Daketina lîreyê Tirkî bo biyaniyan bû derfet

Daketina lîreyê Tirkî bo biyaniyan bû derfet

.

A+A-

Piştî kêmbûna nirxê lîreyê Tirkî li hemberî dolarê Amerîkî, bazara wî welatî ji bo biyaniyan bû cihê balkêşiyê. Yek ji wan bazaran jî bazara bajarê Edîrneyê ye ku xelkê Bulgaristanê ji bo pêwîstiyên jiyanê bi erzanî bikirin, rojane diçin Tirkiyê.

Bazarên parêzgeha Edirne ya Tirkiyê ye ku ligel Yunanê hevsînor e, qerebalix e û ew xelkê ku li wê derê bazarê dikin ne niştecihê bajêr in, lê ew geştyar in ku ji ber bêbihabûna lîreyê Tirkî bo geşt û bazarkirinê ji Yunan û Bulgaristanê hatine.

Geştyara Bulgarî dibêje “Em bo geşt û bazarkirinê hatine. Nirx guncawtir in, cil û berg û kelûpelên nav male dikirin. Hemû tiştekî dikirin.”

Esnaf û dikandarên Edirneyê bi hatina wê hejmara zêde ya geştyarên Yunanî û Bulgarî bo bajarê xwe kêfxweş in ku ji ber enflasyonê bazara wan kêm bûbû.

Firoşkar got “Bi kom dikirin, zêde dikirin. Giranbûna bihayê dolar di perjewendiya wan de ye. Eger berê xwe bidiyê Bulgarî zêdetir in ji xelkê me. Ji pêncê sibehê ve dikevin rê û tên vê derê. Bo wan baş e, lê xelkê me kêmtir bazarê dikin.”

Firoşkar diyar kir “Bi bihayê diravan ve girêdayî ye. Berê jî me her karê xwe dikir, lê niha ji ber dolar û euro giran bûne, wek derfet box we bikar tînin. Hatina wan bo vê derê balkêş û lojîkî ye. Nizanim bo me çiqasî baş e, lê bi wateya giştî bo wan baş e.”

Beşek ji daniştvanên bajêr, dema serdana bazarê dikin ji ber giranbûna bihayan nikarin li gor kêfa xwe bazarê bikin, beşeke din jî bi destê vala vedigerin.”

Nişteciha Edirneyê ragihand “Gelekî qerebalix e, xelkê bajêr nikarin bazarê bikin, biyanî zêdetir bazarê dikin, Bulgarî û Yunanî. Ji ber pereyê Tirkî hiliya ye. Pereyê me bêbiha bûye, hêza me ya kirînê kêm kir, ji ber wê yekê.”

Serokkomarê Tirkiyê bi armanca kêmkirina enflasyonê li ser daxistina rêjeya faîzê pêdagir e. Vê jî wiha kiriye lîreyê Tirkî zêdetir bihayê xwe ji dest bide. Vê krîza aborî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jiyana xelkê zehmet kiriye. Bi awayekî ew kesên bi mûçeyê herî kêm kar dikin, nikaribin pêdiviyên serekî yên jiyana xwe peyda bikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin