Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

DANASÎN

A+A-

2-071.jpg

 

Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya!

Di jîyana min de ti wêneyan, wek wêneya Çîyayî Ararat bandor û xof li ser min çênekirî ye.

Wek dengbêjê navdar ku di kilamek xwe de dibêje;

“Evdalê hemû çîya digotin çîya ne!”

Eve ferqa Ararat ji çîyayên din e.

Guher, star û berqefên çîyayê Ararat, warên koçer û êlên zozanîyan e. Lê serê Ararat, cîhê şerê xwedayên baş û xerabin. Li serê kumka Ararat, bi bah û bahozan qîyamet radibe. Şirqîna şûr û medtalan e. Wek ku hayê koçer û êlên koçerên Kurdistan ji vî şerî tineye, jîyanek xwezayî didome. Ev Ararat e. Hin diqîre, hin digirî û hin jî sembol û hêvîya miletekî ye. Hin li serserê wî şere û hin jî pêsîra xwe ji jîyana kurdewarî re vekirîye.

 

5-045.jpg

 

Ev Ararat e.

Şêwekar û Pêkersazê me Sîyabend Kaya, di pêsîra xwezaya Ararat de, ji vê qîrîn, girî û hêvîyê afirîye. Bûye reng, ceng û dengên ser Ararat.

Sîyabend Kaya, ji bandora Ararat, ji dengê melodî, şirqîna şûrên xwedayên pak û nepak, ji kumka Ararat gindirîye jêr û ketîye nav êlên koçerên Ararat. Bûye berxê salê. Bi tilî û pêçên xwe, bi perçên reşkên şewatê, li ser axê, li ser tahtan dest bi hunerê xwe kirîye.

Hunerê S. Kaya, bedewî, xof, şer, melodîya Evdalê Zeynikê û awaza Serhedê ye. Bi rengan re, bi pêkeran re derdikeve ber me. Carnan dibe hespên destana “Mem û Zîn”, carnan dibe “Ker û Kulik”, carnan dibe “Derwêşê Evdî”, carnan dibe “Borê Boz”.

 

4-055.jpg

 

Xezîneya şêwekarî û Pêkersazîya S. Kaya, hesp, reng, destan û qahremanên çanda Kurdistan, berxwedan û zozanên Kurdistanê ne. Qahremanên destan, çîrok û kilamên şevbihêrkên zivistanên Serhedê îlham dane şêwekar, ku di serê xwe de nexşandîye û yek biyek derbasî ser tabloyê kirîye. Pêkerên qahremanên xwe, bi brons, bi herîyê, dinav destên xwe de sitraye û kirîye pêker.

 

3-068.jpg

 

S. Kaya, di nava civatek ku şêwekarî tiştekî qedexe û eyb de mezin bûye. Lê wî guh nedaye wan. Her ji herîyê pêker saz kirîye û êvarê dema vegerîyaye malê jî sîle xwarîye. Lê ew wek fêrisekî Serhedî, bûye zimanê jîyana Serhedê û bi hunerê xwe, xwe bihêz kirîye. Bûye mînakek ji berxwedana jîyana kurdewarî. Em îro minetdarê wê wêrektîya şêwekarin, ku sînga xwe daye ber bayê Ararat û ezîzîya xwe bi şêwekarî û pêkersazîya xwe, dîyarê çanda Kurd û Kurdistan kirîye.

S. Kaya, di sala 1952 an de li gundekî nêzî Araratê hatîye dinê. Roja ku sîyabend tê dinê, mihîna bapîrê wî jî cahnîyekê tîne dinê. Bapîrê S. Kaya, wê cahnîyê dîyarî Sîyabendê piçûk dike. Navê cahnîyê jî dikin Şêyê. Sîyabend û Şêyê ya xwe bi hev re mezin dibin. Bi vê mezinbûnê re hezkirina S. Kaya û hespan jî destpê dike. Ji ber wê jî, hêlek S. Kaya, di hunerê wî de, bi hespan û bi hespên qahremanên destan û çîrokên kurdan re tekûz dibe.

 

6-035.jpg

 

Hunermendê şêwekarî û Pêykersazîyê S. Kaya, azadîya terfên hespên li zozanên Serhedê, di hunerê xwe de bijarde bikaranî ye. S. Kaya, Bi rengên xurt, bibandor yên Kurdistan, bi folklor û muzîka zozanên Kurdistan yên bi awaz, reng û hespan re, her çavê wî li çîyayê Ararat, bi rengên xeyirî û ahenga xwezaya hunerê xwe re, bi şêwekarî derdikeve ber me.

Natûralîzmek xurt, bidandor û xwedî armanc derdikeve ber me.

 

3-069.jpg

 

Di wêneyên xwe de, her xwestîye ku ew xwezaya rengan, aheng û natûralîzma axa welatê wî bijî. Ji ber wê jî biberpirsîyarîyek gewre, çi dîtîye xwestîye binexşîne û zînde bihêle ji mirovahîyê re, ji dîrokê re. Hêla mezinaya şêwekarîya hunermend ji vir tê. S. Kaya, dengbêjê dema me ya rengan, xwezaya Kurdistan û hespên kihêl yên atolya xwe ye. Bi hunerê xwe,bûye zimanê Kurdistan û di nav rengan de, di boranên kumka Ararat denaturalîzmê bi awaza Evdalê Zeynikê carek din zînde dike.

Ji S. Kaya re hesp, sembola azadîyê ye û S. Kaya, bi vê sembolê re dibe hespên qahremanên destanên Kurdan, wek “Baro, Bêcank” û “Firyar” û dibe hespê “Ereb” yê sembola serhildana şoreşa serokê Nemir M. Mustefa Barzanî û bi şêwekarîya xwe re derdikeve ber me. Çendîn dîskîsyonên serkêşê serhildan û şerê azadîya Kurdistan, nemir M. Mustefa Barzanî amade kirîye. Li hêvîya piştgirîyekê ye, ku van dîskîsyonan li ser axa Kurdistan ava bike.

 

5-046.jpg

 

Piştgirê herî mezin, hevparê jîyana vî hunermendê hêja xanima wî a Swêdî Êva ye. Êva, ev nêzî sîhsalîye hem şirîkê jîyana hunermend û şêwekarê me û hin jî hevparê kul û derdên pêkersazê me ye.

Şêwekar û pêkersaz S. Kaya, di 1983 an de koçberî Swêd bûye. Bi hesret û axîna welatê xwe li Surgûnê jîyanek hunermendî ava kirîye. Ji Kurdistan, gul, nebat û darên fêkîyan anîye û li bexçê mala xwe çandîye û ji xwe re zozanekî piçûk di mala xwe de ava kirîya. Mala wî hin atolye ya wîye, hin muzeya hunerê wî ye, hin wek odeyek ji ya gundekî zozanê Kurdistan a şevbihêrka dengbêjan û destanan û hin jî stara wî ye. Hin jî cîhê hesret û axîna Kurdistanê ye.

 

6-036.jpg

 

Çand û hunerê kurdewarî, bi destê hunermend, nivîskar û şêwekarênKurd bipêş dikeve. Mixabin Kurd qîmetê nadin van êşkêş û afirînerên çanda xwe. Kurdan nivîskar û hunermendên xwe tenê, dinav tinebûnek mezin de hiştine. Dewlemend û karsazên Kurdistan, yên millî ji vê berpirsîyarîyê dûrin û rojek li derîyê van hêjayîyên xwe naxin û nabin piştgirê nivîskar, hunermend û şêwekarên xwe.Kirîna pirtûkek, tabloyek vanparêzgerên çanda kurdewarî; parastina hêjayîya miletê Kurd e. Derfeta bidestxistina çêkirina pirtûkek, an jî tabloyek nû ye. Gelo çend Kurdan ev berpirsîyarî ji xwe re li gor îmkanên xwe, kirine kar?

 

2-072.jpg

 

Kurte jîyana Hunermend:

Sîyabend Kaya, di Nîsan a sala 1952 an de li gundê Qeresêxê hatîye dinê. Dibistana serete li gund û Bazîdê kuta kirîye. Piştî ku li Bazîdê dibistana navîn jî diqedîne, derbasî Qerekilîsê dibe û li wir lîse di sala 1969 an de kuta dike.

Sîyabend Kaya, wek her xwendevanekî demê bi pirsgirêka Kurd û Kurdistan ve eleqeder bûye û ketîye nav refên têkoşînê.

Di sala 1971 an de li Stenbol dest bi Akademîya Hunerên Bedewî dike.

Piştî qedandina Akademîya Hunerên Bedewî, ji Stenbolê vedigere cîh û warê xwe Agirê. Li wir bi hevalên xwe yên têkildar re beşdarî kar û xebatên civakî dibe.

Di sala 1980î de ji ber karû xebatên civakî-şoreşgerî, têt girtin û heta 1983 an di zîndana Erzûromê de girtî dimîne.

Di sala 1983 an de ji zîndanê azad dibe û di eynî salê de derdikeve dervê welat û li Swêdê bicîh dibe. Li Swêdê bingeha xebatên xwe yên hunerî ava dike û dest bi hunerê xwe dike.

Şêwekarî û mamostetîya Sîyabend Kaya ji vir destpê dike. Nêzî çil salî bi hesreta welatê xwe û dost û merivên xwe li sirgûnê jîyanek derbas dike, bê ku here cîh û warên xwe yên ku lê çêbûye, lingê wî li keviran ketîye û xwe li ser berfê şemitandîye.

Sîyabend Kaya, niha li Swêdê dijî. Bikarê mamostetîyê debara xwe dike. Nêzî 30 sale bi Êva re zewicî ye. Rêhevala wî Êva, ji bona kar û xebatên wî yên şêwekarî piştgira wî, dosta wî û hevparê kul û derdên wî ye.

Sîyabend Kaya, heta niha îmza xwe avêtî binê 500 tablo û pêkeran. Pir projeyên wî yên ku li ser kardike û wê karbike heye.

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin