Dawî zanyarîyên li ser vîrûsa Koronayê

Dawî zanyarîyên li ser vîrûsa Koronayê

Berpirsên tendirustîyê yên hikûmeta Çînê ragihandin, roja bihorî 105 kesên din ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara qurbanîyên vê vîrûsê li wî welatî gihîştîye 1665 kesan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Komîteya Niştimanî ya Tendirustîyê ya Çînê îro Duşemê li ser malpera xwe ragihand, ku ji duh ve 1563 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û bi giştî hejmara kesên ku li wî welatî bi vîrûsê ketine, bo 70548 kesan bilind bûye.

Herwiha haleteke nû ya vîrûsa Koronayê li Îmaratê hat tomarkirin, û bi vê yekê hejmara kesên ku li wî welatî bi vîrûsê ketine gihîşt 9 kesan.

Wezareta Tendirustîyê ya Îmaratê ragihandîye ku ew kes 37 salî ye û di dema pişkinînên pizişkî de eşkere bûye ku vîrûsa Koronayê pêre ye. Bi wê yekê li Imaratê heta niha 9 kes tûşî Koronayê bûne ku 3 ji wan çareser bûne û 6 kesên din hêj di bin çavdêrîyê de ne.

Li Taywanê jî kesekî bi temen ji ber Koronayê jîyana xwe ji dest da, ku kalekî 60 salî bûye.

Ji alîyê din piştî belavbûna vîrûsa Koronayê, Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un bo yekemîn car roja Yekşemê 16ê Sibatê li ciheê giştî derket.

Medyaya fermî ya Koreya Bakur ragihandîye, Kim Jong Un ji ber salvegera jidayîkbûna bavê xwe Kim Jong-il, li ser monomênta wî amade bû û rêzdarîya xwe nîşan da.

Hikûmeta Koreya Bakur dibêje, heta niha ti kes li wî welatî bi vîrûsa Koronayê neketîye.

Li alîyekê din, medyaya Îsraîlê ragihandîye, sê welatîyên Îsraîlî yên di nava keştîya Japonî de ku piştî vegera ji Wuhanê niha li Bendera Yukuhama di jêr qerentîneyê de ye, tûşî vîrûsa Koronayê bûne.

Balyozxaneya Îsraîlî ya li Japonê ew yek piştrast kirîye, ku 3 kesên ji Îsraîlê yên di nava keştîyê de tûşî Koronayê bûne.

Li Fransayê jî yekemîn haleta mirina bi vîrûsa Koronayê hat tomarkirin. Berpirsê tendirustîya Fransayê ragihandine, ew kesên ku mirîye, geştyarekî Çînî yê temen 80 salî bûye ku roja Şemîyê 15ê Sibatê canê xwe jid est daye.

Ji ber vîrûsa Korona COVID-19, nêzîkî 70 holên sînemeyê li Çînê hatin egirtin.

Berpirsên hikûmeta Çînê ji tirsa belavbûna vîrûsa Korona anku COVID-19, hema hema tevahîya holên sînemeyê yên li wî welatî girtine, ku derdora 70 hezar holên sînmeyê ne.

Li gor çavdêran, bi vê biryara hikûmeta Çînê, nêzîkî milyarek dolar zirar gihîştîye kerta sînemaya wî welatî. Li gor amarên fermî, par di demeke wek niha û cejn û betlaneya sersala Çînî de, dahata sînemayên Çînê milyarek û 50 milyon dolar bûye.

Vîrûsa Koronayê ji du mehan berî niha ve li Çînê peyda bûye û bi lezîyeke zêde li Çînê û cîhanê belav dibe.

Herwiha vîrûsa Koronaya, COVID-19 vîrûseke nû û metirsîdar e ku ji kesekî bo kesekî din an jî ji ajelan ve bo mirov tê veguhastin. Ji ber vê vîrûsê pirsgirêk di bêhndana mirovan de çê dibe. Kuxika dijwar, taya bihêz û bêhndana bi zehmet, ji nîşanên serekî yên vê nexweşîyê ne.

Korona bi hin corên vîrûsan tê gotin ku di kategorîyekê de tên rêzbendîkirin û heta niha 7 corên vê vîrûsê li cîhanê hatine naskirin.

Bo yekemîn car ev vîrus ji salên 1960 ve hat dîtin, lê ev cora nû ya vîrûsa Koronayê di rojên dawîya sala bihê de li Çînê derket û heta niha bi awayekê bilez belav dibe.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin