Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dawiya her xerabî û malwêraniyekê xweşî ye!!!

A+A-

Li gor gotinên bav û kalan ku tim digot in: ” Dawiya her xerabî û malwêraniyekê xweşî ye”. Ya jî dihat gotin ku ”heta xerab nebe, çê nabe”. Loma divê mirov li ser wan gotinên pêşiyên xwe raweste da ku mebesta wan bi vê gotinê çi ye an çi bû.

Bi qasî dizanim û tê gihiştim ku wan, gotinên xwe ê şêrîn û delal ku divê em dersan jê derxin, li gor bûyerên hatine serê wan, li gor dîtinên xwe, li gor ketin û rabûnên xwe, gotineke bo wan peyde kirî ye û gotine.

Gelek ji me vê dizanin û me jî gelekan, pirî caran gotinên bav û kalên xwe bi kar anîne.  Me jî gelek caran gotiye; ”Heta xerab nebe çê nabe”. Çima me jî weha gotiye û em dibêjin.

Ji ber ku gelek tişt, gelek tevger danûstendin, têkiliyê mirovan tê qonaxekê êdî rastkirina wan zehmet dibe. Mirov çi bike jî êdî ew rast nabe û dê her li ser wî asasê xerabûne here. Bi vê jî êdî civat xera dibe, xerabiya civatê tesîrê li ser hîmên dewletê jî dike ku ew jî êdî weke berê namîne.

Heger em li rewşa vê cîhana niha em dê te dijîn binêrin, emê bibînin ku bê cîhan û civat ketibûn çi rewşê. Normên  însnetiyê hema hema nema bûn. Têkiliyên mirovan êdî li ser asasê berjewendiyên sexsî dihatin bi rêvebirin. Ev bi xwe jî malwêraniyek bû ku her tişt ji adet û xwezayî yî dûr ketibû.

Hezkirin, hevdu guhdarî kirin hema ji nava civatê rabû bû. Civat êdî bû bû civatên li ser asasê berjewendiya kesan. Heval û hezkirinên te, nas û dostên te têkiliyên wan bû bû li gor berjewendiya wan. Hezkirineke ji dil, têkiliyên li ser asas mirovantiyê nemabû ya jî gelek qels bû bû.

Civat û bi taybetî jî di civatên paşdemayî de ev gihiştibû, qonaxa dawî ku êdî me re bê dilê xwe silav dida kesên ku rewşa wî/ê na baş û ketiyê aborî bû. Ji ber vê rewşa xerab êdî bra jî nema li halê bra dipirsî. Brayan êdî silav jî nema didan hev.

Vê rewşa civatê xwe gihştibû astek weha ku êdî kes nema li kesan dipirsî û bi alîkariya hevdu ve ranedibûn. Herkes tenha bi xwe biliyabûn. Ji bona xwe ji bona zarokên xwe tenê kar digirin. Ango her tişt êdî bû bû sexsî.

Êdî civat bû bû civata kesên, şelaf, derewîn, dizek, xêrnexwazan. Civat bû bû ya kesên perên wan hebûn û boxtanciyan. Di rewşên weha de asasê dewletê jî dihat hilweşandin ku rêvebir jî ketibûn wî halê min li  jor anî zimên.

Ez niha gihiştim vê baweriyê ku wê însan û însaniyet ji nûde bifikirin, bibînin û li xwe vegerin bê ew ketibûn çi rewşê. Wê li şûna hezkirina peran, ya însanihyetê cihê xwe bigire. Wê bê fêmkirin ku pere ne çareseriya her tiştan e.

Heger pere çareserî ba wê kesên xwedî pere, an dewletên dewlemend dê bikarîbana xwe ji vê yekê ango xwe ji şewba Koronayê biparastana û wê nehiştana xelkê wî bimre. Lê em dibînin ne weha ye.

Helbet her  tofanek, her  malwêraniyek çiqasî zerarê bide an dide civatê jî, lê piştî wê jî însaniyet wê ji nûde bifikirin û li xwe vegerin. Li gor vê lixwegerandinê jî dê civateke nû, bi reng û dengê tazê bê afirandin.

Helbet  tiştên min li jor anîn zimên bi awayekî tevayî bû. Lê di rewşên weha de welatên kolonî, miletên bindest bêtir para xwe digirin.

Di nava kurdan de jî vê destpêkiribû û bi awayekî bê westan her didomiya. Civat xerab bû bû. Normên însanetiyê, dostaniyê  bratî û hevaltiyeke li ser asasê mirovanî yî nema bû.

Ruhiyeta neteweyî kêm û berjewendiyên sexsî gelek zêde bû bûn. Lewra em ketibûn halekî xerab ku me nema karîbûn hin kesan ji bona xebatên welatparêzî destnîşan bikirana.

Piraniya partî û sexsan bû bûn xwe parast, berjewendî parast. Lê piraniyan jî ji bona xwe, malbata xwe, eşîra xwe dixwest karên siyasî bikin. Partî û rêxistinan damezrînin da ku bi rêya wan qezencên sexsî bikin.

Aha di virde ev Korona wê bibe sedema em û însaniyet ku li xwe vegerin. Raberduyên xwe, jiyana xwe ya derbas bûyî, bifikirin.

Di her fikirandinekê de wê gelek şaşî û kêmaniyên me derkevin. Di her fikirandinekê de em ê li xwe hay bibin bê em ketibûn çi rewşê. Ji ku hatibûn û berbi ku da diçûn.

Em ê bi hevre bibînin bi civata me kurdan di halekî çawa de dijiya û em ê bibin şahîdê wê yekê ku bê me çawa, tade, zilm, boxtan û derew li ser asasê berjewendiyên şexsî li hevdu kiribûn.

Niha tam dema wê ye ku herkesê dê di mala xwe ya hefskirî de vê bifikire û wê gelek li çongên xwe bide,, lê êdî dê fêde wê nemîne.

Loma tê gotin ku wê piştî vê Koronayê dinya êdî dê ne weke ya berê be. Ev nerîneke rast e ku baweriyekê dide û wê bide me…

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar