Tevgereke serbixwe"(!) nine. Di pirsgirêkên herêmî de cîhê hebûna Tevgera Goran rolekî neyênî list û ji ber çareserkirina pirsgirêkên Kurdistan û parastina xaka pîroz, proseya serxwebûnê re nêzî berpirsiyarîyê nebû û her bû asteng û  siyasetek alozîxwaz meşand.

Divê armanc ew be ku; ji bona çareserkirina pirsgirêk û qeyranên li başûrê Kurdistan, proseya serxwebûn û referandûmê, hêzên siyasî bibin yekrêz ji hev re. Ne ku ev partî û rêxistin li ser hesabên piçûk bi hev re kar bikin.  Ne ku li ser hesabên hizbî nêzî hev bibin(!)

Dema ku em rewşa cewahirên YNK û Tevgera Goran bidin ber çavan: Emê bibînin ku herdû hêz jî, dinav xwe de ne yekin, çendîn perçe ne. Bi sala ne van herdû partîyan pirsgirêkên nav xwe çareser nekirine. Nabe ku her dû partî bi perçebûna xwe re, bi hev ve bên dirûtin. Bi hev ve zeliqandin ne yekitî ye!

A girîng di vê pêvajokê de ewe ku; hin tevgera Goran û hin YNK ji bona rêzgirtina prosesa Serxwebûnê birêkûpêk bibin. Helwestên wan zelal bibin û di vî warî de bi rewşek erênî cîhên xwe bigirin. Ev wê ji bona netewa Kurd û Kurdistan û ji bona berjewendîyên wan derfetek erênî derxîne hole.

Eger ku her sê hêzên sereke ji bona berjewendî yên Kurd û Kurdistan dest bidin hev û ji bona  çalakkirina parlementoya Kurdistan gavan bavêjin, di prosesa serxwebûna Kurdistan de rolekî erênî û hevpar bilîzin wê dijminên Kurd û Kurdistan, dostên kurdan û Kurdistan mesajên xwe bigirin.

Dem dema helwestek netewî, hevparî û Kurdistanî ye.

24.05.2017  

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin